Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
netflix - tirşik
netflix
(7) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. platforma fîlm, rêzefîlm, belgefîlm û hwd e.
şîrkeket emrîkî ye.
beriya salekê felan li tirkiyê dest bi standina endaman kirin.



29.12.2017 00:15 | brusk56

2. platforma ku tê de gelek tiştên hêjayê temaşe kirinê heye.
mirov dema dixwaze li Înternetê tiştekî temaşe bike, heta veke xwesteka xwe wenda dike. ya rast êdî ez bi xwe naxwazim bi torrent morrent û binnivîsan jî mijÛl bibim.
bernameya wan a ji bo televîzyonên bi aqil bi rastî jî gelek serkeftî ye.

lê kêmasiya vê pergalê jî ev e ; tu fÎlmekî felan li derekê bibînî û bixwazî temaşe bikî sedê 99 wê di vir de tune be. yanê divê tu ji vir hilbijêrî û temaşe bikÎ.

meha yekem ji bo ceribandinê belaş e. vaye 3 heftî ye ez diceribînim bi rastî gelek jê qayîl im. lê ji ber ku zêde wextê min tune ye ji temaşekirina fÎlm û tiştên wisa, di dudiliyê de me ji bo endamtiya berdewam bikim yan na.



29.12.2017 00:20 | brusk56

3. (bnr: la casa de papel)
platforma tvyan a ji ber rêzefilma li jor bala min kişandî, weke din min j'xwel pê tune.



04.08.2018 21:52 | azadixwaz

4. Heke vê şûnda li tirşikê zêde nenivîsim bizanibin ku sedema wê ew e ku êdî netflîxa min heye. baş e ku meriv dikare gelek fîlm, belgefîlm, rêzefîlman bi ziman û binnivîsên cuda cuda temaşe bike.
lê helbet dîsa zimanê me xwe ji vê derfetê bêpar e.



16.09.2018 20:38 ~20:39 | jifêzagorda

5. Belgefilmên di vî platformê de bi rastî jî xweş in lê bi taybetî bi rêzefîlmên xwe tê naskirin. Mirov dixwaze rûne û bîst û çar saet temaşê netflixê bike.
Yek taybetîyê wê platformê jî: çiqas înternet hêdî bibe jî fîlmên wê bê sekinandin didomin.



16.09.2018 21:53 | xelîl

6. li gorî gotinan netflix çiqas wergêrên binnivîsa tirkî li qada înternetê hene, hev dane û ji ber wê binnivîsên beşên nû ya rêzefîlman êdî pir dereng derdikevin an dernakevin...

min di hefteyên çûyî de dokumantereke netflixê ya bi navê one of us temaşe kir ku gelek baş bû ku tu li tirkiyê nikarî dokumantereke wiha çêbike.



23.09.2018 14:03 | biruya hayao miyazaki

7. Sedema vî pirsê ye:

(bnr: heyvê çend gb'an xerc dikim?)



23.09.2018 16:41 | xelîl

8. gelek kurd rêzefîlmên vê platformê temaşedike û ez jî wana yekim. piranîya van kes an jî rêzafîlman binnivîs temaşedike lê bi tirkî. gelo malperên ku binnivîsan kurdî dide hene an jî çekirina malperek wusa zehmet e?



26.01.2020 13:51 | golikvan

9. @golikvan , netflix/116759
Di beşa fîlmên tirşikê de hinek binnivîs hene. Lê zehf kêmin.
Wê rojê min peyamek şand netflixê jibo binnivîsên kurdî, lê peyama min nedîtine hê.
Heke gelek kurd zehf bixwazin, dibe ku bi awayekî profesyonel binnivîsên kurdî lê zêde bikin.
Çima na!



26.01.2020 20:00 | gumgumok

10. Di warê fîlm û rêzefîlmên biyanî de aplîkasyonek(ji bo mobîlê) gelek serkeftî û dewlemend e. Min çend rêzefîlm û belgewar temaşe kirine, bi rastî jî layiqî pîroz kirinê bûn.



26.01.2020 21:01 ~21:02 | xabûrî

11. bi rastî netflix dişibe filmên hollywoodê pere zehf e. qelîte û teknîk pir serkeftî û baş e. lê belê naveroka fîlmên wan gelek vala ne.

dixwazim bixim du beş fîlmên wan ên ku kirîne, li ser platforma xwe bar kirine û yên ku bi xwe kişandine û weşandine.

fîlmên ewil, mirov bi rihetî, xweşik jhinekan ji xwe re temaşe dike, her çi qas gelek ji wan ên hollywoodê bin jî ji ber ku tu carî bingeha fîlmên hollywoodê naguherin. teknîka wan pêş dikeve gelek serkeftî ye, kadraj pir baş e, makyaj û lîstikvan ji xwe naxwazim qal bikim. lê belê mantiqa bingeha fîlman diyar e. têkiliya wî tenê bi bazar û firotanê re heye. helbet fîlmên wan ên ku dikeve serê mirov jî heye lê mantiqa bi kar tînin mantiqa şanoya yewnana ye. bûyerek diyar dike, bûyera xwe dide fehmkirin pişt re pirsgirêkek çêdike û bi çareserkirinê ve dilê temaşevanan rihet dike. di ber van re fîlmên gelek perizîn jî lê zêde kirine ev pir baş e. mînak harry potter, breaking bad hwd. bawer im qesta min hat fehmkirin.

ji ber ku hollywood şer û tundî hwd. jî difroşin, demekî michael haneke ji ber helwesta wan a bazirganiyê filmek bi navê funny games kişandibû. pêşkeşvan jê pirsî te ji bo çi vê fîlmê kişand? ew jî dibê ku medayaya fîlman a serdest fîlman her tim tundiyê difiroşe û min xwest nîşan bikim ku tundî çi qas tiştek ne baş e, ne xweş e.

beşa duye fîlmên bi xwe çêkirine ye. ez naxwazim bi gelemperî ser hemû fîlmên wan biaxivim. ji ber ku min tenê fîlm û rêzefîlmên wan temaşa kir û ji van jî qismeke mezin, ne tev an. lê belê min belgefîlmên wan temaşe nekir. tenê li ser tiştên ku min temaşe kirin dikarim bibêjim, derfetên di destên wan de, pereyên di destê wan de û bi van platoyên ku ava dikin û di ber de teknîka wan bi rastî jî gelek xurt û qewî ye, mirov dikare welatek ava bike bi van derfetan. lê belê fîlmê xwe ji bo piyaseya wan germ bimîne dikin zû derxin belkî jî senarîst û ji xwe projeyên wan ev in lewra naveroka fîlmên wan gelek rijî, vala ye. bi sehneyên derasayî û bi seksê dixwazin bala temaşevanên xwe bikişînin û bingeha fîlman vala bihêlin ji xwe gelek fîlmên wan ne diyar e ku mirov nizane ku qala çi dike ser meselê (bnr: godless), weke din di piçek fîlman de mijara xwe berfireh digire û fîlman diqedîne an jî ji bûyer û meseleyeke biçûk fîlmek çêdike ku diyar e pir zor dide beşan li peyî hev dirêj bike, mesela frued, knight, ottoman hwd.

lê belê ji xwe re piyaseyeke baş avakiriye. baş e ku fîlmên wan pir xurt nînin belkî ev rê li ber kirîna wan a fîlmên ji derve bike û belkî fîlmên ku em texmîn jî nakin bikirin û biweşînin.



09.05.2020 07:41 ~07:50 | roberz

12. platforma ku ji hêla bikaranînê ve ecêb xweşik e.
naveroka fîlman weke nivîskarekî li jor jî gotî, zêde ne baş e. lê rêzefîlmên gelekî serkeftî hene tê de. ozark, black mirror, la casa de papel, 13 reason why, vikings, orenge is the new black, unorthodox û hwd. di nav rêzefîlman de ê min neecibandî hema bêje tune ye.

çend heftî berê netflix ketibû rojeva twitterê de. paşverûyên tirk digotin netflix, di rêzefîlmekê de kesekî bi navê osman gay nîşan daye. hevzayend nîşan daye, divê bê girtin felan. wan gî xwarine elbet ji ber sedemek wisa tu nikarî tu tiştî bikî. ger tu nexwazî guhdarî homoseksuelan bikî, neçe pere nede û nebe abone.

lê bi rastî jî di netflixê de hema bêje di hemû fîlm û rêzefîlman de karakterên homoseksuel hene. ez ji dîtina wan ne ew qsa aciz im lê bi rastî netflix jî îcarî zêde dixe nav fîlman. heçiyê nezane wê bêje nîvê civakê homo ye.



09.05.2020 19:58 | brusk56

13. bi xêra serê netflixê temaşevanên dîjîtal hindik be jî bi meseleya kurdan varqilîn. rêzefîlma netflixê ya bi navê bir başkadır an jî bi navê xwe yê navnetewî ethos, zor xweş e, bala xwe bidinê.



27.11.2020 13:16 ~13:17 | tizbîkêş

14. Netfliks çawa ku li amerîkayê "Race and gender quota" ferz dike, li tirkiyê jî pêde pêde şûna vê çêdike. race and gender quota ango rêjeya nîjad û zayendan. Pêşî di rêzefîlma bir başkadırê de aniha jî di rêzefîlma fatmayê de qarekterekî kurd û kurdziman daye pêş ku parêzerê şîrketekê ye.

helbet ev yek cihê şanaziyê nîne, divê amerîka "demokrasiyê" bîne tirkiye jî.



04.05.2021 03:29 ~03:37 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» netflix

Kategoriyên mijarê:: tv tv tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî