Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
supernatural - tirşik

du bira, li pey bavê xwe dest bi karê wî ya nêçirvaniya cinawirên derîxweza dikin....
(9 şîrove)
supernatural
(0) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke temendirêj e, 13 sezonên wê hene. du bira, piştî windabûna bavên xwe, dest bi lêgerîna wî dikin û ev gerîn wan dike nêçirvanên cinawirên derîxweza.

min niha dest bi temaşeya wê kir û di sezona ewil de me, beşa 6. temaşe dikim. tirsnakî/xof hêmana sereke ya senaryo ye. li gorî gotinan piştî sezona 7. bûye mîna kurtlar vadisi lê, ne xema min e, ez ê heta çû, lê binerim.

(xwezî navê orijinal tenê derketibaya, lê heta demekî em ê bi navê wê ya almanî jî himêz bikin *)



20.09.2018 20:59 ~21:04 | biruya hayao miyazaki

2. s01 b19
her diçe hêmanên drama zêdetir dibe. a bi xêr berê ji xwedê piştî ji senarîstan.

-portreya dean dişibe amerîkayiyên ji rêzê lê sammy nola îdeala amerîkayiyan xuya dike. ji-xwe-baweriya wî (ya dean) ji hemû taybetmendiyên wî zêdetir li pêş e. li hemberî fermanên bavê xwe, tu taybetmendiya wî namîne, tenê dike wekî robot, tu pirsîn, guman hwdn tune ye. li vir îdaya freud tê xêzandin, birê mezin, şahê qûlibî ye. sammy-yê bextreş, nehesiyaye lê her diçe şah dibe.



26.09.2018 19:51 ~19:52 | biruya hayao miyazaki

3. s02 b04.

mesela malbatî, êdî zêdetir rûdine. kêfa min ji têkiliyên wan ên navmalbatî nayê û xuya ye ev taybetmendî yahemû amerîkayîyên spî ne. digirîn, tu kes nabêje ka were ez te himêz bikim, hema maçî bikim. ber didin, qey tu dibêjî, dibêjin hema ji qehran bimire. la kuçûkbav, ew birayê te ye.
.
hîn sezona 2. e lê, bi ya min senarîst, bêplankirî, nasnameya medyûmî ya sammy paş guh dikin. bêwate.


ya rast, fînala sezona 1. di derekî xweş de xilas kiribûn, me got va mirin, lê mîrato çûn dîsa dean kirin ya mirinê. li vir wekî nîşana hezkirina bavî bi kar anîn û ew şeytan û bav danîn rûniştin heman maseyê. ne li bendê bûm, feqet dipirsim, ev hewce bû gelo? yanî, rûhê xwe firot şeytên û niha xweştir bû? drama drama drama...
.
sammy jî mîna drag queen e bêbavo. hema tu yê bibêji galile çewt e, li horta pergala kaînatê ne tav, lê sammy heye. temam emrneqûto, tu çi ji deanê reben dixwazî. hayyyy
.
"mirî divê mirî bimîne", ev du car in ji mirinê filîtî dean û niha vê peyvê dubare dike. ka ew ê çi bibe, em ê lê binerin.



29.09.2018 09:38 ~09:42 | biruya hayao miyazaki

4. s02 b07

asoxî senarîstan dev ji dramaya navmalî ya winchester berdan û di beşa 7. a sezona 2. de ti qala mirina dê û bav nekirin û di vê beşê de bersivê dan min ku ev demek dirêj e min meraqa dikir, ka ev birayên nêçirvan her tim têdiketin cihên krîmînal û ma qey ti hêzên ewlehiyê şopa tiliyên wan hwd. berhev nedaye. ev beş, ji yên din bêhtir nêzîkî rastiyê bû. û bû yek ji favoriyên min.
...
divê çend bnr-an li bin vê mijarê zêde bikim ku naveroka rêzefîlmê zelaltir be:
(bnr: ruh)
(bnr: xwînmêj)
(bnr: spêle) = (bnr: xeyalet)
(bnr: zombî) = (bnr: şeytanqûnî) *
(bnr: yamyam)
(bnr: pîrhebok)
(bnr: tulpa)
(bnr: cin) *
(bnr: şeytan)
(bnr: îblîs)
(bnr: paranormal)
(bnr: derexwezayî)



30.09.2018 12:29 ~13:36 | biruya hayao miyazaki

5. s02 b16: heta niha min gelek beşên ji aliyê senaryo ve serkeftî temaşe kir di vê rêzefîlmê de û xuya ye di nav 13 sezon de ez ê gelek ên din jî bibînim lê min xwest ev beş li vê derê qeyd bikim bi navê romantîzma xeyaletî. bi rastî jî dema çîroka molly mcnamara eşkere bû, çavên min bel bûn, giriyeke tenik bi wan hat û şewateke emirqût di pozê de peyde bûn, her wiha meraq û tirs ji xwe hebûn. ya rast ew e ku divê ev senaryo bibaya çîrokekî rastî ku bi min dê wêje ji wê hez kiribaya.

bonus:
s02 b15: kenê meriv bi vê beşê gur dibe, fezayî lawik direvînin, wî dikin "objeya seksê" û bi wî re slow dans dikin. asdfgh *

zêdeyşina paşî:
hele tu lê! s02 b17:
temam dramaya guremirovî ne tu îcadekî nû ye û ji nav wan de favoriya min wolf childrena mamoru hosodayê ye, têra xwe ez giriyabûm bi hulkekufî lê ev beşa spn jî bi stîla xwe dramayek gelekî serkeftî pêk aniye.


bêçaretiya sammy û jixwebaweriya dean a ku rehetiya meriv xera dike, bi rastî jî pir xweş hatiye rêdan. temam ji bo dilgirêkiyeke mezin, tenê serê xwe beşek têrî nake, meriv dikare li vê beşê xe ji ber vê honandina qels feqet sehneya dawî ya kuştinê her tişt ji bîra temaşevan dibe ku ew hêsirka dean î hesinemirov û denqê teqîna sîleh ji hêla dramayê ve gelek serkeftî bû. belê giriyam. bi lerzelêv û xwezîdaqurtinê.



04.10.2018 18:08 ~20:09 | biruya hayao miyazaki

6. "xencera kurdan ku pelîdn dikujê."
Ev hevok di rêzefîlmê de tê bikaranîn. Lê di dublaja tirkî de hat rakirin. Heger li şûna ”xencera kurdan” peyva ”tirk” bihatana bikaranîn, dê wek nûçeyek mezin parve bikirana. Lê dema mijar dibe Kurd, bi bêexlaqî sansûr kirine. Kurdofobi dijwar e*



03.05.2023 20:27 | horhorik

7. bi asayî dû werza pêncan ê biqedîyaya lê hengî jê hat hezkirin dewam kir heya 15yan. heya werza 5. tekûz bû û bi ya min bûya wê demê biqedîyaya çêtir bû. piştî werza 5. jî hin werzên xweş hebûn lê dîsa jî ne hêja ye mero darî 10 werzên dawîn bike.


di beşa dawîn a werza 5. de sam dimire. zincîre jî dê wilo biqedîyaya lê di dawîya beşê de sam vegerîya û zincîre berdewam bû.



04.05.2023 09:49 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» supernatural - zur hölle mit dem bösen

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî