Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kezîzer - tirşik
kezîzer
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê straneka gelek xweşe, dibe gelêrî be lê braderê hêja gelek xweş berhevkiriye ûstrandiye dibe stran a wî bixwe be..



stran;











gotinên stranê;



kezîzerê kezîzer xulam memikên gilover

mîna sêvên xelatê serî sor û binî zer

bîna berfa zinarê siya darê tim li ser

wek penêrê biharê min givaşt û a jê der

ji govendê derkev der te bi ramûsim dîsa her

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî







kezîzerê lewendê sing doşek balîv zendê

gewrê bozê bilindê kevoka li nava gundê

ez ramûsim te rîndê qam kinê poz bilindê

destê xwe bi destê minde em bi hevra herin govendê

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî







kezîzerên me çarin herçar bi kum û şarin

kezîzer ser bi şarin herçar jî bi dost û yarin

sela ela mihemed hilma memika em xwarin

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî







kezîzerên me şeşin herşeş jî bi şarên reşin

hêdî hêdî dimeşin çavbelekin çavreşin

sela ela mihemed hilma memika çi xweşin

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî





kezîzerê min sisêne

hersê ji nava xursêne

pazdeh gundên xursêne

her gundek gulek lêne

şikir jiter xwedêyo hemî liser qezêne

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî









kezîzera min yekê

çavreş û çavbelekê

çena jorîn bideqê

hela were kêlekê

ramûsanek bide min zalimê gelekê

kezîzera hithittî li binya mala şemitî

li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî

ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî

ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî





19.09.2016 23:32 | shorbevan

2. ev jî versiyona ku Seîd gebarî distre, were wer jî tê nasîn;



Here lînkê









tu wer wer de tu wer wer

tu wer wer, tu wer wer



tu wer wer tu wer wer

ez xulam sing û berên gewr



ez xulam sing û berên gewr

sing berfika zinara



sing berfika zinara

siya darê tim li ser




siya darê tim li ser

memik xiyarê mûşêyo



memik xeyarê mûşêyo

lê min qeşarte seranser



sing û berên te gewrin

mîna penêrê koçer



mîna penêrê koçer

hişk digivêşim av jê diher



hişk digivêşim av jê der

got şevkî di nîvê şevêde



lo lawiko tu were ser

lawiko tu were ser



mîna tiriyê zinara

siya darê tim liser



siya darê tim liser

solê deyne bi bi gorê wer



ji tere bibêjim du xeber

heke jimin nekî bawer



sed oxirbe jitera dîsa her

wer wer wer tu wer wer kezîzer







hatim vî alî mala

wez çûm wî alî mala



hatim viyalî mala

sika danê evara



min kes nedît li ber dîwara

minkes nedît li ber dîwara



ji kila/bilî dostû yara

ji stûr: lakî)/xeynî me dost û yara



bi xwedê tu gelkî zerbûyî

dê hemû ji xem û xeyala



hemû ji xem û xeyala

ji derd û kul û mettala



ji derd û kul û mettala

ezê kinê birevînim



derxim ji nav hevala

wer wer wer tu wer wer kezîzer







kezîzerê lewendê lê

kezîzerê Lewendê



kezîzerê lewendê

sing doşek balîv zendê



sing doşek balîv zendê

te îman ji serê min sitendê




tu destê xwe bide destê min

em herin gera govendê



em herin gera govendê

terka çavên te nakim



Heta em venegerin ji govendê

wer wer wer tu wer wer tu wer kezîzer







26.09.2016 21:39 ~21:43 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kezîzer

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî