Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
kurdolojî - tirşik
kurdolojî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. beşa zimanê kurdî ye. lêkolîna li ser ziman û pêşveçûna wê dikin. niha li mêrdînê, li amedê, li mûşê beşên wê hene. ya herî navdar a artûklûyê ye.

ez dixwazim li mêrdînê destpê bikim.

kesên rê û rêbazê zanin agahiyan bidin wê çi xweş bibe *



15.09.2016 00:17 ~00:19 | berxweda

2. Beşa ku di van demên dawî de gelek populer bûye. Min jî zemanek derewekî wisa kiribû lê hê jî dixwînim. Bi rastî karê min jî xuya nabe belkî dest pê bikim baweriya min bi min nayê *



15.09.2016 00:21 | biaqila malê

3. Bo ya artûklûyê du meh ewil yekî gotibû min da ji ber kêmasîya doç. an (mamosteyên wira 6 hebin û dive bo ku beş neyê girtinê ewna bibine doç. an jî prof.) enqereyê îsal hildana xwandekaran daye sekinandinê.



paşê rewş çawa bû haja min pê tinne ye..



15.09.2016 00:40 | bûtîmar

4. ev sernivîs xuya kiriye ku ez jî tê de, tirşikvan jî dema ku behsa kurdolojiye têt kirin hema tenê beşa wêjeya kurdî tê bîra wan. ev ne tiştek şaş an rast e, tiştek asayî ye ji ber ku di destê me de tenê ev beşa kurdolojiyê heye, mixabin. kurdolojî ne tenê ji wêjeyê, ji pir cureyên zanistê pêk tê.



nîşe: beşa ziman û wêjeya kurdî ya asta lîsansê tenê li sê zanîngehê heye:



1) zanîngeha mardin artuklu

2) zanîngeha muş alparslan

3) zanîngeha bingol



15.09.2016 01:15 ~01:25 | tizbîkêş

5. peyama min a jor (peyama 6.) bo lîsansa bilind e.



15.09.2016 01:37 | bûtîmar

6. Îsal zaningeha li mûşê xwendekarên lisansa bilind nestend. wanê jî bêtez qet nestendin ya bitez ji tinê 3 heb xwendekar stendin.



15.09.2016 17:42 | ronahî

7. Beşa ku ji bo zaningeha artukluyê divê pûanê bawernameyê ango dîplomayê ne di bin 65an de be.



07.10.2016 23:36 | berxweda

8. beşa ku êdî ji bo lîsansa bilind yok ê qerar sitendiye ku ne di bin 65 pûana be. ez ji ber filitîm law *
her wiha divê di alesê de beşa sözelê çê bike. gelek têsîrê lê dike yaw..

û li gorî gotinê mamosteyên artukluyê pirsan ji pirtûkên xwe dipirsin. ji xwe pirtûkên wan jî di derbarê wêjeya kurdî ye.

nîşe: heke pirsên salên berê ên artukluyê bi we re hebin ji kerema xwe hayê min jê çêkin * pirsên berê derketine bi qîmet in *



18.10.2016 22:26 | berxweda

9. serdema nuh a serîlêdanên beşê li mûş û çewligê dest pê kiriye.



14.06.2018 15:39 | berxweda

10. ger wisa biçe rewşa beşên ziman û wêjeya kurdî xirab e, her ku diçe pûana wan kêm dibin. çimkî kesên ku mezûn dibin bi salane ji wan tenê 3 heban tên wezîfedarkirin, ji ber wê jî her sal profîla xwandekarên ku tên vê beşê sînordar dibe.



14.06.2018 19:01 ~19:34 | tizbîkêş

11. li zanîngeha zengezorê ya online beşa ziman û edebiyata kurdî hatiye damezrandin. niha meriv dikare li şaxa wan a enqereyê qeyda xwe çêke. Here lînkê

Ji bo agahiyên zêdetir bi wan re têkiliyê deynin wê çêtir be:

telefona whatsappê: +908508406315
saet: 09:00-18:00



12.03.2024 00:55 ~00:56 | asîmanê sêwî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdolojî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zanisti ziman perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî