Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
navîgiranmezelîwêran - tirşik
navîgiranmezelîwêran
(14) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Rebenê ku bê hemwelatiya wê kesî lê xêrhatinek nekir. Erê bavo erê qey em ji Rihayê ne bo wî goştê me tehl e.

(bnr: gilî û gazinc ji bo tirşikvana)
(bnr: tirşikvanê bêxêr)
(bnr: hewl dana gihîştina sed peyama)



16.04.2021 23:28 ~2022.05.22 20:10 | navîgiranmezelîwêran

2. Tirşikvanek rihayî ye. Heya ji dest min tê xêrhatin li hemû tirşikvanên nû dikim lê ev canika hêja ji bala min derketiye. Bi xêr hatiye, serçava hatiye. Van roja bo bigihêje peyama xwe ya sedî bi dijwarî dinivîse. Qewet be jê re. Hêvî berdewam be.


sererastkirin: zayend hat guhertin



17.04.2021 00:10 ~14:00 | tîrêj zana 21

3. Ser çava û bi xêr hatîye. Tirşikvanek jin e û ji Rihaye.
navîgiranmezelîwêran/132215 ne wek ko li vir hatîye gotin camêr e. canikek rind e.

Nivîskarek jêhatî û têra xwe zane ye. Hevaltîya wê xweş e. Qeysî ko dizanim îsal xwe di ezmûnên amadehîya zaningehê de biceribîne. Xwedê pê re be. Ew bi peyamê xwe ruyê me spî dike, Xwedê jî ruyê wê spî bike û bi sqorek zêde ew xelat bike.

Lêzêdekirin: Xwedê heta niha ti kes xêrhatina min jî nekirîye:((( ma ez ji eyşikê me



17.04.2021 09:54 ~10:00 | pîroz

4. Tirşikvanek gelek hêja ,rind û şîrîn. Kesek zane , jîrek birastî nayê behs kirin , ku di serîda dema wê nas kirim kurmanciya min wek em li Hewlêrê dibêjin dukelî dekird wate kurmanciya min bi dûman bû ;) ewqas xirab bû dixwestim zimanê xwe baştir fêr bibim li vir kurmanciya jêrîn bikar tînin lewra baş nebûm bo kurmanciya jorîn lê ez wê nas kirim ku bû sedemek mezin ku ji aliyê zimanê kurdî de û ji aliyê gelek tiştên din jî bikaribim jê fêr bibim birastî dema dîtim rewşa welatê xwe ji bakurê çawa ye? dijmin çawa bakurî ciwan û Kurdistanî nazdar dagîr dike asimîle dike hezar şitî dî bellam min katek ke dîtim kurdî wek ew her heye boye min zor bêgûman bûm ke dijmin her çî bike natiwanê îradey gelî kurd têk bişkênê! jiber ku kesên wek wê birastî hêvî ne roniya welatê xwe ne , welat jî tim bi kesên wek wê kêfxweş e şa ye û tenê bi hebûna kesên wek wê serkeftinekî zor gewre/mezin e bijî Kurdistan bijî keça kurd bi taybetî boto û kesên wek to .



17.07.2021 20:47 ~21:11 | hewlêriha

5. Nivîskarê ku dema rastî peyamê xwe yi kevn dibe dibêje ez xwe ji kîjan banî bavêjim * lê ya rastî jêbirinê jî naxwazim hemû wek bîranînekê ne ew salek e.



22.05.2022 20:16 | navîgiranmezelîwêran

6. Kesayeteka pir hêjaye, min qet texmîn nedikir ezê yeka bi vî awayî û Rihayî nas bikim. Di derbarê Rihayê de çi pêşdarazên min hebin bi saya navîgiranmezelîwêranê di hêlek erênî de guherîn. Hêvî dikim keçên Kurd ên vê demê û xelkê Rihayê navîgiranmezelîwêranê ji xwe re bikin mînak û di rêya wê de bimeşin.***



28.10.2022 02:27 ~07:35 | bayê xerbî

7. Here lînkê



15.02.2024 17:50 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» navîgiranmezelîwêran

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî