Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
pîremêrd - tirşik
pîremêrd
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. z. 1867 Silêmanî − m. 15'ê pûşperê 1950 li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû.

li Stenbolê fakulteya dadê xelas kir. Di sala 1907'an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909'an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950'î de seroke rojnameyên "Jiyanewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin.



http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/0/03/Piremerd.jpg



14.02.2014 17:32 | xwelî li ser

2. rewşenbîrekê kurd ê bi soranî nivîsandiye. bi navê wî yê rast tofiq begê mehmudaxayê hamza axazê mesref e. li ser folklora kurdî gelekî xebitiye. helbesta wî ya bi navê em rojî salî taze ye newroze hatewe bûye sirûda newrozê.

ev wêneyê wî meşhûr e:

(wergirtin: http://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AErem%C3%AArd#mediaviewer/W%C3%AAne:Piremerd.jpg)



27.06.2014 18:47 | xendekî

3. helbestvanê vê çarÎnê:



hendê kes wek gullejalle

be dîmen ciwan e û tamîşyan tall e

xozke mirovî bed wek heng biwaye

ke pêwey eda xoy bimirdaye





*gullejalle: gula rûlê

*bed: pîs, xerab

*heng: mêşhingiv

*ke pêwey eda: gava pêve bida

*bimirdaye: bimraye, mirbaye



Pîremêrd



17.09.2014 20:50 | xendekî

4. helbestvan û nivîskarê kurd ê di vî wêneyê jêr de bejn û bala xwe nîşanî me dide ye:



Here lînkê



30.03.2015 09:41 | xendekî

5. Xemxwarê kurd û kurdî û kurdistan, yek ji pêşengên nûjeniyê, nujenxwaz û hişazad û meşrebfire û helbestkarekî nûjen e pîremêrd. Di destpêka sedsala 20emîn, di dema nûjenîzm û ronakbûna civaka tirk de li stenbolê bûye. Di nav ekola servetî funûn de qedrî wî pir dihate girtin. Heval û destbirakê recaizade mahmut ekrem û tevfik fikret e, bi navgîniya tevfik fikret bi rewşenbîrên kurmancîaxêv wekî abdullah cevdet, memdûh selîm beg nas kiriye û piştî ku dikeve nav civata kurdên pêşverûyê stenbolê jiyana wî kitebikit tê guhertin. piştî dewra xwe ya stenbolê vedigere silêmaniyê û dest bi xebatên kurdewariyê dike û ta niha bandorek mezin li ser nifşên ku li pey hatine hiştiye.



30.03.2015 14:55 | ceso

6. hevbestvaneke soraniya kurdî ye. demekê li colemergê kaymekamtî kiriye, dû re diçe stenbolê û haya wî li vir ji nûjen û nûjentiyê çêdibe û helbestên nûjen dinvîse. jixwe yek ji destpêkerekî rêbaza nûjen tê dîtin di wêjeya kurdî de. dema ku li stenbolê dijî di komaleyên kurdan de dixebite û di gelek rojname û kovarên kurdî de dixebite û nivîsan diweşîne. dîwaneke wî jî heye.



02.01.2016 02:08 | subasi842

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîremêrd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî