1. nivîskarê pirtûka "nara" yê, çîroknûsek serkefti ye. çiroka nara diyarî şakiro kiriyê û bi qerhetê dengbêjî bi formeke modern nivîsandiye |
|
28.07.2013 02:28 |
arami
|
2. pirtûka wî ya yekem "asûs" ji weşanên tevnê derketibû, |
|
28.07.2013 02:31 |
arami
|
3. ji çîroknûsên kurdan yê herî serkeftiye,bêdeng û bê olana mixabin. çîroka camêr a bi navê "nara" meriv dikare li ser mijara "di edebiyata kurdî de wek îmkanek folqlor" ê de bike ders. |
|
16.09.2013 21:07 |
tivirloismail
|
4. pirtûka wi ye çîroka dawî nû derket,xweş derket navê wê ta ye.hersê pirtûkên wî ji ji nûve nav weşanên avestayê derçû,mala wî ava.bi heyecaneke mezin li benda pirtûka camêr im. |
|
08.11.2013 23:08 |
tivirloismail
|
5. çîroknûsekî kurd î vê taliyê ye ku çîrokên wî gelek serketî ne, ez ne şaş bim heta niha sê pirtûkên çîrokan nivîsiye; asus, ta û nara.. |
|
28.08.2014 13:55 |
ferhenga şikestî
|
6. Ku we heta niha pirtûkên wî nexwendibin. Bila sibê karê we ê ewil xwendina pirtûkên wî be. |
|
20.12.2014 23:38 |
cîncoqo
|
7. nivîskarê asûsê ye. bi hevokên xwe yên dirêj zorî bide hevoksaziya kurdî jî nivîskariya wî baş e, hêjayî qalkirinê ye. çîroka ewil di asûsê de gulên sala kezeba mirovî deşewitîne. çîrokeke delal e. ew çîrok, gulên sala, qet ji bîra min neçûye. û piştî çend salan ez ketim vê ferqê ku çîroka sala min bernade. ez car din lê vegeriyam û min car din xwend. bi taybetî jî rûyê sala ji hiş û bîra mirov naçe. |
|
24.12.2018 22:58 ~2024.05.19 23:38 |
mirovekirind
|
8. Çîroknûsê ku divêm pirtûka wî ya nara bixwînim lê hem wext tûne ye û hem jî di rêzê pir pirtûk hene. |
|
25.12.2018 12:37 |
xelîl
|
9. heftê û heft xwezî li wan kesan ku li ber çoka Mehmet Dicle guh dane wî. |
|
20.02.2022 15:02 ~2022.02.21 19:50 |
ezcan
|
10. min heta îro romanekê mîna berfa sor, wisa xweş û bilind bi kurdiya kurmancî nexwendibû. dest xweş mihemedê dicle! Here lînkê |
|
06.02.2024 07:17 ~07:21 |
tizbîkêş
|
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1] |
|
xwekujî [1] |
|
dayikên şemiyê [1] |
|
abdullah kıran [1] |
|
cemaeta îsmaîlaxa [1] |