Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
kolostomî - tirşik
kolostomî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kolostomî, cûreyeke ostomîyê ye ku nexweşiyên têkildarî prosedûreke cerrahiyê ye.

ostomiyên din; îleostomî, jejunostomîgelek kêm caran duodensotomî, çekostomî, ureterostomî, vezîkostomîû hwd.



vê prosedûrê de devê roviyên stûr li çermê zikê mirov tê vekirin û torbeyek li vir tê girêdan. yanî piştî vê emeliyatê nexweş, destmêşa xwe yê mezin ji vir (ji zikê xwe) dike, ji ber ku devê dawiya roviyê stûr ya nexweş êdî li vir e.

ev tedawî pir caran derbasdar e lê carinan jî mayînde ye.



sedemên sepandina vê prosedûrê;

1- ger kansera kolonê -bi qasê ku êdî ne pêkan be ku bi temamî were derxistin- belav bûbe. û nexweş nekare êdî destmêja xwe ya mezin bike. kolostomî wê demê mayînde ye.



2- ger kansera kolonê li beşa rektumê be û gelekî li jêr be û ji ber vê yekê piştî derxitina beşeke roviyê, dîsa li hevdû dûrîna roviyan ne pêkan be, ji ber ku beşa li jêr maye gelekî kurt e. wê demê emeliyata prosedûra miles, an jî abdomînoperîneal rezeksiyon tê çêkirin. wê demê kolostomî mayînde ye û qula qûna mirov jî tê girtin.



3- piştî emeliyata kansera kolonê ger pêwist be beşa li jêr ya roviyan "bîhna xwe veke". wê demê kolostomî derbasdar e û piştî 2-3 mehan bi emeliyateke nû tê girtin.



4- ger beşeke roviyên stûr yê nexwe ji ber sedemekê (dan ber kêran, qezayên trafîkê, kanser, dîvertîkûl û hwd.) wê demê -ger ne kanserek pêşketî be- kolostomî derbasdar e û piştî 2-3 mehan bi emeliyateke nû tê girtin.



5- ger li derdora qula qûna mirov nexweşiyek bi îltîhabî hebe ku saxbûna wê zehmet be û ji vir dûrxistina destmêja mezin saxbûna vê birînê leztir bike. weke mînak; gangrena fournîerê

wê demê kolostomî piştî saxbûna birînê, wê were girtin.



6- ger ji ber sedemên cûr bi cûr nexweş qet nekare destmêja xwe ya mezin bigire û ev yek jiyana wî asteng bike.



cûreyên kolostomiyan;



loop kolostomî; vê cûreyê de rovî tam nayê birîn, tenê tê vekirin. bi vî awayî hem devê roviya tê him jî devê ya diçe vedibe zikê mirov. avantaja wê ew e ku emeliyata duyem de girtina wê hêsantir e û gelek caran hewce namîne ku zikê nexweş ji nû ve were vekirin.

yanî ev cûre ji bo kolostomiyên derbasdar tê bijartin.



end kolostomî (kolostomiya dawî); vê cûreyê de beşa roviyê ya ku ji jor tê, tê vekirin li zikê mirov. devê beşa jêr ku diçe qûnê, tê girtin.



double barrel colostomy (kolostomiya cot lûleyê): vê cûreyê de rovî tam tê birîn û her du serên roviyan li ber hev de, devên wan li zikê mirov tê vekirin.



kolostomî tiştek wisa ye: https://www.google.com.tr/search?q=colostomy&num=20&source=lnms&tbm=isch&sa=X&ei=1mQBUrGELYfTtAb2-IC4Cg&ved=0CAkQ_AUoAQ&biw=1280&bih=699#imgdii=_

torbeya kolostomiyê jî wisa ye: https://www.google.com.tr/search?biw=1280&bih=699&tbm=isch&sa=1&q=colostomy+bag&oq=colostomy+&gs_l=img.3.0.0i19l10.37975.37975.0.39225.1.1.0.0.0.0.193.193.0j1.1.0....0...1c.1.24.img..0.1.192.cQfD8gpBaDE



07.08.2013 00:07 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kolostomî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî