Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
misilman - tirşik
misilman
(3) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. kesên ku li gorî hedîsekî pêximberî şehadeta xwe dihînin anku hebûna xwedê û hebûna pêximberê wî mihamedî dipejirînin û nimêja xwe dikin û zekata xwe didin û diçin hecê û rojîya xwe digirin.

(bnr: hedîsên pêximberî)



02.01.2014 19:21 | dijber

2. dijminên herî mezin yên êzîdiyan in. ji êzîdiyan re dibêjin "şeytanperest". îmana xwe bi quranê û hedîsên pêxemberê xwe tînin. ji yên ne-misliman re dibêjin kafir. û dibêjin yê ku ola îslamê qebûl neke, wê piştî mirinê bice dojehê, eger îslamê qebûl bike, wê bice bihuştê. ew kafiran jî parve dikin ser ehlê kitêb û yên mayîn. gorî ilmê dînê wan, endamên ehlê kîtab - ango cihû xwediyê tewratê û xacparêz xwediyê incîlê - dikarin di dewleta îslamî de bijîn eger ciziya bidin. lê êzîdî ne ji ehlê kitêbin, loma jî nikarin bi ciziyê xwe xilas bikin, divê yan bibin misilman yan jî mêrên wan bên kuştin û, jinên wan jî bibin cariyên misilmanan.



18.06.2015 01:55 | hola êzîda

3. kesên bi dînê îslamê bawerî hanîne.

(bnr: ger misilman misilmanbin ez ne misilmanim)

pirahîya wan ji xwere misilmanin



18.06.2015 02:37 | shorbevan

4. haya piraniya wan ji qur'an'ê tune ye. ola îslamê jî nizanin, ji kal û bavê xwe çawa dîtin helwestên xwe jî wisa xuya dikin.



derbeyeke herî mezin ji bo îslam, quran'ê hepskirina mizgeft/camiyan e. li dema ''emeviyan'' dest pê kiriye û heta niha jî berdewame. piştî ji emeviyan misilman gav bi gav bûn xofî/kovîtir. li islamiyetê gelek şêrên fikirî bûne, hewce nake em ê yek bi yek bêjin. aliyê kevperestan serketine, aliyê aqilmend, fikirkar bin ketine. sedema rewşa islamê nihayin jî ev e.



bêelaqe, herî xweş rêzgirtin û laicism e.



18.06.2015 02:49 ~03:03 | endazyar

5. ne dijminê êzidiyan in. hema tiştekê jî fîşal nekin. ma yên ku gihiştin hawara êzidiyan jî ne misilman bûn? an jî qet nebe piraniya wan.



18.06.2015 17:55 | simurg56

6. yên ku vekişiyane, ji ber misilmantiya xwe û êzîdîbûna wan vekişiyane. yên hatin hewara wan, di ideolojiyek derveyî misilmantiyê hatin perwerdekirin



18.06.2015 21:31 | hola êzîda

7. kesên pewîstiyên ola îslamê li cîh tînin re tê gotin. le piraniya wan li gorî keyfa xwe dijîn û navê îslamiyetê qirêj dikin. heta ku mislimantiya rast hîn nebe bila kes nebêje mislimantî an jî ola îslamê xerab e . mirov xerabin ew kesên bêwîjdan û xerab ne tenê navê olan navê bajaran û navê nijadan û hwd jî xerab dike.



19.06.2015 01:39 ~01:40 | aynştayn

8. cûreyekî mirovan e ku di nav civakekî de rêjeya wan ji %10ê derbas bibe li wê derê nayê jiyîn.

hemû dinya ketiya bela misilmanan, nikarin xwe ji terorîzma wan xelas bikin.



06.11.2015 21:37 | obamayê qunreş

9. Berevajîya kafiran.



07.11.2015 00:49 | vice versa

10. navê wî qewmî ye ku di rojîyê de incax bi daholê şiyar dibe.



27.05.2019 00:14 | yusiv hemed

11. Ew qewm e ku xwedê jî nikare pê.
ew qewm e ku xwedê jî nikare wana têxe eyêr.



03.06.2019 20:51 | yusiv hemed

12. Yaw qewmek heye hema ji kîjan netewê bin jî helwesteke taybet yên wan heye naguherê, karakterîstîk e.

Wek mînak bigre ku di trafîkê de yekî rê neda wan yan jî di asansorê de girtî mane;

Bêeger yekcar dihên hemû tawanan diavêjin stuyê misilmanan.

Birastî eyarê xwe nizanin. Pêşî her kesek xwe bi xwe bixe eyarê.

Xwedê qedera ango bexta her kesî daniye destê wan. Riya rastiyê jî wek xipxuya bo me nîşan û rave kiriye.

Êdî kî xwe bi kiryarên destên xwe sererast bike xwedê wan rast bike. Kî rastbûnê hez nake û napejirêne cihê wan eşkere ye jixwe.

Biya min serê pêşîn devê xwe rast bikin. Xwedê belayek wek kanser û wekî wana bide kesekî devê yekî nikare bigihêje hawara yekî bixwedê.

Karîn, ji bo xwedê nikare bibe dabaşa axaftinê jî. Jixwe karîn ji aliyê xwedê ve hatiye afirandin.

Helbet xwedê dilnerm e , dilovan e.

Lê misogeriyek ango sigortayek nîn e ku xwedê bi belayan mirovan nehêçîne. Xwedê bi vê rêyê jî tiştinan hînî mirovan dike.

Înşaela hîç kesek hêza xwedê bi vê şeweyê tecrûbe nekê.



04.06.2019 02:39 | bilbilê dilkul

13. Kesên xwe ji xwedêre şikandine bawerî anîne, yên dînê mihemmed qebûl kirine evdîtiya xwedê û pêxemberiya mihemmed qebûlkirine û yên di vê rêde bi cîh anîna ferzên îslamêde têkoşîn dikin

Kesên roja mehşerê dînê wan qebûl dibe û serfiraz û serketî û yên bên xelatkirin ev kesa bixwene

Tabî dem hatiye li axir zemanê erase bûye kesên behsa wan dibe ew û tena îmana xwe biqalîte pir kêmin herkes mihafiza xwe jiwan dike
îro dîsa dînê ku qebûl kirine ligoraya wî herî pîs û heramê wan jî wê cezayê xwe bikşîne û dawiyê bikebe cennetê, olek wanî xweş û belaş, pak û paqij û qîmet negirtî heye mixabin wê hesabê wî bê pêrsîn çewa qanûn kî û zagonên dewleteka tirek qebûl dikin qedr didin ji yasaxê wî ditirsin ji xwedê û ji dînê wî natirsin binpê dikin wê roja xwedê jî were qedr û qîmet nade wan kesa binpêkirina rastî eve

Werhasil ez jî jipirahiya wan misilmanên jixwere bi gazinim
Lê kesên pir baş yên meriv xweziya xwe bi miroviya wan tîne dinava wande hene ez teva wisa dixwazim çewa tenê bê zirarbin qenciya bikin heyra ta'etek jî jiwe naxwazin ez kefîlê we yê cinnetê hew. îslama rastî eve an tiştek wisaye



04.06.2019 18:01 | telebê hz mêdî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» misilmanên ji bo pêxember digirîn

Kategoriyên mijarê:: oldin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî