1. nivîskarekî kurd e. derhaqê camêr de zêde agahîyên min tune ye lê li gorî pirtûkakurdîyê pênç pirtûkên camêr hene ku di malperê de tên firotan. |
|
14.01.2020 14:55 ~14:58 |
ferhenga şikestî
|
2. li gorî min keseke/î ji xwe re bêje ez nivîskar im divê ev qas wextê xwe li ser twitterê, facebookê, instagramê bi polemîkan û daxwaza pesnê min bidin neke, lê berovajî vê em dibînin ku nivîskarê twitterê, nûdem hezex di rojekê de hema bêje di hemû tweetên xwe de îma dike ku kes danasîna wî nake, kes behsa pirtûkên wî nake, kes bi wî re hevpeyvînan nake, hwd. lîste dûv û dirêj e. werhasil nivîskareke vala ye, hebûn û tunebûna wî ne tiştekê li wêjeya kurdî zêde dike ne jî jê kêm dike. îca kîjan alî bivê bila ji wî alîyî ve bajoo. |
|
05.02.2020 09:23 ~22:24 |
lehî baranyan
|
3. Hinek kesan li wir gazin jê kirîne lê li qusîrê nenêrin Nûdem di gotinên xwe de mafdar e! Camêr ne zimanzan e lê ji gelek ''zamanzan''an baştir analîza zimanî dike. Karê wî nivîskarî ye û di karê xwe de jî serkeftî ye. Qelema wî ji yên wekî rênas jîyan û filan bêvanan gelekî xwirttir e. Zimanê nivîsa wî zimanekî zelal û tê fêmkirin e. Romana wî ya bi navê ''Bîr'' romanek serkeftî ye. Ger hûn gazinan ji yekê bikin pêşî herin afirandinên wî/wê bixwînin. We nexwendî ye û bi ser de hûn radibin rexneyan jî dikin. We nivîskarên beredayî kirî ye taca serê xwe lê mixabin we qîmeta yekî wekî Nûdem Hezex hê jî nezanî ye. Bi kurtasî Nûdem Hezex yekî têr û tije ye, qelema wî xwirt e, zimanzanîya wî jî gelek e. Wekî her cara kesên beredayî nekin taca seran û kesên wekî Nûdem Hezex xwirt di nav xwe de nehelînin! Ev wê bibe xeletîyek gelek mezin! Divê mirov li kesên wekî Nûdem Hezex xwedî derbikeve. |
|
08.02.2020 22:28 |
lîfikê firaxê
|
4. car caran li ser zimannasiyê gotinên wisa seyr û ecêb dike ku meriv şaş dibe û dipirse ka nivîskarê romana bîrê û xwediyê vê tweetê heman kes in, gelo? |
|
09.02.2020 03:18 ~03:19 |
tizbîkêş
|
5. Gotina zimanzan nin e lê ji gelek zimanzanan baştir analîza zimanî dike gotineke populist e. Bandora sosyal medyayê ye. Çimkî zimannasî bixwe zanîsteke sosyal e. Wek zanîstên fennê rê û rêbaz û rêgez û pîvanên zanistên sosyal jî hene. Li hemî dinyayê di civatên pêşketî û gihayî de namûs û şerefa zanistîyê heye û derûdora akademîk a wan milet an netewan qedrê zanistîyê dizanin û hemî xebatên xwe li gorî rêzikên zanistîyê dikin lê mixabin dewletên di wek Tirkîyê de tu namûs û şerefa zanistî û îlmê nemaye. Kurd jî mixabin ji ber bandora tirkan meyldarî vê pergala jihevketî ne. |
|
09.02.2020 15:42 ~15:46 |
ferhenga şikestî
|
6. nivîskarê ku bêhed pesna pirtûkên xwe dide. |
|
09.04.2020 19:35 |
roberz
|
7. nivîskarê ku ji xwarina tirşikê hez dike yan na nizanim lê ji malpera tirşikê zêde hez nake.* ji ber ku hinek şîrove û rexneyên tirş jê re hatiye kirin xeyidiye. |
|
09.04.2020 20:38 |
xelîl
|
8. kesayeta ku abdullah keskîn derbarê gotina wê ya tweetek balkêş nivîsandiye |
|
09.04.2020 22:47 |
brzn
|
9. Niviskarekî kurd e. |
|
09.04.2020 23:09 ~23:17 |
giyanstêr
|
10. Ev zilam kî ye û bi çi ve mijûl e nizanim lê her rojeke xwedê, yek tê vir bela xwe lê didê, dilê xwe pê rehet dike û diçe. |
|
10.04.2020 15:17 ~15:19 |
xeyda
|
11. nivîskareke ku min derbarê pirtûkeke wî de pesinandinên xweş bihîstin. min tenê navê nivîskar dizanibû berê. piştî ku min li ser twitterê ew teqîb kir min dît ku her roj bi tiştine xav û nivîsine "vala" û hinek jî qaşo zimannasiyê qîmeta xwe kêm dike. A rast bibêjî ez gelek ber wî ketim, kitabeke xweş nivîsiye bi honakeke serkeftî lê tê li twitterê tiştine ne tu tişt dinivîse. Heyran ci hinekî devê xwe bigire û nebe pisporê her qadê lo. ez dewsa wî de bûma min ê ev qurredera twitterê bigirta heta çend biharine din. merivan ji xwe sar nekin wiha. niha gotinên wî nayên bîra min ku li ser ziman û nizam çi gotine, hewce jî nake ez careke din li gotinên wî yên di twitterê de binêrim. bes bila hinkî xwe ji tiştine malayanî bide alîkî. |
|
10.04.2020 15:23 |
serhednişîn
|
12. (bnr: qaşo) |
|
10.04.2020 23:03 |
biruya hayao miyazaki
|
13. xwedîyê helbesta ''otobûsa cizîrê'' ye. wexta ez wê helbestê dixwînim nizanim hema çavên min tije dibin... |
|
14.04.2020 04:55 |
soryazyus
|
14. Nivîskarê ku peyvên di sernavê helbestên xwe de bikar anîne kiriye malê xwe.* Li gorî wî ji bo ku tu van Peyvan biemilînî pêşî divê tu wî li twîtterê bişopînî.* |
|
15.04.2020 15:11 |
xelîl
|
15. Nîv sokrateseke* |
|
15.04.2020 16:03 |
f
|
16. Nivîskarê ku bi nîqaş û tawanbarkirinan dixwaze navê xwe her di rojevê de bihêle.. |
|
15.04.2020 19:19 |
mergehez
|
17. ji navê wî jî xuya ye ku ji hezexê ye * |
|
30.04.2020 11:08 |
merwano
|
18. hevpeyvîna wî ya li ser soranîkirina kurmancî |
|
02.06.2020 12:07 |
merwano
|
19. Nizanim ne nivîskar e? Ne helbestvan e? ne jî zimanzan e? Car caran dide lotikan. Ji hemiyan bêhtir lotikvan e dibêm qey |
|
02.06.2020 23:00 |
paşopêş
|
20. di rojnameya xwebûnê de hevpeyvinekê wî hatiye weşandin; |
|
04.01.2021 15:28 |
hueyn
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |
|
pere li erdê dîtin [1] |