Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tarlabaşı - tirşik
tarlabaşı
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê du heb çîrokên trajîk e. navê dawîya yekê û navê despêka ya din. dawîya xiristîyan û yahûdî yên li vir bi zorê hatine koç kirin; û despêka kurdên li welatê xwe bi zorê hatine koç kirin û şandine li vir. welatê xiristîyan û yahûdî ya kevn, welatê kurdan ya nû. wek bajarên utopîk yên italo calvino.



20.12.2013 18:32 | nazim tolhildan

2. Dema osmaniyan de kesên ku wek lewanten, ne misilman û kesên payebilind li balyozxaneya de wek balyoz hwd. li ser kolana îstîklalê de Kargeh û xaniyê wan hebû ye.



Tarlabaşî jî bona wezîfedar û karmendên ew kêsen hatiye ava kirin. Avahiyan tarlabaşî wek texlîdên piçûk avahiya li ser kolana îstîklalê ye. lê mîna wana rewşedar nîne, wektê xwe de kesên xizan, desteng tê de bi cih bûn e.





02.12.2014 21:44 | mîr

3. îro min li tarlabaşiya stenbolê, li kolanekê bazara jinfirotinê ya herî rezîl dît. ji şerman ez ketim bin erdê. bi sedan mêr gilover kom bûbûn, di ortê de çend jinên ji rojhilata navîn. tev bi awayek sosret xwe rût kiribûn dev û poz lêv boyaxkirî. bazar; bazara jin û mêrên misilman bû. ne tenê cendek, giyan, merivatî, caniktî û camêrtî dihat firotin. çi bîrdozî, çi ol, çi exlaqekê gerdûnî, çi modernîte... li rojhilata navîn tu nirx û hêjayiyek mirovahiyê nemaye ku xwe pê ve girê bidî. gelek jinên kurdên rojava pars dikin, ên ereb bedena xwe difroşin... tu şaş dibî, nikarî bibêjî kîjan xirabî ji kîjanê xirabtir e... jinên rûs jî xwe difirotin lê qenebe di baran de mêran nas dikirin. jinên misilmanên reben wan deveran jî nas nakin. hema li orta meydanê!



rûpela facebookê a kurdên tarlabaşi Here lînkê



18.03.2015 19:08 | remlavêj

4. Tarlabaşi taxeke Beyoğlu ye. Li vira kurd, tirk, qereçî, reşik û nizamçik nizamçik hene. Piştî şerê li Sûrî gellek Kurdên ji rojava hatin vira û êdî Tarlabaşi tijî zar û zarok e. Û van cîranên nû bi xwe re hin tiştên nû jî anîn mesela êdî li taxa me Felafel tê firotin û malbetek kewan difroşe. Jinên kurd yên bi deq û dest cixare çîrokek/jiyaneke nû şanî me dan.



26.03.2016 16:30 | gulêê

5. Wek ku hûn jî dizanin tarlabaşi bi torbacî û dizên xwe navdar e. Ev hevalê ku vî karî dikin li gora bajarên xwe tax bi tax ji hev diveqetin. Taxa nêzî çukurê ya Mêrdîniyan ya nêzî rawestgeha tarlabaşi ya diyarbekiriyan û filan bevan. Tabii hin Kom hene ku di nav wan de qereçî û tirk jî hene. Tirkî û qereçiyên di nav van koman de bi Xêra vî karî hebkî hînî kurdî dibin *

Weke din êdî hejmara kurda li Tarlabaşiyê weke berê zêde nîn e. Ji ber sedema "kentsel dönüşüm" gellek malbatên kurd ji vira çûn. Ihtimaleke mezin hemû malbat ê koç bikin. Ez jî di nav de.

Û dizekî navdar heye -em dikarin bibêjin mafya jî - firat delîbaş. Kolanek ya wî ye û ev kolan bi alikariya Napolyon -yanî kuçikê wî- tê parastin. Carna qîr qîran zilaman tê ku diyar e ji fırat delîbaş lêdane dixwin.



29.03.2016 16:51 ~16:57 | gulêê

6. Taxa ku çend salên min jî lé derbas bûn.
Li ber deriyê me dikanek hebû. Xwediyê dikanê kurd bû. 2 zariyên xwe yê cêwî hebûn. 4-5 saleyî.
Wan Bi zaroyên xwe we her tim bi kurdî diaxiwibûn.
Niha gava ku hêviyên min ji bo kurdan xilas dibin ew malbata te bira min.
Ew zarokên wan ên kurdiaxiv.



12.10.2020 19:17 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tarlabaşı

Kategoriyên mijarê:: nuce dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî