Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
seher - tirşik
seher
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. sihar, şeveq, berbang.



22.12.2015 17:06 | shorbevan

2. Sariya sibehê, kebar, berbang, bi soranî elind e.(bnr: elind) e....wexta berî derketina an hilatina rojê..



23.12.2015 19:17 | havka

3. navê pirtûka selahattin demirtaş.

pirtûk ji 12 çîrokan pêk tê. ji aliyê (bnr: dipnot yayınları) ve tê weşandin. em ê şêweya wêjeyî ya başqanê duyemîn bibînin.



11.09.2017 00:54 | wiha wilo wisa

4. bi awayek net, pirtûkek serkeftî ye.
di serî de vê bêjim, di pirtûkê de çîroka herî xerab, tekane çîroka xerab e. ji hedê xwe zêdetir klasîk e û tê de tu tiştek nû jî tune. tu kitekitek an jî peyamek... û ev çîrok îro çiqas rastiyeke gelê me ye, vê jî nizanim. welhasil ev çîrok tunebûya wê gelek baştir bûya.

lê çîrokên din baş bûn. heta hinek ji wan gelek baş bûn. zimanê demirtaş jî têra xwe baş e. mirov carina dikene carina jî diqehire... ji çîrokan em vê fêhm dikin ku demirtaş jiyana xwe, di nîvê nava gelê xwe de derbas kiriye. ji ber vê ye ku ev qas hakimê ziman û jiyana gel e. jixwe ferqa wî û sîyasetmedarên din yên li tirkiyê, ev bû.
bi taybetî jî çîrokên tarih kadar yalnız, Temizlikçi Nazo, ah asuman, bildiğiniz gibi değil xweş bûn.
ku pirtûkek din binivîse, ez ê teqez bixwînim.

ger pirtûk ne ji aliyê demirtaş ve hatiba nivîsandin, ez bawer im wê ev nêrînên min zêde neguherîya. min 85 pûan dayê.



11.12.2017 23:26 ~23:26 | simurg56

5. Ji hikayetan zikê me kurda ez bawer im tijî ye. Hikayeta jiyanê herkesî ji herkesî re bes tê.

Li cihê di girtîgehê hikayet nivîsandînê de bila rewiyabûbana filan deveran ji sedî sed ji bo kurda baş bû. Jixwe em tev hikayet in û tev girtîgehê de ne. Ji me re mirovên li derve dizanin xeber bidin, dizanin rê bidin insanên me lazim e.

Nizanim hikayet, nizanim tabloya hespê. Çi kete destê te û çi kete destê kurda. Ma tenê tawanbar direwin. Ji tawanbaran zêdetir mafdaran direwin aniha. Bi mehane nikare xeber jî bide biaqilo.



12.12.2017 01:21 | bilbilê dilkul

6. kitaba ku çar mehan da 180.000 heb hatibû firotan..

heta niha teqez 200.000 î derbas bûye.. lê tam hejmar çend e nizanim..



08.05.2018 12:23 | bûtîmar

7. -Seher pirtûka ji hela hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) brêz Selheddîn Demîrtaş ve di zindanê de hatîye nivîsandin.
-Ji hêla weşanxaneya Dîpnotê de 16 ê îlona 2017 an de hatîye çapkirin, Ji 144 Rûpel û 12 çîrokan pêk tê.
-Bi Tirkî hatîye nivîsandin û tê wergerandinî deh zimana(Kurdî,Almanî,Îngîlîzî,Îtalyanî,Yûnanî,Erebî,Çînî,Japonî,Fransizî,Flemenkî)
-Di çar meh/heyvan de 180.000 hat firotin.



08.05.2018 14:53 | rêşadcibranî

8. Navê pirtûkê ji çîroka seherê tê.Seher çîrokeke dilşewat e ku pirtûka seher nav xwe da dihewîne



28.04.2019 17:40 | brzn

9. li gorî hevsera min, çîroka temizlikçi nazo nikare xwînerê xwe qanî bike.
wisa: di çîrokê de nazo paqijiya jinekî dike. rojekê li otobûsê siwar e û ji paceya otobûsê dibîne ku mêrê jinikê bi jinekî din re ye. paşê tişt diqewimin û nazo ji aliyê polîsan ve tê birîndarkirin. wê dibin nexweşxaneyê û rastî jinika xwedîyê malê tê û ji aliyê wê ve tê tedawîkirin ji ber ku jinik doktor e.
pirsa hevsera min ev bû: çawa diçe mala jinikê bo paqijiyê? li gorî çîrokê zilam li derve ye û jinik jî li kar e?

kenîyam lê min jî nekarî îqna bikim.



08.05.2019 20:43 | simurg56

10. eyb e, şerm e ku silehedîn d. rabûye bi zimanê tirkî (wtf? /çi, çi, çi? / te go çi, te go çi, hela dîsa?) pirtûkek nivîsandiye û daye wergerandinê li kurdî.

di kovara ziryabê de (hejmar 2) nivîsareke wî li ser muzîkê çap kirine. gelo ew jî ne wergerek e? nivîsên ku di kovarê de cih digirin, ku werger bin, di binê wan de nîşan didin. di bin nivîsar a wî de nîşan tuneye, nabêje werger e. lê baweriyam pê nayê ku ew ne werger be.

di hejmara yekem a ziryabê de jî tiştekî ecêb hebû. hevpeyivînek hebû bi cem şivan ergulê re. di binê wê hevpeyivînê de jî nîşanek tunebû. ez wer dibînim ku pir tiştan bi tirkî dinivîsin û didin wergerandin û çap dikin. em jî dibên "ez kovara kurdî dixwînim"



08.05.2019 23:41 | mirovekirind

11. can dündar pirtûka silhedîn xwendiye û di spotifyê de wek podcast weşandiye. Here lînkê



12.08.2019 17:41 ~17:45 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seher

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî