Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 51 peyam
steakhouse - tirşik
steakhouse
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. modeyek van salên dawîn e.
parçeyek bi qasê kulmê zilamekê ya goştê golikan diavêjin ser izxareyê û li gorî kêfa muşteriyan hindik, navînî an jî zehf dipîjin fîlan.
ji bo vê xizmetê jî bi qasê 10 qatê bûhayê wê goştê pere dixwazin.
gotineke tirkan ya faşîzan heye, dibêjin "dema ronê ereban zêde be, bi qûna xwe re dide". ev gotin tam li gorî vê rewşa nedîtiyên tirkiyê ye.
berî salekê dema bûbûm mêvanê hevalekî xwe, min biribûn cihek wisa yê navdar, goştê wan ne xerab bû lê min li dîlokê ji wê çêtir gelek goşt xwarine ku bûhayê wan 10 qet kêmtir bû.
welhasil ji bo şelandina mirovên ku dixwazin bi pereyê xwe, xwe tiştek bihesibînin, rêbazek kêrhatî ye.
ha ev jî heye, divê li cihên wisa xwarin li ser daran/depikan were pêşkêşkirin, da ku egzotktir û xwezayîtir xuya bike. lê belê servîsa wisa ji bo tenduristiyê jî ne baş e ji ber ku paqijkirina wan ne pêkan e. hûn çi jî bikin, wê bermahiyên xwarina muşteriyê berî we, di derzên vê depikê de bimîne. dema xwarin li cihekî demek dirêj bimînin, hûn dizanin bakterî û mantar çi bi wan dikin.

[rêbaza pijandina goştê û tama wê xweş e erê, rexneya min ji bo konseptê ye. nexwe mirov dikare heman tiştî li mala xwe jî çêke an jî dikanek dikare heman tiştî bi gûhayên gelek kêmtir jî çêke fîlan.]



20.11.2016 09:03 ~09:03 | simurg56

2. steak; piç û pariyê goştê biraştî yê çêlekan, ya rastî ji bo goştê heywanên din jî tê bikaranîn. bi tirkî jê re bîftek (beefsteak) an bonfîle (bon filet) dibêjin. bÎftek ji îngîlîzî û bonfîle jî ji frensî standine. mixabin em kurd ligel ku civak û neteweyeke goştxwer in û aşpêjxaneya me mişt xwarinên bigoşt e jî di vî warî de me nekariye em ferhengeke dewlemend ava bikin.
li tirkiyeyê bi vê konseptê yek ji xwarinxneyên herî binavÛdeng nusret e.
serê her çend rojan carekî li ser ferhengên înteraktîv û mecrayên din yên sosyal medyayê fatureyên astronomîk yên vê xwarinxaneyên tên belavkirin, feqîrên xwudê jî jê dimînin heyîrî, devê wan şeş gazan ji hev dimîne, bê ka çawa mirovek dikare ji bo xwarinekî pereyek ev qas zêde xerc dike.



20.11.2016 21:16 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» steakhouse

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin xwarinvexwarin xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî