Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
stalker - tirşik
stalker
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kesê ku her wextî ji dizî ve yekî an tiştekî an jî rupelekî li ser înternetê* dişopîne û dinêre ka derheqê wî de tiştek heye an hin behsa wî dikin hwd.



13.04.2015 01:44 ~01:46 | kevçiyê dil

2. Li gorî raveya kevçî hemû nivîskar û feromen û şairê kurdînivîs bin vê mijarê de cihê xwe girtine..

(bnr: ulan hepiniz burdasınız!)



13.04.2015 01:55 | kevçiyê dil

3. wekî nivîskar kevçî gotiye hemû kurdînûs di nav vê kategoriyê de ne û bi min ev e tiştek gelek normal e.sedema wê jî ew e ku di warê rexne û şîrove kirina berhem û nivîskaran kurdî gelek kêmasî hene.hema bêje nîn in.

Lê tirşik cihekê ku herkes dikare tê da binivîse û rexne û şîroveyên xwe vebêje.û ji çi kesî natirse û şermê jî naket.û bi min nivîskarên tirşikê jî rexneyên baş dikin.min taybetî hez ji endazerdikir lê mixabin ew tirşik hêla û çû serê niza kîşk çiyayî.lêferhenga şikestî jî ji wî kêm nîn e.ew jî rexnekarek î başe.û ew wekî endazer tirşikê nahêlît. *



neyse welhasilê kelam nivîskar mafdar in.û divêt rexne û şîroveyên me zêde bibin derbarê nivîskar û berhemên wan.ez bixwe gelek keyfxweşim ji ber setilkeriyê. * jixwe ez dixwazim şîrove û rexneyên min ji aliyê xudanê wê bixwe bê xwandin.



13.04.2015 02:20 | vêca çiyeeee

4. navê fîlmeke tarkovski ye.

(bnr: andrey tarkovski)

(bnr: stalker, 1977)



13.04.2015 03:19 ~03:21 | seydayê_peyvan

5. leystikek li ser kompûterê tê leystin s.t.a.l.k.e.r pênc pere nake. Here lînkê



13.04.2015 10:16 | shorbevan

6. kî bêje ew ne ez im bi derewên kesînedîtî mal li xwe dişewitîne*



13.04.2015 10:37 | ferhenga şikestî

7. Kurdiya vê peyvê dê çi bê gelo.

Sinêr çawa ye ; sî û nêrîn?



14.04.2015 02:32 | bijêrvan

8. ew fîlme ku heçko bi rengekî kahînane hatina çernobîlê pêsh dibîne. ligel "qodî"yê, helbesteke dirêj e ji tarkovsky..



14.04.2015 15:11 | gordereş

9. fermo? ew ez im. profesyonel im jî haa! Ku tu bixwazî derheqa xwe de tiştek bizanî şerm neke kerem ke ji min pirse *



18.08.2016 10:30 | elielilamalama

10. Ahaha qada ku jinên tirşikê tê de profesyonel xuya dikin. Yek ji wan ez * Hevalên min wexta dixwazin yekî/ê nas bikin tên li cem min dibêjin " hela em hesabên filankeso/ê bibînin " * Tiştên xwediyê hesabê nizanin derdixim holê *



18.08.2016 11:12 | biaqila malê

11. berê ku dixastin yekî/ê bi rêya pirsê nas bikin an jî derheqê wî de tiştan hîn bin, pirsa wî li kesan dikirin.
ew kes ji kêjan eşîrê ye?
kurê kî/ê ye?
nebîyê kî/ê ye?...

lê niha di nav me ciwanan de stalkkirin derketîye.
Her kes her kesî navbera çend saetan de "nas dike", dizanê çi ye kî/ê ye...
bes wêneyek ecivandibe jî dibêjin ew kes çepgir e, oldar e, tolaz e, baş e.. Û gellek analîzên mîstîk û arkeolojîk *

birastî jî însan, sohbet, mihabbet, hevnasî, hevalî...... ketiye qalibekî zehv teng.

Têbinî: kî dizane stalkerek (*) vê peyama min bixwîne yê derbarê mib de çi analîz manalîzan bike hey *



13.02.2017 02:13 ~02:15 | bûtîmar

12. mirov dikare weke şopger wergerîne kurdî û her wiha navê filmekî andey tarkovkî ye.



13.02.2017 18:44 ~18:44 | diclefirat

13. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê gulêê ve hate kirin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 65.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



11.04.2020 23:41 ~2020.05.16 21:02 | simurg56

14. lîstikeke kompûtirî (bnr: s.t.a.l.k.e.r.)



29.07.2020 01:22 | keyomerd

15. filmê ku min bi nîvî hiştiye û hedana min bes tê ku bi dawî bikim, jixwe heya nîvî jî ez du cara di xew de çûm.
wê niha yek bêjê te felsefeya fîlm fêhm nekiriye vir de wê de, na bavê min felsefe bila ji were bimînê, ez bi piranî temaşekirina fîlma wek derbaskirina wextekî xweş dibînim.
lê ev fîlm dûrî armanca min bû.



31.05.2021 15:18 | merwano