Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pelixandin - tirşik
pelixandin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. baneşenek li cem me ye ku dema kesek bersivek tam cî de bide kesekî din, tê gotin.



weke mînak;

li jêr meseleya ku hûn ê bixwînî de, bavê kurikê bersiva xwe ya dawîn de ji bo pelixandinê mînakek baş dide.



"rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin.

piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 sal din jî bixwînim."

bavê wî jî neçar dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"



piştî ku 2 sal din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.



piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.



piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî? me ewqas salan mesrefê li te kir.

kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.



li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "ma ev bû xwendina te? mirişka me gûya wê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar!!"



27.08.2013 20:06 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pelixandin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî