Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
serbazo - tirşik
serbazo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesta jan dostî ye

ji bo uğur kaymaz û zarokên din ên kurdistanê...

bi dengê xwe yê xweş û rewan jî xwendiye.

dilê meriv ji kevirê piçek jî nermtir be, nema xwe radigire ku negirî

kerem bikin







26.01.2015 21:25 | ferhenga şikestî

2. helbesta wî nivîskariye ku li gorî gotegotan dev ji kurdî berdaye ye. Lê bi rastî jî helbesta wî xweş e û hêsên kurdan tîne ziman. siheta wî xweş be. vegere kurdî jî wê hîn xweştir bibe.



27.01.2015 20:44 | berxweda

3. Jan Dost - Serbazo





"Ji bo bîranîna Ugur Kaymaz û zarokên kurdistanê ên hîn şehîd nebûyî"
Jan Dost

Lê bide serbazo
Li vê sîngê li hêla çepê
Li vî dilî bide serbazo
Ev dilê ku bi Kurdî dike gupegup û
Tenê li ber awazê gulleyan dîlanê dike
Tivinga xwe rastî sînga min ya bê mû bike
Û mêranîya xwe şanî vê cîhana devlal bike
Ev dilê ku bi kurdî dike gupegup û xwîneke koçer tê de dikele
Ev dil…. dilê min e

Sêva jiyana min e ew, parçe parçe bike
Bila diya min bigirî,

bila diya te jî serbilind bibêje Ben bir Kahraman dogurdum.
Lê bide serbazo
Bêtirs û bêfedî

ev dil pezekî kovie nabe kedî

bêxwediye bêxwedî

lê bide serbazê har

gunehkar e ev dil gunehkaaaaar

ew ji bedena Amedê hez dike
Ji kolanên wê yên ku bi şev bîna stêrikan ji wan difûre
Ji stêrikên ku şahidên mirina Şêx Seîd
Û vêketina giyanê Mezlûm bûn,
ji mestbûan daran di hemêza Dîcle de hez dike ev dil
Ev dil, evîndarê toza li pê lingên bêrîvanan yên qelişî ye
Ev dil dilekî amedî ye serbazo

De lê bide zû
Tivinga xwe rastî vî beytikê netebitî bike
ku azadiyê mîna danên genim dixwaze nikil bike
Qederê xefkên xwe yên nedîtî li ber vedane,

Lê kî dikare beytikekî amedî ji xefka ku azadî daneya wê ye dûr bixîne

De serbazo de

Dudiliyê nîş an nede

nîşana xwe baş bigire
Û wî çûkî ji dan dûr birevîne
Eger tu dikarî

Eger tu mêr î

Eger tu diwêrî

***

Ev dil serxweş e serbazo
Kolanên Amedê
Pêlên Dîcle û spîndaran

Xirecira sikakên teng û mişt ji jiyan û sawîran

Siya mizgeft û dêran

Ew dîn kirine

Mîna hespekî kihêl ew zîn kirine

U berdane çolan
De wî li hişê wî vegerîne
Lê bide bêtirs û bêpirs
Ma wê kî xwîna zarokekî
Ji Amedê ji te bipirse

Wê kî hesabê xwîna beytikekî kurmancan bi tere bibîne ey serbazê baz?
Lê bide bi cesareta kalikên xwe
Yên ku birayên xwe di pêçekan de dixeniqandin
Bi hêrsa Atilla
Û hovîtiya siltanan
Fedî neke
Ev zarokê li hemberî te
Zarokekî kurd e
Amedî ye
çarde havînan rûyê wî qemirandî ne

çarde buharan dilê wî
Di bêhna qerenfilan de definandine

çarde zivistanan kenê wî bi berfê şuştine

çarde payîzan xeyalê wî mîna behîvên ter li ser agirê xezaman biriştine


Lê bide û hîîîîç netirse
ma wê kî bibêje te:
Ew zarokek bû
têr lîstik nebûbû

Yareke çavxezal nehebandibû
Ew hîn nebişkivîbû û hîn
Nizanîbû qurşîn çawa dilan qul dike

Evîn çawa dilan kul dike

Wî hîn

Nizanîbû çiye evîn

Çêja ramûsanên bidizî, li nav zadan û di siya darên çinarê de nedîbû vî dilê dîn

***
Lê bide serbazo
Ev dilê min e

Gunehkar e gunehkar
Her bi kurdî lêdide û
Ji sûrên Amedê hez dike
Ji kevokên mizgefta mezin û simîda li ser serê zarokan
Ji siya berêvarê ya diêêêêêj wekî nalînên dayikan hez dike

Ji qutîkên gulên mihemedî li ser kevîkên pencere û şibakan

Ji pevçûnên biçûk li koşe û serê zikakan

Ji bayê hênik ê di hêwana migefta Behram paşa de hez dike

Ji ronahiya qendîlên şeva cejna qurbanê û gurrîna agirê newrozê hez dike
Ji tavên biharê

Ji bejna adarê û ji şingeşinga zengilê beranên qer bêrêvarê
û ji kêlegorên ku bi hêsirên dayikan têne şûştin
Di sibehên cejnan de

Hez dike ev dil

Serbazo
Ne tenê guleyekê ne jî diduyan
Lê li dû hev bireşîne guleyan û wî dilî mîna kevokekê di sînga min de biterqîne
Li ser şaxên
Evîna vî welatî her û her veniştî ye ew
De wî bifrîne
Dewrêşekî Qadiriyan e ev dil
bi Cezbe ya azadiyê ketiye
Diheje

Xwe li ba dike
Xwe li parsûyan dide
û tê ku ji sînga min bipeke

De fermo serbazo

Pêçiya xwe ji ser tetikê raneke

Dudilî nebe

Li benda te me

Amedî me

Amade me


Jan Dost



29.05.2017 14:05 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serbazo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî