Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kulav - tirşik
kulav
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wezîfeya Şivanan gelekî zehmet e. Şivan ji kesên ku li ber pezan dimînin û dipayin, ji yên ku pezan xweyî dikin û dihewtînin re tê gotin. Mirov dikare bibêje ku şivantî ji piçûktî dest pê dike heya kalbûnê li gor daxwazê, an li gor derfetê dikare berdewam bike. Berê li gundan li her malekê şivanek hebû. Mirov dikare bibêje ku li gundan karê zilaman ya pêşî şivantî ye. Helbet karên wiha hew zilam nedikir. Heger zarokê kûr di malekê de nebûya wê demê keçên malê jî dikarîbûn bikirana. Lê belê keçan hew bi roj ev kar dikirin. Lê kûrikan, bi roj û bi şev li ber pezan bûn, karê wan nobedarî û xwedîkirina heywanan bû. Carna, bi rojan carna jî bi mehan ji malê dûr diketin. Pezên xwe dibirin zozanan, li çolan û li ser çîyan digerandin. Ji ber vîya hewcedarîya wan bi cil û bergên saxlem hebûn. Zivistanan ji sermayê, havînan jî ji germbûna hewayê lazim bû ku şivan xwe biparezin. Lewra li derva diman. Ne malek ne konek hebû. Mala wan jî kona wan jî çol û çiyayên bêserûbin bûn. Şivanan xwe li ser axê xwe dirêj dikirin. Bi tebîetê xwe dixemilandin, diparastin. Ji ber vîya hewcedarî bi tiştêkî behampa hebû. Ew jî kulav bû. Bi rastî jî tiştekî ecêp û bêhempa bû. Insan dîsa mêjîyê xwe şixulandibû. Ji xwe re tiştekî nû îcad kiribû. Bi vî tiştî xwe him ji sermayê, him ji germahîyê diparast. Gelo kulav tiştekî çawa bû? Ji çi dihat çêkirin? Kî dikarî bû çêke? Dîroka wî ji kû ve tê? Lazim e mirov bersiva van pirsan jî bide;



Belê, cilên Şivanan kulav bû. Bêdirûtin, bêmil bû. Hew diavêtin ser milên xwe. Xeynî stû, her dereke wan dihate girtin. Heya ser çokan dirêj e û ji sê perçeyan tê holê. Yek li alîyê pişt her du hêl jî li pêş e. Bi gelemperî rengê wî gewr e. Li ser kulavan jî motîfên cur bi cur hene. Li gor rîwayetan pîrê kulavê, yekî bi navê Ebû Saîd Libabid bûye. Ebû Saîd Libabid kulav bi rojan dewisandîye û bi vî şiklî derxistîye holê. Ewil bi rojan bi mehan dewisandîye, lê dîtîye ku hirî hevdû nagire, nayê cem hevdû. Rojekê ji ber vêya gelek aciz bûye û dest bi girî kirîye. Him hêstirên çavên xwe rijandine him hirî bi lingan û bi destan dewisandîye, wê demê ji nişka ve dîtîye ku, derên ku hêstir lê dikevin hevdû digre, wê demê fêhm kirîye ku hirî gava şil dibe hevdû digre . Ji wê rojê şûnda kulav bi vî şiklî hatîyê dewsandin û çêkirin. Helbet di vê derê de cinsên hirî jî yanî cinsê berxan jî girîng e. Lewra hosteyên kulavan dibêjin ku pezên li cihên ku demsala wan bişilî derbas dibe ji bo kulavê nebaş in, girtina hevdû ya van hirîyan bizehmet e, lê pezê ku li alîyê newalan, an çolan digerin û mezin dibin hinekî din baştir bûne. Helbet curên rengên kulavan jî hene. Kulavên bi rengê reş û tarî ji bo neqşan hatine bikaranîn, Yê bi rengên gewr jî ji bo bin û ser kulavan hatîye bikaranîn. Ev hirîyên ku wê werin bikaranîn,ewil bi şivên bi darên ku ji tûyan hatine çêkirin tê şivkirin.



Li erdê paçekî ji basmayê tê raxistin û bi ser de jî neqşên ku wê werin çêkirin bi şiklekî tê danîn û li alîyê vala jî hirîyên ku wekî bi boyaxan hatine vemirandin tê danîn. Li ser van jî ewê ku wê bibe ser û binê kulav, ji hirîyên herî baş dihate hilbijartin. Ev tetbiqkirin du sê caran dubare dibû.. Lazim bû ku qata 1.û 2. stûr bibe.Dûvre hirîyên ku li ser paçikî hatibû raxistin bi destan dihat şil kirin û bi maxeke diahate rulo kirin. Herdû devên rulo dihatin girêdan. Paşê bi lingan dihat dewskirin. Bi lingan him dihate dewskirin him jî geh bipaşve geh bipêşve dibir û dianîn. Ev tetbiq nêzî seatekê dewam dikir. Dûvre vedikirin û dîsa hinek bi avê şil dikirin û devê alîyê rûloyan yên ku ji ber leqandinê belav bûbûn jî sererast dikirin. Paşê dîsa dikirin rulo û dîsa nêzî seatekê an du seatan bi lingan didewisandin. Dema ku hosteyan ev tetbîq dikirin, klamên xwe jî pê re digotin. Wek stranê hemî xebatan stranê vê xebatê jî hebû. Paşê kulav vedikirin û îcar dor dihat kelandina kulavê. Kelandina kulavê di hemaman de çêdibû. Cîyê kelandina kulavan hebû. Ji wan re jî digotin hemam. (Cîyê şuştinê). Helbet ev kelandin bi singan di hemaman de çêdibû. Kulav qasî ku insanek bikaribe hembêz bike, dihat qat kirin. Dûvre di hemamê de ew kesên ku bi singa xwe, wê kulavê hembez dike û lê dixe, him bi germbûna hemamê û him jî bi xwêdana xwe li ser sekîyê kulav çêdikirin. Bi vî şiklî kulav gelekî zexim dibû û tu caran ji hevdû nediket. Ev tetbîq, nêzî 5 seatan didomand. Paşê kulava ku dihate vekirin li ber sîyê an li ber tavê dihate zûwa kirin.



Belê, kulav bi vî rengî bi awayek, zor û zehmet dihat çêkirin. Şivanan ev kulav bikar dianîn. Carna jî gel li mala xwe, li erdê, li ser dîwanan li bin xwe radixist. Carna jî wek xemla malan li dîwaran didaliqand. Ji ber vê zehmetîyê kulav di nav gundîyan de tiştekî gelekî bi qedr û bi qiymet e. Hemû kar li ser milê mêran dimeşîya. Lê belê jinan jî alîyê zilaman dikir, serê ewilî şûştina hirîyê li ber çeman bi destê jinan pêk dihat. Jinên taxan, an gundîyan rojekê ji xwe re dîyar dikirin ku biçin ber çemê û hirîyan bişûn. Her kesî alîyê hevdû dikir. Parvekirineke xweş hebû. Lê niha dem hatîye guhertin. Her kes ji bo berjewendîya xwe dixebite. Me got strana her karekî hebû, strana çêkirina kulavê jî hebû, ji vêya mînak û nimÛneyek ya Kewê Çîyayê Ribatê, dengbêjê Şakiro;



Befir barî, befir barî, befir barî, befir barî, befir barî…

Befir barî li dinê, li çiyayê vî zozanî,

Kewê gozel çi diqebînî li ser wî latî, wî zinarî..

Nava min û kewa gozel da dixwîne çem û kanî,

Ezê bibînim ya Rebî tu biqedinî miradê miradxwazan ,

hazir û guhdar û dengê miçê min û kewa min a gozel bihenanî

Befir barî, Befir barî, Befir barî,

Lo lo kuro lawuko payîzê li me barî berfa van deranan,

Îro şiklê erdê girtî bû rûçikê gulî birîyê van bêrîvanan

Xwedê zane bûye ew hokehokê van şivanan, miremira van beranan

Keçikê digot:



Xwezî ji xêra mala Xwedê ra wezê bibûyam gustileke zêr

biketama tilî û bêçîkê dengbêj û bilûrvanan,

Befir barî, Befir barî, Befir barî,

Befir barî, Befir barî, befir barî vî zozanî

Orta min û kewa gozê da dixwîne çem û kanî,

Lo lo kuro lawuko were mala bavê min gulîlk bû vê lo bi mêvanî

Ezê te ra rabixim kulavê sorê xorasenî.

Ezê te ra serjêbikim mîya sor a ser beranî,

Dema bavê min û pîra dayîka min qaleqal kirin û pirsîn:

Gotin; ‘ka mîka me ya sor a ser beranî?’

Emê dê bibêjin;



‘Wê dayê û bavo, şivanê me lawikê xelkê bû,

Mîya me guran xwarîye lo ji çolê neanîbû ''

Befir barî, Befir barî, Befir barî...



24.07.2013 15:49 | endazer

2. (bnr: kulab)



24.07.2013 15:53 | cirano

3. libasa ku şîvan xwedê jî bê kesê re parve nakin.



10.08.2013 14:16 | kelha bayê

4. cûreyek mehfûra (xalîçe) ye kû ji hiriyê tê çêkirin. Berê di gellek malan de, bi taybetî di malên koçeran de dihate bi karanîn. Zivistanê germ û havînê jî hînik in. Heta îsal jî di mala me de çend kûlav hebûn lê êdî me di binê malê de ne radixistan. Naha li malê xwiya nakin. Xwedê zanê maliyên me ni xêra xwe dana hin kesan..



10.08.2013 14:34 | nan û av

5. kulav, tê bîra min em çolê bûn ber pez, min xwe kir.girane, gerek şil nebe.

gava şil bû qet nayê kişand.



tu dikarî ser razê, cîhê doşek û mîna orxanê tu dikarî bixevitînî. pratîk e.



10.08.2013 22:00 | simurgares

6. çêkirina vê kulava ku cûreyeke xalîçeyan e, gelek zehmet e. bi qasê zanim, mirov tê û diçe û xwe li ser wê hildiavêjeî diperçiqîne, bin pê dike, ser hev de dide û hwd. da ku ewqas di ser hev de biçe û qewî bibe. alavek xweş û kêrhatî ne, yên orjînal bi dehan salan wek xwe dimînin û xerab nabin.



30.05.2014 21:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulav

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî