Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
nûbihar - tirşik
nûbihar
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nûbihar kovareke çandî, hûnerî û edebî ye, û bi xwerû kurdî ye. ev kovar di 1992an de derketiye û heta niha didome,



www.nubihar.org



24.07.2013 10:24 | botan2

2. kovareke kurdî ye. li ser riyeke oldar dimeşe û zêde tevlî siyasetê nabe.

li stenbolê li pişta deniz urunleri fakutesi pirtûkxaneyeke wan heye ku dema me weke xwendekarên kurd xwestibû kovareke kurdî derxin, ji me re bûbûn alîkar û ciheke erzan û ewle nîşanî me kiribûn.

nûbihar baş e, xwezî hemû oldarên me wisa bûna.



24.07.2013 12:37 | simurg56

3. piştî damezrandina komara tirkîyê yekemîn kovara xwerû kurdî ye li bakûr (1992). serokê gerînendeye weşanên nûbiharê û kovara nûbiharê suleyman cevik e. navenda wê ya giştî li vezneciler a fatihê, buyuk resit pasa caddesi li xana kar ya yumnî yê yumni iş merkezi yêye. gava ku dîwan ên kurdan tê gotin nûbihar tê bîra min.



(bnr: kovara nûbiharê)

(bnr: weşanên nûbiharê)

(bnr: salnameya nûbiharê)

(bnr: dîwanên kurdî)

(bnr: pira di navbera doh û îro de)



ji bo navnîşan û têkilîye navnîşan:

(bnr: buyuk resit pasa caddesi /yumni is merkezi vezneciler / fatih)



24.07.2013 14:15 | seydayê_peyvan

4. (bnr: nûbihara piçûkan)(bnr: ehmedê xanî)



24.07.2013 17:03 | filankes

5. berhema ehmedê xanî: nûbihara biçûkan



24.07.2013 17:24 | arami

6. weşanxaneyek kurdewar û kurdîstanî ye.



24.07.2013 22:53 | shiyandar

7. Ez jî salnameya nûbiharê gelek hez dikim. Tiştên gelek xweş tê de hene.



24.07.2013 22:59 | kurdmisê

8. min di jiyana xwe de cara yekemîn pirtûkeke kurdî nûbihar dît.li ser berga wê wêneya şehîd Seyyíd Ebdulkadir hatibû dayin û anîna rehmê ya Xwedê hat nivîsandibû.min wê çaxê nekarî bixwende û tîpa x'ê wek tîpa îngilîzê iks digot û min peyva Xwedê wek İksweda. xwend.Paşî ez çûm navnîşana ku li paş bergê hatibû nivîsandin û min dixwest berpirsê kovarê bibînim .Li wê derê kek Suleyman Cevik naskir û ez bi saya wî fêrî xwendina kurdî bûm.Xwedê ji wan sed caran razi be.



25.07.2013 00:43 | fizikzan

9. Weşanxaneyek heri kevn u héja ye. bı taybeti, ev weşanxane lı ser berhemén wéjeya Kurdi ya Klasik u Kovarén Kurdi geleş dışıxule u kar dıke. navenda wé lı Stenbolé ye. Gelek şıxulén wé yén bı weqfa Zehrayé re ji hene. (bnr: http://zehrayayincilik.com/dersen-civaki.html)

Jı bıli vana weşanxaneyek İslami ye, bı rasti *



25.07.2013 01:47 | bawermend

10. Bi sala kêdek mezin didin ji bo zimanê kurdi.



03.08.2013 16:34 | newenda

11. nubihar a biçûkan gulzar a hemûkan, ferheng a ehmed ê xanê ye.



03.08.2013 17:01 | sorro

12. weşanxaneya ko klasikÊn kurdÎ jÎ pir xweş perwa dike.



18.10.2013 01:58 | Şoreşa Penûsa Kurdî

13. di warê zimanê kurdî de keda wan pir e...Xwede ji wan razî be.



20.12.2013 16:06 | diljan

14. kovara temendirêjtirîn a kurdan e, kedeke gelek gelek mezin dane di warî zanîn, û pêşvebirina zîmanê kurdî de, niha tîraja kovarê ez ne şaş bim 7 hezar e yanî heke li gorî kovarên din ên kurdan binirxînî hêjmareke gelek baş e, vê taliyê jî di hejmarên xwe de dosyayeke di derbarê diyardeyên cuda de vedikin û hemû nivîskarên kovarê jî di darbarê diyardeyên bijarte de lêdikolin û dinivîsînin



26.08.2014 16:16 | ferhenga şikestî

15. derdora ku selahattin demirtaş di axaftina xwe ya pîrozkirina encamn hilbijartinê de, spasî li wan kiriye. wisa got "bi me re tifaq nekiribin jî piştgiriya xwe dane me"

her bijî.



07.06.2015 22:11 | simurg56

16. min çend car ji xwe re digot çika herim serekî lê dim, axirê nesîb bû cara ewil ez roja şemiyê çûm firoşgehê wan ê li veznecilerê stenbolê. xortekî qenc wê teze zanîngehê xilaskiriye berpirsê wê derê bû pêşwazî min kir em bi hev re rûniştin piçek mûjil bûn, ji min re çay îkram kir.



dikanê wan de hem kitêbên kurdî hem jî tirkî tê firotin, lê belê kitêban zêdetir kurdî ne. min got îşê we çawa ne firotina kitêb û kovaran hwd. got baş e lê belê heke em tenê kurdî bifiroşin têrê nake ku em li ser piyê xwe bisekinin.



min çavên xwe lê gerand herçi kovar û fanzîn tê weşandin têde hebû û xêncî weşanên nûbiharê kitêban weşanxaneyan din jî tê firotin.







01.09.2015 23:43 | mîr

17. Xwendina bi kûrdî bi xêra vê kovarê ji min ra bû evîn.



16.03.2016 21:38 | kevirê aram

18. Vê taliyê Nûbihar Akademî dertê, gelek serkeftî ye û di qada xwe de yekem e. Bi saya serê wê belkî Kurdî di akademiyê de faal be û meseleya têgehan hinek be jî çareser be.



12.12.2016 15:31 | shahab

19. min mehekê berîya vê hêjmaran 148 an stend. ji bo min gelekî serkeftî hat. vê şûnde difikirim kû hemu hêjmarên nû derketî bistînim.naveroka kovarê gelekî tijîye.



09.12.2019 23:57 | golikvan

20. Nûbihar 30 salî ye.
Pîroz be.


Here lînkê



02.03.2021 13:18 ~13:18 | cinorek