Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
meşşaîtî - tirşik
meşşaîtî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bizava meşşaîtiyê derdoreke felsefeya îslamê ye ku feylesofên îslamê yên pêşî ji vir gihêştine.

piştî pirtûkên arîstoteles ku ji bo zimanê erebî hatin wergerandin felsefeya îslamê li ser fikrê arîsto û feylesofên yewnanî ji xwe re guman û qaîdeyan hilgirt û dest pê kir. ji xeynî meşşaîtiyê gelek bizav û tarîk-ol (ji yola tirkî) hatin avakirin lê mirov dikare bibêje ku bingeha hemûyan meşşaîtî ye. heya roja me ya îro jî bandora vê felsefeyê dewam dike.

meşşaîtî ji koka meşê tê. ji ber ku feylesofên yewnanî pirî caran dimeşiyan û xwendekarên wan li dora wan bû ji xwe û ji xwendekarên xwe pirsan dipirsiyan. di bizava meşşaîtiyê de jî ji ber ku dema ders dayînê feylesof û xwendekarên xwe dimeşiyan, difikirîn û li ser pirsan difikirîn ji van re meşşaî hat gotin.

mirov dikare bibêje ev bizav bêndereke ku weke bingehîn ji felsefeya arîstoteles û platonî pêk tê ye.

nûnerê herî sereke yên meşşaîtiyê ev in;

-kindî
-farabî
-îbn-i sîna
-gazalî



03.05.2020 08:11 ~08:15 | roberz

2. ji aliyê fazlurrahman ve meşşaîtî wekî şaxa felsefeya yewnanî ya di nav felsefeya îslamî de tê dîtin û bi ya wî û gelekên din ve tê de herî berbelav û qedirbilind tê hesibandin. lê belê ji yewnanan jî cihê ye: fîlozofên misilman hema tu carî neketine fikrên materyalîzmê, xwedê tune nehesibandine û sînorên hêrana fikrên xwe bi ya rêzikên îslamê danîne û ev jî tevgerên fikrên wan sînorkirî kiriye. di nav wan de ya herî orîjînal îbn sîna ye.

her wiha mixabin ji ber felsefeya gazalî ya ku hemû xwîna felsefeya îslamê di destên wî de ne, gazalî ew qir kiriye, di cografyaya îslamê de felesefeyek me ya orîjînal dernahatiye, ji xwe yên heyî jî (meşşaî) ji tirsan nikaribûye qelemên xwe tev din bo ku tûşî sûcên derdîniyê neyên.

her wiha em dikarin bibêjin ku ekola tenê ya felsefeya îslamî meşşaîtî ye. ekoleke din tune ye. ji ber sebebên li jor hate zelalkirin.



03.05.2020 11:04 ~13:14 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» meşşaîtî

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî