1. piştî zivistan/113970 min meraq kir û ev peyv peyde kir. di wîkîferhengê de li bin xufikê wiha gotiye û min ji tirşikê re papîçok hilbijart* : |
|
02.12.2019 23:41 ~2019.12.03 19:51 |
biruya hayao miyazaki
|
2. ne gorên nimêjê lê ew jî wek gorên nimêjê bi sîxik û tayê sûf tê çêkirin, wek gorê kurt in, zivistanê di nava malê de xweş e mirov li xwe bike. |
|
03.12.2019 15:59 |
xendekî
|
3. navê goreyên me yên stûr bûn ku dema em biçûk bûm dîya me ji me re çêdikir û zivistanê li me dida lixwekirin. (tabî me digot papîçûk) niha didim bîra xwe lê nizanim me kengê dev ji vê edeta xwe berda. |
|
03.12.2019 19:36 ~19:37 |
simurg56
|
4. Goreya stûr a ku zivistanê tê wergirtin e. Edet e ez li malê dewsa papûcan, patîka meta min dirûye li pîyên xwe dikim. Wilo germ, wilo rihet û wilo xweş...* |
|
03.12.2019 21:31 |
xelîl
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |