Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
parasite - tirşik

Malbata Ki-taek a ku hemû bêkar û feqir in, derfetekî berfdar li mala Park ên dewlemend in de dibînin û xwe hêdî hêdi di nav mal da bi cih dikin. lê bi bûyerekî ji nişka ve ev xewn û jiyana birihetî d...
(12 şîrove)
parasite
(13) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlmekê derhêner bong joon ho yê ji koreya başur e. cûreya fîlmê em dikarin bêjin komedî û dram û rageşî ye.

Fîlm behsa malbata Ki-taek a ku hejar û bêkar in dike. Endamên Malbata Ki-taek bi derfetekê xwe diavêjin mala park ê dewlemend û xwe li wir yek û yek bi cih dikin wekî parazîtan.* her çiqas fîlm bi dîmen û çîrokekê komîk dest pê kiribe jî ji nişka ve bi bûyerekî ku ew bixwe jî ne hêvî bûn her tişt tevlîhev dibe û rewşa wan ber bi dramatîkbûnê ve diçe.

li gorî min fîlm rexneyekî mezin ji bo pergala civakî ya koreya başûr û dinyayê dike û cudayî û biyanîbûnên di navbera hêjar û dewlemendan de dide nîşanê temaşevanan.

pûana min: 86



26.11.2019 14:21 ~14:23 | xelîl

2. xwedîyê xelata herî mezin ya cannes film festivalê ya vî salî (2019) ye. Ji vê xelatê ra fransiz dibêjin palme d'or

Çend roj berê bo dîtina vê fîlmê rabûm çûm sînemayê. hîna fîlm neqedyabû, min got ne yek, du Palme d'Or bidana, wê têra vê fîlmê bikira. di beşa sînemayê ya tirşikê da Min puaneka mezin da.

Sala çûn jî, 2018, Palme d'Or dan fîlmeka japonî (shoplifters). (beşa sînemayê ya tirşikê) Here lînkê ew fîlm jî nuwaze bû. heta dikarim bêjim ew her du fîlm, parasite û shoplifters, ji alîyê çend tiştan ve dişibin hev.

wekî din, ev tişt bala min kişand ku fîlma parasite ji koreya başûrî û fîlma shoplifters jî ji japonyayê, her du jî ji asyaya dûr in. yek bi yek xelata Palme d'Orê wergirtin. çepikekî xurt ji wan herduyan ra.



26.11.2019 14:56 ~2020.04.04 12:13 | mirovekirind

3. fîlma ku xelatên fîlmê ya herî baş, derhênerê herî baş û serkeftirîn filmê navnetewî yên oscarê ya 2019an hilgirtiye. û yekemîn fîlma bi zimanekî ji xeynî îngilizî ye ku xelata fîlmê ya herî baş standiye.



10.02.2020 10:35 ~10:44 | xelîl

4. bêhna kim ki-duk jê difûre. çer min vê fîlma bong joon ho temaşe kir, min go eureka! di hilberînên hunerî de tesîra derhişê hevpar helbet xwe dide der. ji bo ezmûneka din a parazîtbûnê di derhişê hevpar a koreyiyan de berê xwe bidin fîlma 3-ironê jî.



10.02.2020 16:48 ~16:52 | tizbîkêş

5. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê azadixwaz ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 64.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



03.04.2020 21:25 ~2020.05.16 21:03 | simurg56

6. berhema ku xelatên oscar û cannesê standine û heta dawîyê heq jî kirine.

min bi binnivîsa kurdî temaşe kir. loma pêşîn ji azadixwaz re spas dikim. wergerek xweş bû. ji bo ku jina min jî bikare bi hêsanî bixwîne, min leza lîstina fîlmê jî %10 kêm kir. wê jî karî bi hêsanî bişopîne.

piştî ku min fîlmê temaşe kir, haya min jê çêbû ku derhênerê vê fîlmê her wiha yê snowpiercer e jî. jixwe her du fîlman jî li dora heman meseleyan digerin. xuya ye derhêner alozîyên civakê koreya başûr û kapîtalîzmê, ji xwe re kiriye derd. rexneyên girîng û kûr lê dike. di fîlma Snowpiercerê de, ev yek gelek seresere bû loma hinekî xav bû lê di vê fîlmê de bêhnika xwe lê derxistîye.

di fîlmê de tişta ku fêhmkirina wê herî zehmet e, bêguman ew kevir e. vê kevirê yekcar kevira di fîlma spring, summer, fall, winter... and spring ya kim ki-duk anî bîra min. jixwe ew jî ji koreya başûr e. qey derdê koreyîyan heye bi keviran re. (ew fîlm jî bi kurdî peyda dibe di beşa fîlma ya tirşikê de)
henek li alîyekê, ez dibêm di her du fîlman de jî kevir belkî wijdanê temsîl dikin.

fîlm hemû qirêjî û bêwijdanîya kapîtalîzmê an jî ya serdema îroyîn, radixe ber çavê mirov. jixwe mirov ne ker be, vê yekê fêhm dike. çimkî ewqas berbiçav e lê her wiha ji bo gelê feqîr û perçiqandî jî rexne pir in tê de.

hinek xalên ku divê mirov balê bidê:
- çawa ku malbat hinekî pere qezenc kir, cara ewil serê xwe li ber wî zilamê serxweş rakirin ku berê jî dihat ber paceya wan mîz dikir lê heta niha qet dengê xwe jê re dernexistibûn.
- barana ku ji bo dewlemendan romatîk e, ji bo xîzanan rizalet e, gû ye.
- parazîtên kevin ji halê xwe razî bûn û gelek şikirdar bûn. lê yên nû ne wisa bûn. ew mîna vîrûsan bûn. çimkî çavê wan lê bû ku xanîyê komple bi dest bixin. lê nebû, têk çûn. di dawîyê de bavê wan ê ku di stargehê de asê ma, lêborîna xwe ji wêneya xwedîyê mal xwest. yanî eger tu serê xwe bitewînî, tu dikarî wek parazîtek bijî. lê eger tu bixwazî -mirovbûnê dêne alîyekê- bibî vîrûs jî, tê nekarîbî.
- û hwd. hê gelek kitekitên xef hene di fîlmê de.

min 95 pûan dan fîlmê.



05.04.2020 23:09 ~23:09 | simurg56

7. fîlmeke serkefti ye û jixwe pûanek bilind ji imdb yê wergirtiye.ez ji bo jêrnivîsa/binnivîs fîlmê ku %95 bi serkeftî hatiye wergerandin sipasiyên xwe azadixwaz dikim.Bê pirsgirîk dihate xwendin.Tenê ji bo peyva şifêr min go dibe ev tiştek din be lê ji bo ajovan wisa hatiye gotin.Bi ya min ajovan bikaranda wê baştir bûya.Li ser kanala telegramê fîlm pirr zelal û bê pirsgirîka qerimînê mirov dikare temaşe bike.https://t.me/filmenkurdi/ - Here lînkê

Wek min got fîlm pirr xweş bû û serî heta dawî hema bêje henekan nav xwe de dihewand lê dawiya fîlmê de ez pirr matmayî mam.Fîlm dawî de ji henekan derbasê sernaryoya zombiyan dibe dawiya dawî jî girê dide dram.Bi rastî fîlm bi henekan bidomiya wê gelek baştir bibûya.



08.05.2020 17:34 ~17:36 | brzn

8. Qasî tê zanîn %40ê cureyê zindî yê cîhanê jiyana xwe bi parazîtî derbas dikin. Ne ecêb e di nav mirovan de jî ev kes hebin lê fîlm vê jiyanê ji asteke bilind nîşanî me dike. Tew di ser de şerê parazîtan yên nav xwe de êdî biriye asta dawî.

Pûana min bo wergera azadîxwaz 95 e. Destên wî sax bin. Koma telegramê jî karekî hêja kiriye. Bê pirsgirêk min temamê fîlm temaşe kir. Destên wan jî sax bin.



19.05.2020 22:35 | berxweda

9. fîlmeke bêqisur!
bû demeke dirêj min temaşe kiriye niha hemû kîteyên fîlmê di bîra min de nemane lê mesajeke baş û di cih de raberî temaşevanên xwe dike ku divê mirov hifza xwe ji mirovên şikestî û derbxwarî bike û bi ihtiyat nêzikî wan bibe.
sehneya baranê pir xweş bû di nav çend deqeyan de hemû trajediya dinyayê raxist ber çavan.



27.12.2020 01:41 | endazer

10. Fîlm xweş bû û destê @azadîxwaz sax bi lê min wergera fîlmê zêde neeciband. Ji ber ku hin gotin rasterast ji Tirkî hatibûn vergerandin û meriv gava bi Kurmancî difikirî qenc jê fêhm nedikir. Bi a min vergerî ne tenê qûlupandina peyvan yeko yeko ji zimekî li zimanekî din e. Ev kiryarek hunerî ye, divê meriv hebikî hosteyî bixebite. Bînin bîra xwe gava pîrkên me an jî mezinên me tv yê dinêrîyan û me jî wek vergerek li kêleka xwe de digirtin; ji ber ku me dizanîbû çawa fêhm dikin me bi wî awayî bi zimanek xwezayi karê xwe tevdigerand û çavên mezinên me dibiriqîn.

Wekî din, min fîlm zaf eciband xweş bû û dawîyê de bêhna min derket ji ber ku ez bawerim heqê qencîyê divê ne xirabî be. Kesên ku dixwazin xwe li ser pişta xelkê xwedî bikin û qencîyên wan bikin agir li wan vegerînin, ew jî ne bes bikevin ber xwedî-keda tucar nastirin...



05.08.2021 12:17 ~12:33 | pîroz

11. fîlma ev sala berê min jê seyr kir e. "hînbûnî"yeke min heye ku ez tiştên ku seyr kirim an xwendim, li ekşisozlikê mijara wan dixwinim. piştê vê seyr kirim û dîtim ku her kes gotîye ew fîlm tijû me'nayên kûr û giran e. qasî min dît peyamên ku ew fîlm dida bi rastî xûya bûn. herweha biborin xwîn, şer, hevşabûn tişta zêdetir "hûnerî" nakin.



07.05.2022 15:21 ~15:22 | ciwanzêr

12. Lee Sun-kyun ku yek ji lîstikvanên vê fîlmê bû berî mehekê xwe kuşt. întihar kir. Lee di vê fîlmê de di rola bavê dewlemend de bû.

Li koreya başûr întihar weke tiştek pir normal bûye her sal gellek kesên navdar xwe dikûjin.



26.01.2024 13:05 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» parasite

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî