Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
swêd - tirşik
swêd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dewletekî Li bakurê ewropayê di nava herêma skandînavya ye. paytexta wê stockholm e. Tê de gelekî kurd dijî bona edebiyata kurdî jî cihekî giring e. kurdên qonyayê tê de zehf e, piranî karê xwaringehan pîzza, doner, kebab ê dikin.



28.04.2015 11:32 | mîr

2. gellek kurdên bi qiymet li wê welatê dijin û karên giring çê dikin. nizam ew dîaspora çawa çê bûye, lê pir xweş bûye. dibe ku kurdên swêdê ji hemû kurdên tirkiyê zêdetir xîzmetê kurdî kurdistanê dikin.

li vir nivîsek bi navê "Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê" hatiye balav kirin. dibe ku hûn wê hezbikin.

Here lînkê



07.06.2015 11:30 | cinorek

3. "Berdevka wezîrê karûbarên derve yê Rûsyayê Maria Zaxarova diyar kiribû ku eger Swêd bibe endamê nato’yê ew ê bi encamên siyasî û lêşkerî re rû bi rû bimînin" Here lînkê



nato li ber çavên min ne tiştek e lê, ev tevger û gefxwarina rûsya rê dide ku ew ji bloka rojavayê gelek aciz e û ji ber vê jî êrîşker dibe. ji xwe ji qanûnên wan a homofobîk ve kêfa min ji dewleta rûsyayê nayê. tew serî li swêdê hildide. mêran serdema şerê sarê xwesteka tevlîbûnê nekirine, ev çi vegotinên ecêb e. ka em temaşe bikin wê çi bibe.



17.09.2015 22:12 | biruya hayao miyazaki

4. ez dixwazim rojek herim swêdê û niştecihê wê derê bim. ji ciwaniya min ba wê baştir biba lê li aso hilnayê... nikarim li vira bimînim, tehamua min nema.



xwezî meslekik min baş heba ku ez li her derê cîhanê karibam ji xwe re karek bidîta. hof!



06.11.2015 23:30 | biruya hayao miyazaki

5. welatê xeyalan e. lê ger niyeta we û firsenda we hebe ji bo çûyînê, zivistana wê jî bidin ber çavê xwe wisa biryar bidin.

havîna wê wek buhûştê ye lê zivistan ..



06.11.2015 23:36 | brusk56

6. Welatê ku ez zehv zehv dixwazim lê bijîm



07.10.2018 12:53 | bûtîmar

7. havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê ye lê pir xweş e. zivistana wê jî mîna dengbêjên serhedî bi lê lê dest pê dike û heşt meh şûn de lo loya wê encax temam dibe.



29.09.2023 22:23 | kurê xelkê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» swêd

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî