Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
rîsîn - tirşik
rîsîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jehrek gelek bandorker e.



ev çend car in rastî navê wê têm, loma min meraq kir. min cara pêşîn di rêzefîlma breaking badê de bihîstibû. di vê rêzefîlmê de di nav sîgareyê de hatibû bicîkirin. berî çend rojan jî min di rêzefîlma tyriant de dît.



ji tovên şinahiya bi navê kerçik, tê hilberandin. (ricinus communis)

tenê çend hebên toza wê (ku mîna toza xwêya normal e) dikare mirovek gihiştî bikuje.(kêm zêde 1.28 mg ya bê jehrê)

lê ev mîxtar ji bo enjeksiyona rayên mirov e. ger di nav xwarin/vexwarinan de were standin, wê demê mîxtara pêwist gelek zêdetir e ku nêzikî 1mg/kg ye, yanî ji bo mirovek 70 kg, 70mg rîsîn.

her wiha bi riya nefes standinê jî dikare bandorê bike. bandora xwe bi astengkirina çêkirina proteînan, nîşan dide.

ger rîsîn bi riya devkî were standin, ev bandora wê ya li ser proteînan, heye ku tenê li ser sîstema gastroîntestînalê (ûr, rovî û beşên din yên sîstama xwarin/vexwarinê) derkeve holê û ev jî tenê bibe xusara mukozaya vê sîstemê. bi tedawiyak guncan, ev bandora neyînî jî bi temamî dikare were tunekirin.



ji ber ku bandora wê bi astengkirina çêkirina proteînan nû ye, bandora wê hinekî dereng (ji çend saetan heta rojekê) derdikeve holê.

ji bo tunekirin û bêbandorkirina wê hejrê, ji aliyê leşkeriya îngîlîstanê antîdotek hatiye hilberandin lê hê li ser mirovan nehatiye ceribandin.

dîsa antîdotek jî ji aliyê leşkeriya amerîkayê ve hatiye hilberandin ku bandorên wê yên erênî li ser mişkan hatiye nîşandan û li ser mirovan jî çend testên wê çêbûne.



jehrîbûna wê bi dîareyek giran (emel) xwe dide nîşan û mirin di nav 3-5 rojan de, ji ber xusara li ser dil û sîstema guhestina xwînê çêdibe.

dermankirinek wê ya bibandor tune. dermankirina wê, tedawiyên alîkar e yên weke dermanên ji bo nefestandinê, dana serumê û hwd. ger nexweş, vê jehrê bi devê xwe standibe wê demê şûştina ûrê mirovî, heye ku bandoran kêm bike.



mîna gelek jehran ev jehr jî dikare bibe derman jî. ji bo ku di tedawiya kanseran de were bikaranîn, lêkolîn berdewam in.



09.07.2015 11:46 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rîsîn

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî