Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
smurfs - tirşik
smurfs
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Smurfs, ji aliyê karikaturîstê Belçîkayî, pierre cullifordê ku bi bernavkê peyo tê nasîn, di sala 1958an de weke wêneçîrokek hatiye çêkirin û ji sala 1981ê ve jî di televîzyonan de destpê weşana wekî karton kiriye. Ez bawerim ku kesê ku carekî wî temaşe kir, hejmetkarê wî bûye. Qene ez pir hezkirim û herkesî jî dixwazim wek xwe bibînim *



Zarokatiya min de, di televîzyona Kanal D de bi navê Şirinler,bi tirkî dihat weşandin. Sibe saet dora neha û êvar jî berê nûçeyan dora pênca dihat weşandin. Tê bîra min ji bo ez bigihêjim temaşekirinê, bi tepika ji dibîstanê baz didam û dihatim malê. Ê tê bîra wan, ewê zanibe, her beş, bi du jêrebeşên bi heft-heşt deqîqa pêk dihat. Ez digihêştim jêrebeşa duyem û ew jî hema xelas dibû! Xwedêyo! Çima, çima hewqas kin bû! :( Ji xwe demên min a dibîstana sereke bi vê pirsînê derbasbû.



Navê wî ya kurdî çi ye, hatiye dublajkirin an jî di nav nivîsekî de derbasbuyî, nizanim. lê eslê xwe de navê karton, bi fransî les schtroumpfs e. navê wî ya ingilîzî smurf e. li gorî hin teoriya komployan ev nav kurtkirina “Socialist Men Under Red Flag” ango “Zilamên Sosyalîst ên di Bin Ala Sor” e. Ji xwe Peyo, hunermendekî çepgir/sosyalîst e û li gorî gotinan ew Sovyetê ku xeyal dike, bi rêya vî wêneçîrokê de vegotiye… Li gundê komunal, pera derbas nabe, karê her “şîrîn” heye û bi kollektîfî alî hev du dikin. le Grand Schtroumpf “Şirin Baba”, dişibe Karl Marx û herî wekî din…divê bê gotin ku demekî li amerîkayê hatiye qedexekirin!



ez hêvîdarim ku EWÊ Bi KURDÎ JÎ BÊ DUBLAJKIRIN. lÊ DIVÊ NAVÊ Wî ÇIBE? BI MAcarî törpik(cûce-bejnbihost); bi îtalî Puffi(puf tê wateya qûnek*, puff jî wekî em bêjin dengê ku dema em bêhnteng dibin, derdixin; ez dibêjim ji bo karton ev nav hatiye çêkirin; berî karton ev nav tune bû û ez bawerim ku têkiliya qûnek û smurfan tuneye*)... Peyo di roportajekî de, wergera tirkî ecibandiye... bi kurdî şînikno tê kanîn bê fikirîn. ê herkesî zane ku di vê gundê de tenê keçikekî heye ku bi tirkî şirine hatiye navkirin. xeynî wê bapîr û ZAROKEKÎ ÇÛK DAWIYÊ HATIYE ÇÊKIRIN. li aslê WÊNEÇÎROKÊ DE TENÊ ŞIRINE HEYE, EZ NE DEREWBIM.



nîŞe: farisan navê smurf domandiye, îlla ne hewciye nav lê dan; bifikirin ji bo spiderman, bi kurdî zilamê pîrik tê gotin ahaha *



24.01.2014 12:37 | biruya hayao miyazaki

2. mahluqatên komînîst * NAVE WÎ bi tirkî ''şirinler'' e.tv'ya samanyolu (û ên wekî samaNyolu) aferînekA ''Şirin baba" wekî ''sofî BABA'' pêşkeş dike.



24.01.2014 14:58 | xewnkar

3. komînîstên her şêrîn in.

îro li dinyayê hemberî komînîstan piçek be jî sempatî hebe, bi saya van şêrînan e.

bi rastî jî xêzefîlmeke xweşik e. qet propagandaya komînîzmê fîlan jî nake; nirxên baş nîşanî zarokan dike.

şîrînê biberçavk yê herî komîk e, bêguman.



24.01.2014 17:24 | simurg56

4. kartonfîlma ku min seyra beşekî tenê jî jê nekiriye.. tenê ji devê xelkê dizanim ku bi navê azman pisîngeke şerûd û serkêş heye di kartonfîlmê de..

demekî min şÎrketeka produksiyonê me bi hev re li hev kiribû, min ê hemû beşên vê kartonfîlmê ji îngîlîzî wergerandibûya kurmancî ji bo trt-şeşê lê paşê trt-şeşê qewlê xwe yê bi şÎrketê re feşkiland..



24.01.2014 18:20 | endazer

5. kartona ku mûzîka wê a wek "la la la laaa laaa laaa la la laa laa" li sûîdî erebistanê weke "la ilahe illallah allahu ekber" hatiye wergerandin e



25.01.2014 10:15 | brusk56

6. min wekî peyama ewil gotibû, bawerdikim navê smurfs bi kurdî şînikno be, ewê xweş be. zarok tv destpê weşandina smurfs kiriye û nav lê şînok kirine. kêfa min jê hat.

Here lînkê



26.03.2015 11:34 | biruya hayao miyazaki

7. xêzefilma ku xwedê jê razî zarok tv wergerandiye kurdî.

li ekşiyê de derbarê de hinek peyaman ez gelek kenandim. yekî bnr daye Û gotiye "golgomel bize foşizm yapiyir" yanî galgamel faşîzme li me dike. yekî jî gotiye wê galgamel bi tirkî biaxive *

eslê xwe de gelek bi mantiq e axaftina bi tirkî ya galgamelê. wê demê belkî zarokên me ji tirkiyê nefret bike û jç dûr bikeve nexwaze biaxive *



26.03.2015 11:55 | brusk56


9. ji bo ceso



serok şînok



Here lînkê



26.03.2015 17:01 | remlavêj

10. Îro eksi sozlukê de derheqa wê, mijarekî hate vekirin, heke hûn faşîzm çiye meraq dikin hewce nake ku bona hînbûna wê sedan rûpelan kitêb bixwînin, wellehî ez şaş mam, devê min vekirî ma. Bi vî zihniyetê Gelo ev mesele çawa û kîngê safî be! Hêviye meriv dişike…



şirinler'in kürtçe yayınlanması: Here lînkê



26.03.2015 17:15 ~17:24 | mîr

11. Di kanaleki Kurdistane da bo zaroken Kurdan wi xizefilmi bi Kurdi nişandidin. Ez gelek şabum bo wé xizmeta wan



26.03.2015 23:10 | tîrejên rojê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» smurfs

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî