Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
sexî - tirşik
sexî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li cizîrê ji bo kesên çalak û çarpêk û destsivik û xweşzimet û jêhatî û kêrhatî tê gotin.. wek nimûne; kurrê filankesî zehf sexî ye yeka bavê xwe nake dido..



26.08.2013 18:04 | endazer

2. Di xwendina wê de ihtîmal heye kû xeletî çêbibê. Dema te "filankes gellek sexî ye" nivîsî, çedibê weke " filankes gellek seksî ye" werê xwendin...



26.08.2013 20:21 | nan û av

3. peyva ji bo ravekirinê ez hatimê lê vaye hinek kesan baş rave kiriye.

kesê ji kar nereve, karan bi sivikî pêk bîne, jêhatî.



10.01.2016 01:01 | azadixwaz

4. peyva bi kurdî wateya wê kesê an kesa sexik,(sexîtî) yanî kesên pir zêde saf û dilpak..

bi îngîlîzî jî ne wiha be jî divê wateyêde tê bikarhanîn di nav tirk û kurdade: kesên dilê meriv li wan vedibe herwiha yên bedew, ew jî bi îngîlîzî sexy' ye bi kurdî seksî



10.01.2016 01:22 ~01:23 | shorbevan

5. Kesên comerd re tê gotin.
Mînak :
delîl , tevî xizaniya xwe yekî sexî bû



12.01.2023 20:32 ~20:32 | navîgiranmezelîwêran

6. Li ba me ji kesên êmin, di halê xwe da, bê deng, yê/ya gorî pergalê tevdigere, ne anarşîst re têt gotin. Tenê ji bo mirovan na ji bo ajalan jî têt bikar anîn. Min zû da bikar na anî bû, bawer dikim min li vir nedîta nadihat hişê min ku di devoka me da peyvek wiha heye, tiştek ne erênî ew ku gava mirov ji kesên ku devoka mirovî diaxivin dûr dikeve û piranî zimanek din û Kurdîya yekgirtî bikar tîne peyvên di devoka xwe de ji bîr dike. Vê dibêjim çimkî gava bi malabata xwe re bi telefonê diaxivim bi rastî jî zehmetiyê dikêşim, peyv nayên bîra min, bilêvkirina min gorî devoka min nîne ji ber vê jî yên malbatê hinek caran bi zor min fam dikin, an jî gorî mantiqa zimanê Tirkî hevokan saz dikim.. ev hemû bandorê li zimanên mirov dikin divêt mirov him devoka xwe him jî zimanê xwe yê yekgirtî û zimanên din ên mirov dizane bi çalakî bikar bîne jibo şiyana mirov ya axaftinê kêm nebe û bikare awayekî serûber têkiliyên xwe pêk bîne.



13.01.2023 09:05 ~09:08 | bayê xerbî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sexî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî