Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
parîsabad - tirşik
parîsabad | 2010
Nivîskar: Fawaz Husên | kurmancî | çîrok | 104 rûpel

Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li sermijara derbideriyê, li Ewropayê û ...
parîsabad
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirtûka fawaz Husên e. Di sala 2010an de ji weşanxaneya Avestayê çap bûye.
Roman e û em belkî dikarin bêjin berdewama amîdabadê ye.
Di her du pirtûkan de jî bajarên Parîs û Amûdê mekanên sereke ne.
Dema meriv parîsabadê dixwîne meriv fêm dike ku fawaz piştî 9 salan xwestiye tiştekî nû li amîdabadê zêde bike. Eger hûn her du romanan jî têkel bikin yanî ji her du romanan bi tenê romanekê pêk bînin, li hev bînin ti evdekî xwudê dê fêm neke ku du heb romanên cuda têkel bûye. Çimkî di her du romanan de jî nivîskar bixwe romanê vedibêje û di her du romanan de jî şêwaz û teknîk eynî ye û du romanan de jî gilî û gazinên nivîskêr eynî ye.

Fawaz di parîsabadê de zimanê xwe kemilandiye li gorî amîdabadê bi zimanekî xweştir nivîsîye. Min di bin sernava amîdabadê de gotibû; 'ji biwêj, qalib, gotinên pêşiyan, wecîze..hwd berrî ye' lê parîsabad di vî warî de hinekî geştir bûye.

Min hemî rexneyên xwe yên ku li ser amîdabadê kiribû di vê pirtûkê de jî Dubare dikim.
Lê lazim e wek encam rexneyeke bi giştî bikim bo her du kitêban. Her çend du kitêbên cuda bin jî bi ya min em dikarin di yek sernavê de eynî rexneyan lê bigirin.

Eger em hindek behsa naverokê bikin. Camêrekî Amûdêyî ji ber gelemşe û pevçûnan koçî Fransayê dike. Lê li gorî nivîskêr dilê wî her li gundê xwe ye û her gav dixwaze vegere warê kal û bavên xwe lê çi ecêb e piştî 25 Salan vedigere û bi tenê çend rojan dimîne û dîsa vedigere kozika xwe ya li Parîsê.
Di van kitêban de nivîskar xwestiye haletê ruhiyeta sirgûniyan veçirîne û pêşberî me bike lê ez bawer im nivîskar negihîje miraza xwe. Çimkî dema min dixwend hîç dilê min bi lehengê sereke ( di pirtûka ewilîn de em hay ji navê wî nabin lê di ya duyem de em pê hîn dibin ku Îsa ye) nedişewitî. Çimkî fawaz di pêşkêşkirina portreya rûhî ya karektêr de bi ser neketiye. Em baş tê dernaxin ku xema Îsa çi ye? Bo çi her û her reşbîn e. Nakokîyekên vegotinê gelek berbiçav in. Mesela her dibêje min berîya bavê xwe kiriye lê tu dinêrî di rûpeleke din de dibêje xwezî min serê xwe bikira memikên falan jinikê û niza xwezî min dilê xwe yê birçî niza bi şewata fîlan jinikê têr bikira û niza xwezî min xwe biavêta dawa bêvan jinikê û min agirê kîrê xwe vemiranda. Welhasil nivîskar dixwaze dilê şewitî ye sirgûnîyekî ku ji ber xerîbîyê bi şev û rojan mitalaya vegerê dike raxe li ber xwîneran û portreya sirgûniyê berpêş bike. Lê tiştê ku min ji karekterê romanê fêm kir hemî derd û kulên wî quz û qûn û memik in. Yanî tu yê bêjî qey ji ber ku li Amûdê xelaya quz û qûn û memikan rabûye û Îsa ji ber vê koçî Fransayê kiriye lê di wir de jî Hama ji bo dermanekî jî bE cot memikan neketiye para wî. Ez henekan nakim bi rastî jî Hama bêje di du rûpelan de carekî Îsa kîrê xwe rep dike û wek radarekê li dû quz û qûnan dikeve.

Di cihekî amîdabadê de teqrîben dibêje Li Parîsê dema em li gel hevalan rûniştin her gav me behsa rewşa kurdî û Kurdistanê dikir lê aniha em hîç qala wan mijarên genî nakin. Em behsa şerabê û niza keçikan falan û bêvan dikin. Ev klasîk nêrîneke oryantalîst e. Qaso Ji ber problemên netewî şerê li dijî kurdan û Kurdistanê rabûye mişextî bûye, ji warê dêûbavan bi dûr ketiye qaşo ji ber hesreta welatê xwe wek findekî ro bi ro dihele lê radibe ji bo Kurdistanê dibêje mijarên genî.
Yanî bi kurt û kurmancî mijara romanê sirgûnî ye lê naveroka romanê bidestnexistina qûn û quzan e.



06.03.2020 23:51 ~23:59 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» parîsabad

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî