1. ''Berî ku em behsa cureyên penîr bikin, ez dixwazim di vî warî de bi awayekî gelemperî behsa çend noqteyan bikim. Li vir, em cureyên penîr ên ku em ê behis bikin, ew cure ne ku di civata kurdî ya klasîk de hatine çêkirin û niha jî gelek cureyên wan tên dîtin. ïro îhtîmal e ku li gor pêşveçûna teknîkê û guherîna civatê hin cureyên din jî bên çêkirin, lê di dereceya yekê de ew ji me re ne ewqasî girîng in. Ji ber ku îhtîmala windabûna navê wan û awayê çêkirina wan ne di xeterê de ne. Li piraniya navçeyên Serhedê û gelek ciyên din ên Kurdistanê, penîr li gor pincar an giyayê ku dikin navê, tê bi nav kirin. Li hinek ciyan jî li gor helandin an şikil û bîçimdanê nav lê tê kirin. Ji bilî van, ew li gor şîrê tê bikaranîn jî tê bi nav kirin. Penîrê herî normal ji şîrê biharê tê çêkirin. Ji ber ku şîrê biharê kêmrûn e. Ji şîrê madekan penîr nayê çêkirin, ji ber ku gelek têrrûn e û ne ekonomîk e jî. Penîr ji şîrê nîvgermokî tê çêkirin. şîrê bê kelandin hêvînê nagire. Li gelek ciyan dema ku şîr tê dotin, di eynî esnayî de tê hêvîn kirin. Ji ber ku germaya şîrê nû hatî dotin têra hêvîngirtina wî dike. |
|
05.09.2013 19:51 |
endazer
|
2. pêxwarina di yekemîn filmê karton ê ku min guhdarî kirî de derbas dibe: |
|
05.09.2013 20:54 |
azadixwaz
|
3. tişta ku teqez hewce ye bi çayê bê xwarin . |
|
09.11.2013 16:37 |
brusk56
|
4. penîr xurekke girînge ji bo mirov.Ji şîre çelek,mih,bizina çedibe. (bnr: lorik) (bnr:penîre sipî) |
|
15.08.2014 23:12 |
hûteheftserî
|
5. nezÎke du salane nikarim bixwÊm dilÊ min hevdikeve .ax ax min berê ça bilepan dibire devên xwe |
|
06.09.2014 18:39 |
sarpimoleni
|
6. tiştê ku li nik me anko li geverê em giyayêt wekî pûnk,sibit,kengir û niza çend tiştêt dî jî diken nav da.tama wan xweştir dibît.sala dî dayka min hindek penîr çêkiribû nêzîk î 5 bîdon a û min û babê xwe jî li cihekî veşart,ez cihê wê nabêjim jixwe diz zêde ne * |
|
05.04.2015 15:18 |
vêca çiyeeee
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |