Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
pûng - tirşik
pûng
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gihayek li ber kanî û çeman şîn tê, bêhna wê weke naneyê ye.



24.02.2014 00:06 | dara berrûyê

2. te go pînge? * nav kutilkên dewê de zor xuş e,bi qewlê dayka min heft tam jê têt



24.02.2014 00:41 | gulgenim

3. giyayê ku bûyereka piçûkatiya min de qewimi ye tînê bîra min e..di destpêka salên 90an de ji ber tirsa kîmyabarana seddam kurdên başûr berê xwe dan bakûrê welat.. gelê bakûr jî bi her awayî û bi hemî derfetên xwe alîkarî dida gelê başûr. malbata me jî yek ji wan malbatên ku bûbûn penaber li mala me hewandin. ew malbat nêzîkî 2 heyva li mala me ma. navê malxwê malê se'an bû. navê jina wî û zarokên wî nayê bîra min. vêca nexweşiyeka jina wî hebû. Ez nizanin bê ka çi nexweşî bû. ji ber nexweşiya wê sax bê jî pûng lazim bû. welhasil diya min ez rêkirim ber şetê cizîrê û gotr min here hinek pûng bêne. Ez çûm min hinek pûng jêkir û min berê xwe da malê. Ez hinekî rê ve çûm û min hew dît ku ez ketime nava erdekê ku tejî nohkên ter tê de. yê dizanê ji xwe dizanê ku bihara li cizîrê û gellek deverên kurdistanê nohkên ter têne xwarin. dema min ew nohkên ter dîtin aqil ji serê min çû hema min xwe zer kir wan nohkan. min ji xwe re digot e ku ev erd bêxweyî ye û min çi qasî bivê ez dikarim nehkan bixwim. welhasil weke çêleka ku ketî ser kizin de ez jî ketibûm ser wan nehkên ter de. piştî çend deqîqeyan min dît ku zilamek wa ye baz didê û tê ba min. min fêhm ku xwediyê erd e. min bezik da xwe lê feyde nekir û zilam ez girtim. got e min çira ti ketî nava erdê min û zilehek li min da. min hêvî dikir ku mi̇n berdê lê ez bernedam. vêca efendî ez tirsandim û gote ezê te bikim hepsê de. ji hepsê jî qesta wî qulubeya wî bû. paşî got na ezê te rût bikim û tê wûsa rêkim mal. dawiya dawî tiştek nekir û ew nehkên ku min jêkiribûn ji min standin ez rêkirim malê. Ez naha difikirim û dibêjim wî zilamî bawerke gellek hej fantaziyan dikir e. belê çîroka min û pungê weha ye.



09.03.2014 02:13 | nan û av

4. Welle navê pûngê weke "n'anê" tê bîra min.

pirê caran ez û hevalekî xwe roja duşemê diçin bazarê. yek ji me bi kurmancî yê din jî bi tirkî diaxive. Ev car hevalên min min tenê hiştibûn. canê wan sax be. li bazara enqereyê gelekî kurmanc hene û em jî dibêjin bila him em hinekî ji xwe re bi kurdî bipeyivin û him jî gava famdikin ku em hatine vî welatî ji bo xwendinê ji me re an fiyetê dadixin an jî tiştine din bê pere dixin nav tûrikê me. ew kurdên li sûkê bi piranî ji qereyazî, qers, heymena û hinek cihên din ên anatoliya navîn bûn.

Min kartol, fringî, mûz û xiyar kirîbû hê ku ew di destên min de bûn hinekî li jora min 4-5 kes li ber dezgeyeke dirêj bi hev re bi kurmancî diaxivîn. Min rast berê xwe da wê derê. Rojên min ê li gund di nav zeviyê sebzeyan de hate bîra min. Min got: "Qewet be." Gava ku min wisa got min jî gote qey ew ê hemû li dora min bicivin û hal û rewşa min bipirsin. yekî ji wan cewab da û bi min re eleqedar bû. Dilê min him danûstêndinê him jî hinek axavtinê dixwest lê wekî kiriyarekî normal bi min re bi kurmancî diaxivî. heçku vê bûyerê her di bîra min de ye: "em ji xwîna hevin." tewerê bi tirkî ji min re gotibû. ez dibêjim qey xwediyê vê gotinê hesreta dîtina kurdeki bû. bi wê gotinê ez metel mabûm. min ji xwe re got law ma ev netewperestekî kurd e çi ye?

Werhasil min jê kîloyek gizêr, tûzik û tirşî xwest. dagirt. xiste tûrik. min pere dirêjî wî kir. rakirê. pênc şeş heb tiviran jî avête nav tûrikê gizêran û pirsî: "Tu'j ku yî?"

- Ez ji amedê me, ji diyarbekrê.

- Hûn ji ku derê ne?

- Em ji qereyazîyê ne.

- Ma pûngê jî naxwazî?

- Pûng? kîjan e?

Rakire pûngê û nîşanî min da. got:"gelkî baş e ha."

- ka bide. ez pûngê jî hildim.

Min rakire tûrikên xwe û ez ketim rêya malê. di heman demê de hate bîra min ku li mala me ya kevin di nava bexçê me de li kêleka sîran tevî bêhna xwe ya tûj û bi dengê rehmetiya dapîra xwe di hişê min de “pûng” vêket.



09.03.2014 12:31 | amedî

5. gîhayê ku min li gund ji bo destşûştinê bi kar dianî ye * lê dawiyê fêr bûm ku ev gîha navê gihayê tirka yarpuz e û di gelek helbestan de derbas dibe. wê demê min fahm kir ku tirk şorbeya wê çê dikin û verşiya min hat *



tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe



31.01.2015 00:19 | berxweda

6. Cûreyeke naneyê ye û li ber çeman şên dibe. Nebateke bêhn xweş e.



13.03.2019 17:26 | hesinkar

7. Gihayê ku dikeve nav xwarina bi navê girar'ê.Bêhn û tehma girarê xweştir dike.



19.04.2020 13:38 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pûng

Kategoriyên mijarê:: nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî