Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pk - tirşik

zilameke ji gêrestêrkeke din ji bo lêkolînê tê dinyayê lê mixabin piştî ku li dinyayê peya dibe, hema çend deqeyande zilameke hindu kumandaya kontrolkirina keştiya wî ya fezayî didize film li ser lêg...
(10 şîrove)
pk
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê filma nû a aamir khan e. 2014 an de ketiye vîzyonê.

film 152 xulek e lê bêhna mirov xulekek tenê teng nabe. filmek pir xweş e.

mijara filmê bawerî ne. bi nêrîna deîzmê li mijar dinêre û peyama xwe jî gelek baş dide.

puana min jê re 86 e.



09.02.2015 00:01 | brusk56

2. filma ku bi navê chaar kadam stranek piiirrrr xweşik dihewîne.



09.02.2015 00:03 | brusk56

3. filma keyfa min ji niha ve jê re hatî û bawerim keyfa imdbê jî jê re hatiye ji ber ku 8.6 dayê. niha filmê dadixim û înşileh demeke ne zêde dûrde ezê fikrên xwe yên li ser filmî ji vir biweşînim.



15.02.2015 13:48 | azadixwaz

4. Fîlmekî pir serkeftî yê bollywoodê ye. Mijar basît e, rol basît in, senaryo basît e lê wate û peyama fîlm pir kûr û hêja ye. Fîlm sedesed rexnegiriya civakê û baweriyên çewt û batil yên mirovan dike. Û komedîyeke xweş e. Rexneyên baş li olan dike Bila ji niha ve hevalên ateîst xwe bavêjin ser fîlm, ê min digel ku teîst im jî fîlm pir xweşa min çû ji ber ku di xwe de rastiyên berbiçav û beloq dihewîne û jixwe fîlm olan reş nake tenê bi awayekî baş rexne dike.



22.04.2015 23:58 | ceso

5. filma beriya 8 mehan min ji bo temaşekirinê daxistî. şeva borî bu nesîp ku temaşe bikim, lê wisa bêjim ji bo ku bikarim guhdarî vê filmê bikim saet 4an razam û wextê min guhdarî dikir qet ranezam û ev nîşaneya çiqas-xweş-buna wê ye.

fîlm li ser bingeheke xeyalî hatiye avakirin lê senaryo ewqas baş hatiye nivîsîn hema hema mirov ferq nake ku behsa zilameke der-dinyayî dike. honandina filmê pir baş e, mirov qet bala xwe jê nade. weke her filmê aamir khan pir pêkenok e.


weke her filmê holywoodê ev film jî evînê dihewîne lê ne weke filmên holywoodê vê evînê çavê mu re nake. serlehengê me ne ji dinyayê ye û bi girtina destê mirovan dikare her tiştî hîn bibe û weke din pir jîr e. bi dîtin û gotinên xwe rexneyeke qerrase li olan hemuyan dike.

tişta herî zêde ez lê keniyam; pk(serlehengê me) ji ber ku ne ji dinyayê ye tiştan nû hîn dibe, ji ber ku şalê yekê çuye quna wî, şalê wî rast dike paşê dibêje min tişteke xelet kir û şalî dîsa têxe cihê berê.



28.10.2015 17:08 | azadixwaz

6. fîlmek hêjayî temaşekirinê ye. di derheqê olan de rexneyên baş kiriye. lê ev rexne ne hişk in û ne radîkal in. helbet li gorî hinekan rexneyên wisa nerm jî belkî sedema kuştina derhêner be lê ya rastî rexneyên %100 di cî de ne û hindik in jî.
rexne û nirxandina olan, bi çavek deîst hatiye kirin. loma ji bo xwedê na, lê zêdetir ji bo kesên ku olan bi kar tînin rexne hatine kirin.
fîlm bixwe gelek bikeyf e. mirov têra xwe dikene jî, di sahneyên dawîn de kelogirî jî dibe. loma bêguman ez temaşekirina wê pêşniyar dikim.

Bi ya min senaryoyê ji vê fikrê derketiye: kes ji me ola xwe, baweriya xwe hilnabijêre. em bi awayek tazî tên dinyayê û li gorî dê-bavê xwe di nav olek/baweriyek de mezin dibin û %99 vê yekê ji xwe re dikin nasname. lê gelo, ger em bi mejiyek ji olan paqij, weke mînak bi mejiyek wisa yê 30 salî me çavê xwe li dinyayê vekira û rastî van baweriyan bihatan, me wê çi bifikira? me wê çiqas ji wan bawer bikira û hwd.? îtîraf dikim, gelek caran min jî vê pirsê di gûftûgoyan de bi kar aniye.

ya din jî pêşniyara pk ya ji hevalên xwe re ye, digot: li dinyayê ger kesek ji we re bêje ku dikare alîkariya we bike ku hûn xwe bigihînin xwedê, hema yekcar bizivirin û ji wê derê birevin! dîsa îtîraf dikim ku min jî gelek caran heman hevokê di gûftûgoyan de bi kar aniye.

tevî ku min ji fikrên fîlmê hez kir jî, min beşa îknakirina girseyên mirovan û guhertina nêrîna wan, ji rastiyê gelek dûr dît. ez jixwe fîlmê li gorî mantiqê nanirxînim, ger min wisa bikira jixwe min ê di serî de bigota "astronotê dinyayek din, çawa dikare evqas cahîl be û di derbarê xwedê û çêbûna gerdûnê de bêfikr be, çima bêyî lêkolînek tên dinyayê û tazî destpê dikin, çawa dikarin cîhazek evqas stratejîk, wisa ehmeqane li cem xwe bigerînin" û hwd. ez behsa van nakim ji ber ku ev ne fîlmek honaka zanistî ye.
ya ez dibêjim ev e, zilamek derdikeve û weke ku heta niha nehatibe aqlê tu kesî, behsa derewînbûna olên çêkirî dike û civak yekcar li vê fikrê xwedî derdikeve û çavên wan vedibe. him jî bi çend hevokan. ev beşa fîlmê, li min xweş nehat. zêde basît û saf bû.
welhasil min 90 pûan dan fîlmê.



10.12.2016 22:42 ~22:53 | simurg56

7. mijara ku du caran hatîye vekirin..

(bnr: p.k)

(bnr: lêgerînê bawerkirin)



10.12.2016 22:59 ~23:00 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî