Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rûbar - tirşik
rûbar
(13) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Ava ku diherike. jê re ro û robar jî tên gotin. ji çeman biçûktir lê ji coyan boştir û mezintir e. Bi gelemperî li çiyayan pey dide û diherike heta digihêje deryayeke.



Carinan bi rûbarokan re tên tevî hev kirin belam ava rûbaran ji ava rûbarokan gurtir e. ji navê van diyar dibe ku rûbarok ji rûbar biçûktir e.



Wek Rû/rûxar/rûber/rûxal/rûqal/rûkal/rûxsar/rûx/rûbayî bi wateya sath jî tê bi kar anîn. Ango mînak sathê/rûyê/rûbarê dinyayê



Yan jî tê wateya li hemberî rû



Navek bi kurdî ye li kurikan tê lê kirin.



(bnr: çem)

(bnr: co)

(bnr: rûbarok)



16.08.2016 00:48 ~01:40 | rûbar

2. Bi îngilîzî jê re dibêjin river.

Rûbar-river peyvên hemwate ne. di navbera îngilîzî û kurdî de peyvên manend gelek in. Ji xwe her dû ziman pêgirê xêzana zimanê koma hind-ewrûpa nin. wekî farisî, belûcî,hindî, fransî, elemanî..... û bêtir.



(bnr: burda me)



16.08.2016 01:40 ~2016.08.19 00:22 | rûbar

3. nivîskarekê tirşikê ye, bi xêr hatiye.

bêtir li ser erdnîgariyê ditirşikîne, bi kurmanciyeke xweş dinivîse.

me hêvî heye di tirşikê de her berdewam be.



16.08.2016 03:02 ~03:28 | endazer

4. Nivîskarekî tirşikê ye. Bi kurdî dikare dinivîse û pirî caran dikare bi kurdî bifikire lê belê nikare baş biaxive. Ji ber ku ji biçûkatî heta niha li stenbolê ye û kes bi vî re bi kurdî ne axivîye. Kêmasîyek mezin e. Lê belê bi destûra xwedê demekî nêzik de ev kêmasî ji holê tê rakirin. Nivîskarîya Tirşikê ji xwe re wek firsendek pêşve birinê bikartîne. Vê mijarê de ji xwe re armanc kirîye ku nivîsandina vî û axaftina vî bibe rêze û serbest.



Wisan e ya li rojên pêş zimanê kurdî di cîhanê û rojhilata navînê de bibe zimanek girîng û diyarker û pêşxistin înşaallah. Wiha ye demek xirab demek baş.



Xwedayê dilovan û dilovîn her du demê de ji me re jiyanek bi îman û bê îsyan, bi rûmet û bê quretî, bi 'izzet û bê riya, bi aram û bê hewcedar bide û serketinê bike nesîb. Serkeftin hey bi xweda ye.



17.08.2016 04:36 ~05:05 | rûbar

5. jina ku jê ra bizewice yê xwe ra kêf ke *

Bnr: mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan/99433



24.05.2017 16:19 | bûtîmar

6. endamek bêbandore. Yek ji wan misilmanên fehmkore ku mîna xwedayê xwe ateîstan bi agirê dojehê tehdît dike. :D bi bakara makarayan hewl dide çavên kesên ne misilman bitirsîne. Lê başe madem we bi ayetan êrîş kir, ezê jî bi heman ayetan bersiv bidim we. Paşê negirîn!



25.04.2020 23:46 | hespêsor

7. Çima zora te diçe?!

Tehdît ne tehdîtê min e. Tehdîtê xwedaye min û te ye.

Tu delîl filan dixwast aha ji te re delîl.

Tu dikarî li hember qurana kerîmê tiştek, gotinek... bideynê?

Aha furqan li wir e aha rûbar li wir e.
Wa ye meydan heye şêr!

Te û hemû piştevaniyên xwe jî kom bike were.

Erzanî meke.

Baş bizane ku di nav ava rûbara min de gelek kes xeniqîn.

Vêca dora te ne be baş e.

Wer wer.

Di nav hêrsbûna xwe de bifetise. Ji destên te tiştek nayê. Tenê diaxivê û evqas. Tiştek deyne miyanê. Tu ji gotinên devan wergirtî pê ve tu tişt nikarê bêjê û nizanê bêjê.

Heke xwe zana dihesibînî wer meydan.

Aha bersiva ev gefana bide.
Ka delîlên te?

Tu nexoş î. Here ba psîkiyatrîstek ku xwedê şifa ji te re bişîne. Tu şizofren î. Yan jî bi qest sextekariyan dikî. Destê te de ne kitêbek ne agahiyek ne tiştek heye xwediyê nav û kitêb û agahiyan re dev diavêjê. Şiltaxî li van dikê. A rastî derewker tu yî. Madem tu di doza xwe de rast î. Wer bi delîlên xwe. Wilo çenabe. vêga belku tu wek biçûkxistineke fêm bike lê mebesta min biçûkxistina yekî nîn e. Ez cidî me.Lê eilo jî bê fêm kirin ne xema min e.



25.04.2020 23:55 ~2020.04.26 01:20 | rûbar

8. xişîmê selefî, kevneperestê çolê dîsa vireşaye, herder lewitandiye, pişta bavsalarek dilpîs girtiye. ev selefî rasterast bangaşeya şerîeta îslamê û hedîsên mihemed dike ku ew kulliyat jêdera rêxistinên terorî yên îslamî ne. Bi wan referans û hedîsan daîş kuştin û serjêkirina kurdan, revandin û destavêtina jinên kurd li xwe helal kirin, jinên êzidî kirin carîye li bazaran firotinin. heçî bêje ev ne îslame bila biçe quranê û hedîsên pêxember bixwêne. ev selefîyê nezan feraseta cîhadîstan diparêze ku ev feraset dijminê mirovahîyê ye, herî zêde jî kurdan xwisaret ji vê bawerîyê dîtye.



02.05.2020 00:19 | hespêsor

9. Di vê peyama xwe de gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de/121650 ger ne bi armanca trolliyê yan jî Ne bi armanca îronî be, piştevanîya xwe ya li gel romîyê qûndev kiriye.

Meraq dikim gelo keça vî nivîskarî hebe, gelo keça xwe dê bide mêrê bi sê jinan? Yanî keça xwe dike jina çarem a doxînsistekî?



02.05.2020 00:36 ~00:37 | ferhenga şikestî

10. nivîskarê ku hêvî dikim henekê xwe bi Romî dike
wekî din karê me ti ne kar e. Kesên mîna Romî difikirin li ser tirşikê jî hebîn, me pê girtiye!!



02.05.2020 00:44 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûbarê min

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî