Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
mast - tirşik
mast
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji şîrî di et çêkirin.



09.02.2014 23:59 | dastanekkevin

2. peyveke ku tirkan rezîl dike ye.

Jiber ku di pirraniya zimanên cîhanê de navê mast weke yogurt e û tirk dibêjin me ev nav daye wê û belav kiriye cîhanê lê dema li Kurdekî rast tên û mast dibihîsin rezîl dibin *



13.09.2014 02:24 | berxweda

3. li bajarê îdirê, mast weke qatix hatiye bi nav kirin. hema bêje hemû îdirîyan dibêjin qatix. qatix, ji "katık" a zimanê azeriyan veguheriye zimanê îdirîyan. bi rastî peyveke ku ev qasî nejidil û sûnî tuneye.



13.09.2014 13:54 | nazim tolhildan

4. (bnr: çeqilmast)



13.09.2014 14:33 | serpale

5. qatix: 1-pêxwarin, (tiştê wekî penêr zeytûn, helaw ku bi nan re tên xwarin) 2-(mast, dew û wekî wan) jêgirtin: wîkîpedîa



li mereş/ meletiyê jî peyva katixê tê bikaranîn lê ne tenê ji bo mêst..bo tiştên mastinî re jî weke li cihê dewê jî katix tê bikararîn..



13.09.2014 17:03 | havka

6. ax ax zaroktÎya min dÎsa hate bÎra min.gava me nû destpÊ dibistanÊ kiribû de ew mêra jÎ yÊ cÎya xwe re tirkÎ biaxife .em jÎ şûna mastÊ katix dibÊjin û tirkÎtiya katix Ê jÎ nayÊ bÎramin.min jÎ hema got "anne bana katık ver" .ilo dayik, met pÎrik hemû şaş mane li min dinihÊrin.dibÊjin gelo katik çi ye .virda wÊrda tas e mast danÎne pÊşÎya me me jÎ zikÊ xwe tÊr kir .



13.09.2014 17:59 | sarpimoleni

7. Ba me jî wek qatix tê gotin. Çima nizanim, min ta'ma qatixa gundê me ti cihê de hilneda,



13.09.2014 21:28 | mîr

8. li gorî wîkîpedia û wîkîferhengê jêderk û çavkaniya etîmolojiya vê peyvê;



Ji proto-hindûewropî **meu-k- (hilû, tehîsok, hilîsok, şemitok) ku herwiha serkaniya peyva mast ya kurdî û moist ya inglîzî ye.

proto-aryayî: *mad2- (", meyîn")

pehlewî: m's- ("meyînn; hişk bûn")

parsî: m's- ("meyîn--, hişk bûn")

farisî: māsīdan ("meyîn--"), māst ("mast")

belûçî: mast ("mast")

erdestanî: maske ("rûn") ... alfabeya arî

kurmancî: meyîn ("meyîn"), mast ("mast")

kurmancî: mast ("mast")

zazakî: mast ("mast")

sanskrîtî: mástu- (sertûk, qeymax")



Çavkanî: Cheung p.253, Horn p.214 | Pokorny: -



13.09.2014 21:42 | endazer

9. ji xeynî çend zimanên hînd-ewroPî hema bêje di hemû zimanên cÎhanê de wek yogurt tê bikaranîn navê vê xwarin û pêxwarinê.. peyva yogurt jî peyveke bi eslê xwe ji tirkî ye û ji yogurmaka ku bi kurdî jê re dibêjin stirîn, meyandin, hevîrkirin, çêbûye..



13.09.2014 21:47 | endazer

10. (bnr: hamdi ulukaya)

(bnr: chobani)



13.09.2014 21:48 | endazer

11. di laşê mirovan de navê cûreyeke hucreyan e ku tê de rêjeya hîstamîn û heparîn zêde ye. di sîstema parastinê ya laşê mirov de, xwedî roleke girîng e. him ji aliyê xuyaniyê ve him jî ji aliyê karê xwe ve, dişibe bazofîlan. eslê xwe de mirov dikare bêje ku hucreyên mast, bazofîlên di nav raçînkan de ye. an jî hucreyên bazofîl, mastên di nav xwînê de ne.



14.09.2014 13:31 | simurg56

12. (bnr: qatix)



16.02.2017 19:40 | bûtîmar

13. bawer dikim li hemû der dorê qers, îdir, erdexanê jê re dibên (bnr: qatix)



05.04.2018 15:42 | jifêzagorda

14. Gor ji mezinan bihîstime, "qatix" ji hemî qûtê ku ji şîr têe çêkirin dibêjin



05.04.2018 15:57 | reşik eyşo

15. xwarina ez ji bo floraya mirovan rast bibe zêde pêşniyar dikim. dema zarokek bi zikêş('emelî) dikeve navê derman di kaxezekê dinivîsim û ez dibêm ger tu nikarîbe bikere mast an jî dew bidin zarokên xwe *

qebzbûnê kêm dike, û zikêşê jî rehettir dike.

ji xeynî wê mast û pelê pirparê kelek xweş e *



05.04.2018 21:55 | berxweda

16. Xwarina me kurdan ya neteweyî ya li ser taştê ye. Wexta xweş be jê xweştir tiştek tune. Û herwiha: bê mast taştê nabe *



11.03.2020 07:23 ~07:24 | xabûrî

17. Xwarina ku niha bi hingivê re dixwim. Dayika min a delal ji gund gelek tiştan şandin ji min re. *

Masta palandî şandiye . Li ofîsê her kes dipirse û dixwaze lê mîna gurê sibatê dibezim ser wan.*



11.03.2020 08:27 | xelîl

18. navê kurtefîlma derhêner (bnr: tahsin özmen) e.
fîlm li ser çîrokeke ji salên 90î ya li cizîrê disekine. mast û setil di fîlmê de îmgeyek e. muzîka fîlmê (bnr: mehmûd berazî) çêkiriye.





di van salan de muzîka kurdî li bakur qedexe ye, kurikek ji titûnfiroşekê emanetekê digire û li dilmişê siwar dibe. di rê de jendirme erebeyan dide sekinandin û xelkê kontrol dike. bêyî kontrolê karekterê ku emanet girtî wê emanetê hewl dide ji paceya dilmişê biavêje derve lê nikare. jinika xwedî di setilên mastî wê emanetê ji destê kurikî digire û dike setilê de. werhasil ji kontrola jendirmeyan bi vî awayî difilitin. di dawîyê de kurik wê emanetê digihîne babê xwe û em dibînin ku ev emanet qaseteke û babê kurikî qasetê datîne li ser teybê û em guhdarîya dengê (bnr: abdulazîzê leşker) heyran jaro dikin.




11.03.2020 18:39 | lehî baranyan

19. Xwarina ku ji taştêya kurda kêm nabe.
Here lînkê



18.02.2023 13:48 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mastar

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî