1. filmeke ji 2012an a aamir khan e. filmê 7,3/10 puan ji imdbê standiye. senaryoya filmî ne xerab e, lê ne zêde orjînal e jî. ji ber filmên din ên heman lîstikvanî ji xwe naxwazim tiştên nexweş bêjim lê nikarim bêjim ku filma wî ya herî xweş e. dîsa jî dihêje ku mu temaşe bike. honandina wê û lîstika wan xweş e û têra xwe senaryo nepen û bi aksiyon e, ji vî alî ve dişibe filmên holywoodê. weke din jî weke filmên klasîk ên hinduyan zêde mûzîk û dans nahewîne. dibe ku kêmasiya wê ew be. * |
|
10.11.2015 21:57 |
azadixwaz
|
2. aamir khan bi vê fîlmê xwe xwestiye teknîk û şêweya xwe nêzîkî fîlmên serbixwe ya cîhanê bike û bi ya min gelek serkeftî jî bûye. li ser temaşekirina min gelek dem derbasbû lê baş tê bîra min. çîrokên lehengên xwe têra xwe daye ber çavan, baş sêwirandiye û mîna realîstên berî sedsalê tenê malzeme aniye ber hev du û tenê ahengên van malzemayan xebitandiye. bi ya min piştî lîstikvanî û derhêneriya bollywoodê vê riya wî ya modern (a gerdûnî) çepikê heq dike. |
|
10.11.2015 22:10 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |