Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mesnewî - tirşik
mesnewî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mesnewÎyÊn gellek navdarÊn qedÎmÎyÊn din jÎ hene lÊ gava ew nav tenÊ hat gotin mesnewÎya mawlana rÛmÎ tÊ bir. ew pÎrtÛka ji sed Û bist Û şeş hezar beytan pek tê.

beyta evvelîn beyta navdar bişnew e, yane ke goh bide.



01.03.2014 15:45 | cinorek

2. (bnr: ÇÎroka xirtik)



01.03.2014 17:57 | biruya hayao miyazaki

3. pirtûka ku orjînala wê nizanim lê min beşeke ji wergereke wê ya tirkî xwendibû. di beşeke wê de ji bo jinan tiştên eletewş digot, loma jê sar bûm. kanî digot in mewlana=xweşbînî?



01.03.2014 19:40 | simurg56

4. min çend çirok jê xwendin têde çîrokên erotîk hene ez şaş mabûm hevalê min çend nimûne li du hevudu rêz kir ku çîrokeke jê heye ku jin diçe kîrê hespê dialêse min pirr şerm kir bi xwedê lê divê di vir de eyb û fedî tunebe biborînin:-)



01.03.2014 23:13 | ferhenga şikestî

5. çeşneka helbesta wêjeya klasîk/dîwanê ye, bi zimanê kurdî, erebî, farisî û tirkî gelek helbestvanan bi vê cureyê helbestên xwe lê kirine.. lê di nav xelkê de bêtir wekê navê berhema meşhûr ya mewlana celaledînê romî tê zanîn, camêr 6 cild berhem daye lê bi xwe re nedîtiye navekî lê bike.. li gorî nÛçeyeka rûdawê ji aliyê melayekî ji rojhilatê kurdistanê bi navê mele ehmedê şerefxanî li kurdî(kurmancî) bi awayê menzûm (helbest) hatiye wergerandin û weşanên şaredariya bajarê mezin a konyayê jî çap kiriye..



14.05.2015 19:34 | endazer

6. şaredariya konyayê wergera wê ya kurmancî çap kiriye.Here lînkê



15.05.2015 15:53 | diclefirat

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mesnewî

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje pirtuksiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî