Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
sergîn - tirşik
sergîn
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gûyê qalibgirtî yê dewaran yê ku wek ardû an sotemenî tê bikar anîn.. beriya birînê jê re dibêjin rîx, gava birînê dibêjin kelme, piştî birrÎnê dibêjn sergîn, û ji cihê ku sergîn lê hatine danîn re jî dibêjin qelax.. li deverinan jê re dibêjin tepik jî..



30.07.2013 00:09 | endazer

2. ku te got sergîn derbas nebe neçe...

ji bû payeya mirovan bûye biwêj: yên ku bêkêr in ji wan re dibêjin:nake serîkî sergîn.



30.07.2013 16:25 | gulan

3. navek pir karîzmatîke lê çi heyf, gû ye.



12.04.2014 00:50 | dara berrûyê

4. Keşkûr an Kuşkûr jî dibêjin..



12.04.2014 01:01 | havka


6. rêxên li şûna dewaran maye.. yanê dewar rêxê dike û rêxa xwe venaşêre, em jÎ wek koleyên wan diherin rêxa wan paqij dikin. ême em sergînan ji çolê tînin. dema xelk dewarên xwe dibe çêrînê dewarên wan li çolê rêxa xwe dike û li wir hişk dibe. lê belê hew dema dora dewêr hebe ev tê kirin.



12.04.2014 01:08 | mergehez

7. (bnr: tert)



12.04.2014 03:37 | zero

8. peyvekÎ fonetÎka wÎ xweşe. saya wÊ peyvÊ, eceb mam ku di nava kurmancÎ evkas tureva gu heye. rÊx, kelme, qelax, tepik, zÎrç nayÊ bÎra min fakat navÊ guyÊ bizinÊ jÎ cuda bu.



12.04.2014 11:07 | hun çawane heval:)))))))

9. di nava gotineke pêşiyan da welê derbas dibe: ''ne hêjaye sergînekê''



12.04.2014 13:47 | seydayê_peyvan

10. navê hevaleke xweha min bû. wexta dê û bavê min bihîstin pir dikeniyan.



14.06.2014 19:45 | kurê xelkê

11. Sergîn ji rêxa dewaran û ji kayê çêdibûn. Tara bêjingê, têlên wê jêdikirin û ji bo sergînan dikirin qalib. Nava wan bi vê celba rêxê û kayê dadigirtin. Ew baş didewisandin û dihîştin. Paşê ew qalib derdixistin. Rêx û kaya bi fesal dihîştin ku tav li wan bixe û ew zuha bibin. tavê baş li wan dida û hişk dibûn. ( ji pirtûka Mezher bozan - zêna- rûpela 12 an )



02.09.2015 19:23 | xulam

12. Ji rêxa dewar û pez çêdibe. Pir xweş dişewite. Sobê zû bi hev dixe û meriv li ber germ dibe. Davêjin tenûrê jî ji bo çêkirina nan.



20.05.2020 11:24 | afa

13. Rêx û peyîna hişkkirî. Yek ji şewatên sereke ya Kurdistanê ye. Bîra min tê piştî birra pêz diçûn zozanan me bi bêrên devdirêj sergînên li nav govê heb û heb wekî çargoşe dibiriya û dianî li ber tavê da ku hişk bibe. Karekî paletiyê ye jî, hekena yekî tenê serê xwe nikare govekî qerase xilas bike.* Yên dewaran ji bo şewatê zêde nayê bikaranîn lê dîsa jî dema Garan diçû deştê me rêxên çêlan dixistin di nav qalibekê çargoşe ya bavê min ji texteyan çekirîbû û dianî li ber tavê.

Û herwiha, tevî bikaranîna wek şewat, ji bo zibilkirina (gûbrekirin)a zeviyan jî tê emilandin. Gûbreyên kimyevî li cem me hîç tune ye. Tenê sergîn bihar an jî payîzê li her aliyê zeviyê tê bilavkirin da ku sala dîtir zêdetir berhem jê were çandin.



20.05.2020 12:00 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sergîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî