Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
serenade - tirşik
serenade
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê berhema franz schubert e.

Hin caran dema mirov, hin muzîkan godarî dike, wekî giyana wî/ê ji laşê wî/ê derdikeve û di her notayan de ji xwe dûr dikeve diçe dîyareke din. Di her godarî kirinê de ew berhem di hişê mirovî de tiştên nû diçûrisîne û wateyên nû bar dike. Serenade jî berhemekî wisa bêdawî û nemir e ku nêzî du sed sal e ji nujeniya xwe ti tişt qeyb nekiriye û ji aliyê gelek navdaran ve bi amûrên cur be cur coverên wê hatiye amade kirin. Ev berhema nûwaze her çiqas di dema schubert dijiya navdar nebûbe jî piştî mirina wî gelek navdar bûye. Bi vê berhemê schubert evîniyê bi şêwaza xwe bêdawî kiriye. Wateyek nû bar kiriye li ber çavên evîndaran. Her wiha hestên schubert ên ku bi saya helbesteke rijiya kaxezê jî bûye encama gelek evîniyên bêdawî.

Çîroka vê berhemê, wekî berhemê balkêş û bedew e. Li gorî gotinên Von Hellborn ev berhema nemir, di yekşemeke sala 1826an de hatiye awaz kirin û li wî çîroka Serenad jî wisa ye.

Wê sibeha Yekşemê Schubert, bi çend hevalên xwe re ji Potzleînsdorfê vedigeriyan bajêr. Schubert dema dimeşîya bi tesadufî hevalê xwe Tieze li baxçeyê "Zum Biersack"-ê li ser maseyeke rûniştî, dît. Schubert û hevalên wî piştî ku Tieze dîtin, dev ji vegerîna bajêr berdan û çûn li bal Tieze. Li pêşiya Tieze pirtûkekî helbestî vekirî hebû, Schubert nêzî pirtûkê bû û lê pirtûkê nêrî, di rûpelekî de sekinî û bi kelecanî helbesta ku di wê rûpelê de şanî hevalê xwe da. Piştre jî van gotinan rêz kir; "Heke kaxezeke min a notayan hebûya, min ê bi qasî vê helbestê melodiyeke bedew binivîsîna."

Piştî van gotinan, hevalê schubert Doppler li pişt kaxezeke danûstandinê porteyek(xêzên notayî) xêz kir. Schubert jî di nav dengên kemanê yên xwaringehê, di nav dengên garsonên ku hewl didan bi lez sîparişan belav bikin, di nav ewqas alozî û tevlihevî de vê berhema nemir, ji helbesteke ve vejand. hem jî li ser kaxeza danûstandinê, hem jî bê bikaranîna amûrekî ve...




Wekî me di vê çîrokê de jî dîtin, kar û tevgerên nûwaze bi tesadufî dikarin derbikevin pêşiya me. Bi saya tesadufan em dikarin gelek mirovên hêja û hezkirîyan binasin ku piştî demeke din ew dibin perçeyek ji laşê me. Ji ber wê di her demê û bi her awayê divê mirov jê her tiştî kêf bistîne û sûd werbigire û divê ev bi zanîn ku gelek tiştên nûwaze gavek li pêşiya me ne...



02.08.2021 18:41 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serenade

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzik muzikstrn muzik muzikstrn muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî