Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 80 peyam
macin - tirşik
macin
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê min bû. sîstema tirşikê ji min re peyam şandiye gotiye kul û derdê te yê macin hat dermankirin.
min lê nihêrî mijar dixuyê lê entry tuneye..

neyse ez heyî zanim ku macin helbestvanekî kurdan yê wêjeya kurdî ya klasîk e lê di derbarê wî da di destê me da zêde agahî tineye.

bnr: tirşik forûm/128837
bnr: tirşik forûm/128832



11.12.2020 21:12 ~21:14 | bûtîmar

2. Çend roj berê derbarê wî de min van tişta tenê dît.

Macin jî şairekî Kurd ê nenas e. Heta niha kesekî nave wî di tu kitêbê de neaniye. Hemû tişten ku em li ser wî dizanin eva han e ku bi kemasî berî 209 salan niha hebûye. Vê helbesta wî ya jêr di wê keşkula destnivîs de bû. Ev helbest gelekî nezî helbesta Melayê Bateyî ya ku bi vê misraye dest pê dike: "Subh û evare, şeva tarî şemala kê yî tu". Eva han nişana wê yekê ye ku yeki ji wan helbesta ya din dîtiye. Vêca em nizanin ka kîjan di pêşiya yê din de ye û kê pêşiya yê din helbest nivîsiye. Li ba min nezîktirîn eva han e ku her du hevçaxê hev bûne ku di sedê 11 heta 12'e hicrî de jiyane.

çavkanî
Here lînkê



11.12.2020 21:17 ~21:18 | yûsiv

3. heta niha li ser jiyana wî ti agahiyeke teqez nehatiye peyda kirin. ya em dizanin ew e ku navê wî û helbesteke wî di keşkûla Abdulreqîb Yûsuf - Şaîrên Klasîk ên Kurd (Ji Weşanên Jîna Nû) derbas bûye.

Helbesta wî ya Melayê Bateyî "subh êvarî şeva tarî" dişibin hev, eşkere ye yek maye bin tesîra yê din de, lê ne eşkere ye ka kî ji ber kê girtiye.

mirov dikare tekane helbesta wî ya berdest di helbestakurdi.com'ê de peyda bike, ez ê lînkê jî helbestê jî li vir belav bikim:

Macin - Sorgula Xonçe (Kê Yî Tu)
Here lînkê

Sorgula xonçe dehen nazik nîhala kê yî tu
Mehweşa gul pirehen şox û şepala kê yî tu
Gul ruxa sîmen zeqin fikr û xiyala kê yî tu
Ahûya Deşta Xeten mişkên xezala kê yî tu
Nazika sîma semen qenc û delala kê yî tu

Ew çi dêm e ew çi rû ne ew çi zulf e ew çi xal
Ew çi gulbaxê gulan e ew çi husn e bê mîsal
Ew çi ebrû ne çi qews in ew çi "Nûn"in reng hîlal
Ew çi mujgan in çi tîr in ew çi elmas in bi qal
Qatilê xûnrêz û xûnxur pur qîtala kê yî tu

Ew çi badam in siyah in ew çi çav in xemzerîz
Ew çi rîhanên di şeng in ew çi zulf in mişkebîz
Ew çi Hindû ne siyah dil ew çi xal in fitne xîz
Ew çi lêv in ruhî perwer ew çi `unab in ezîz
Leb xemûş î badenûş î laûbala kê yî tu

Ew çi bejn e ew çi qamet ew çi qedd e dil ruba
Ew çi exbar in te can de ew çi durr in pur buha
Ew çi narinc û turunç in ew çi sêv in sîneca
Ew çi mehtab in binagûş ew çi subh e nûrfeza
Rohniya şama firaqê şem` û mala kê yî tu

Hûr û eyn î xemrevîn î dil têşîn î dil firîb
Bê qusûr î hem çi hûrî nûra Tûr î pur `ecîb
`îşwesaz î serfiraz î dilnewaz î dilşekîb
şahlewend î leb ji qend î çeşmî bend î pur xerîb
Sînesoj î dilfiroj î meh cemala kê yî tu

Ew çi `ac e rengzucac e ew çi nûrîn gerden e
Ew çi durca le`lî kûn e can rewan tê mesken e
Ew çi destên rengxenayî riştina xûna min e
şubhê te mehbûb û xûb ma qed di dunyayê hene
Cebhe roj î qelbî soj î qed şemala kê yî tu

Ew çi dulbend in muselsel ew çi zincîr in kezî
Ew çi mehyûş in çi ala kesk û sor û qurmizî
Netrik û îlan û şitrî tek li dêmê tewwuzî
Dê bimeş carek tu serwa min were seyra rezî
Da bi qurbana te bit Macin xezala kê yî tu



12.12.2020 09:14 ~09:15 | xendekî

4. Hinek tiştên din jî heye ku mirov dikare ji wan, Macinî baştir binase.
1. Di dîwana Bateyî de texmîsek heye ku li ser xezeleka Macinî hatiye kirin. Macin di wê helbestê de xwe wekî endelîbê xoşebê biwesf dike ne şaş bim. Ev di heman demê de pesn e jî ku li kelepora helbesta klasîk vê yekê ji her şairî dixwest.
2. Miradxanê Bazidî di helbestek xwe ya ku ji teref Tehsîn Îbrahîm Doskî ve di kovara Nûbiharê çap kiribû, çêl Macinî dike û mealen dibêje ancax ew dikare vê muemmayê çareser bike.
Li gor van tiştan mirov dişêy angaşt bike ku bBateyî di bin tesîra wî de maye lew nivîsandina texmîsê li ser xezela şairên baş yên ku tesîrê li ser mirovî/şairî dikin tên nivîsîn. Her dem wisa bûye. Bo nimune Mihemed Teyar Paşa ji ber ku jê hez kiriye û di bin tesîra wî de maye çend texmîs li ser helbestên Cizîrî nivîsiye. Girêdayî vê yekê em dişên bibêjin Macin beriya Bateyî jiyaye an jî bi kêmanî hevçaxê wî bûye ku Abdurrahman Adak û Xalid Sadinî sedsala ku Bateyî tê de jiyaye weke sedsala 18em diyar dikin. Her weha keşkula ku E. Yusivî dîtiye jî her di heman sedsalê de hatiye nivîsîn.
Miradxan Bazidî jî di vê sedsalê de jiyaye û Miradxan, wî weke kesekî ku dişêy muemmayan hel bike nîşan dide. Macin di nav ehlê edîbên wê serdemê de navdar û xwedî cihekî taybet bûye. Vêca me hêvî heye ku rojekê dîwana wî were dîtin.
Nîşe: mesela endelîbê xoşebê jî têra xwe balkêş e. Endelîb di wateya bilbil de ye. Gelo Macin bo çi wiha gotiye? Dibe şairê mîrektiya Mehmudiyan be ku navenda wê xoşeb bû. An jî dibe ku wê serdemê xoşeb bi endelîbên xwe li herêmê navdar bû. Li gor min îhtîlama ewil xurttir dixuyê.



13.12.2020 00:49 ~01:02 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» macin

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn wejehlbst weje niviskarhlbstvn wejehlbst weje niviskarhlbstvn wejehlbst weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî