Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
mijabad - tirşik
mijabad | 2012
Nivîskar: jan dost | kurmancî | roman | 240 rûpel

...“Mijabad”, bi tevayiya xwe romaneke serketî ye, gelekî bi serketî ye. Min bawer nedikir ku ewqasî be, lê min nihêrî ku ji baweriya min jî wêdetir û...
mijabad
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekem romana jan dost e

behsa berzaniyan, qazî mihemed û komara mahabadê dike, nakokiyên di navbera rêxistinên kurdan û rewşa siyasî ya her çar parçeyên kurdistanê... ji çar beşan pêk tê lê hemî girêdayî hev in yanê vegotin naxitime weka ku beşeke nû venebûya roman li ser bûyera qalkirî diherike

romaneke hêjayî xwendinê ye



'ev roman li ber ronahiya çar çirayan tê xwendin'



''wê şeva payîzî xewê riya çavên min winda kir, genaralên artêşên fransiz û alman û ingilîzan jî wê şevê çav nedane ser hev, ez difikirîm çi bikim û berê xwe bidim kîjan bajarî? kîjan bajar ê min û birînên min hembêz bike! ew difikirîn kîjan bajarî têxin bin lingên xwe! ez jî difikirîm kîjan bajar dikare ji min re bibe penah. ez generalê evîneke sêwî bûm wê şevê!'' rûpel 37



15.07.2015 19:40 | ferhenga şikestî

2. min pirtûk xwend û li ser navê pirtûkê angorê xwe analîzek kir:

Serlehengê pirtûkê badîn e.

roman wisa dest pê dike: ez badîn im, bayekî dîn im..

Badînê dîn navbera evîniya şexsî û ya netewî de dibe elokeke evîndar. geh xwe evîna xeyalên peşmergeyan dixe û xwe diavêje nava refên peşmergeyan, geh xwe diavêje nav Paşika jale yê, geh nav helbestan, geh nameyan, geh xeyalan, rewşa welêt, neyekbûna kurdan û alîyekî din mamostetiya bi kurdî û mujde..

ez zêde behsa mijarê nebikim bo ku wanê bixwazin bixwînin hebin..



lê dawiya romanê de tiştekî wissa ecêb dibe! meriv şaş û me'tel dimîne. waxta min xwend pêşîyê ez bi dengekî bilind qêriyam min got: yuhhh! Û paşê dev vekirî mam *





ez vegerime analîza xwe: mijara pirtûkê qazî mihemed û mihabad e

Badînê me du jina hez dike navê yekê mujde ye navê ya din jî jale ye.

navê pirtûkê jî mijabad e.

tîpên peyva "mijabad" ê da tîpa serî ya navê herdu xoşewîstên badîn heye ; )



yek jî romanê de behsa mijê jî dike, belkî jî bona mijê jan dost navê romanê lê kiribe mijabad. (mihabad/ mij-abad)

Belkî jî (bnr: haja jan dost ji vê analîzê hebe yê şaş bimîne) *



18.09.2016 21:14 ~21:33 | bûtîmar

3. kurtasiya; mujde/mijde/ û jaleya badîn * li serbextê hozan serhad



18.09.2016 21:49 | shorbevan

4. Min mîrname ya jan dostpir hez kiribû.
Dikim îcar wê pirtûka jan dost bixwinim.
Hêvi dikim ew jî pirtûkek baş e.



04.02.2017 20:39 | elaziz izzetpasa camii

5. analîzek wiha di nav de ye:

"heremên kurdan weke giravên ji hev qut di deryayekê de ne, pêwist e kelek û gemî û qeyik hebin da ku xelkê ji giravekê bigihîne giraveke dî" rûpel 106



26.07.2018 14:35 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijabad

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî