Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
paradîgma - tirşik
paradîgma
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şêwe û awayê fikirîn û tevgerên Di demeke muayyen û xuyakirî de yên civak an jî komekî. Berhevoka nirxên bi hev re têkildar, perspektîfa raman û tevgeran, nêrîna gelemper. Her paradîgma li hember paradigmayeke kevn çêdibe û pirs û bersivên xwe diafirîne. Paradîgmayên ku temenê wan hezar salî ye jî hene û yên ku temenê wan deh salî ye jî hene, û yên ku hezar sal jî ber xwe didin hene û yên ku salekî jî... Paradîgmayên civakî jî hene, yên zanistî jî û yên edebî jî.



04.05.2014 23:10 | ceso

2. Peyveke esilbinyad yewnanî ye. Tevaya xebat û bîr û bawerî û ramanên hizbekî civatekî re tê gotin. Wek pkk,

(bnr: paradîgmaya pkkê)

(bnr: modela pkkê)



16.01.2015 12:17 | xendekî

3. ji bo têk çûyîna paradîgmaya dewleta tirk û kemalîzmê (bnr: paradigmanın iflası)



16.01.2015 16:18 | nazim tolhildan

4. qebuleke giştî ya pergalê ye..

ango di warê tiştekî de gihîştina encameke yekdeng û pejirandî ye..

ji bo komara tirkiyeyê mariv dikare kemalîzmê wek paradîgmaya birêvebirina dewletê qebul bike..

çendîn desthilatdar biguhere jî model/paradîgma hê neguheriye..

paradîgma di heman demê de ûslub û şêwaza rêbazên pargelê jî diyar dike, nav û naverok dibedile lê format/rejîm nabedile û heta ku bi qebuleke giştî rejîm û paradigmaya ha neyê rexnekirin û hemû rêç û şopên yên berê ji qanun û zagonan neyê derxistin mirov nikare bêje paradîgma guherî...

li gora fikret başkaya paradîgmaya komarê îflas kiriye, hilweşiyaye.. (bnr: paradigmanın iflası)

bi raya min bo niha ev yek ne pêkan e ji lew naverok ji qalika xwe derket û bi heman şêwazê ket di qalikeke din re..



mirov dikara paradîgmayê pkk'yê jî piçek bişibîne ya kemalîzmê (mehdê xwe tehl û tirş nekin, yan jî bikin hûn dizanin ji lew rastî tehl e, tirşik jî tirş e) jî. dibe ku argumant û jargonên her dû teoriyan ji hev cuda be lê şêwaz û rêbazên pêkanîna pargelê heman in.

mirov dikare bi çend mînakan jî bide ber hev



16.01.2015 18:03 | ferhenga şikestî

5. yek ji wan gotinan e ku kurdên bakur di axaftinên xwe de gelek bi kar tînin. tdkyê weke Değerler dizisi wergerandiye tirkî, yanî "koma nirxan".

her çiqas ev werger wateya paradîgmayê bide jî, bikaranîna wê ne xweş e.



selahattin demirtaşê ku hilbijartina dawîn de namzetê serokkomariyê bû, jî her tim behsa nirxan û siyaseta nirxan dikir. dîn û îmana wî bûbûn komek nirx. (bnr: paradîgmaya selahattin demirtaş)



17.01.2015 16:58 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» paradîgma

Kategoriyên mijarê:: felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî