Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
tehl - tirşik
tehl
(3) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. tehma ku di navbera tirş û tûj de asê maye..

tirk ji bo vê tehmê re dibêjin acı lê ne ku tune ye, ji ber ku nizanin..

mesela kurdên me jî dema behsa vê tehmê dikin dibêjin niza di tirkî de tune lê di zimanê me de heye falan lê ji bo we hemûyan stop!

parastina zimanê tirkî bi min neketiye lê mixabin erê, di zimanê tirkî de jî berambera vê peyvê heye û ez bi kar jî tînim..



(bnr: kekremsi)



10.03.2015 20:10 ~20:13 | ferhenga şikestî

2. peyva ku tirkiya wê tune.

peyva kekremsi ya di tirkî de ne tehl e. di ferhenga fermî ya tirkî de ji bo kekre (bingeha kekremsi) wisa hatiye gotin: "Tadı acımtırak, ekşimsi ve buruk olan" Here lînkê

yanî ya tama wê dişibe tirş û tûjê. tehla me ne tiştek wisa ye. ma têkiliya tehlê, bi tirşê an jî tûjê heye?



10.03.2015 20:37 ~20:39 | simurg56

3. em ji bo tehma greyfurtê jî dibêjin tehl e û ji bo tehma çaya bayat re jî dibêjin tehl e..

kekremsi jî tiştekî wiha ye. ne hewceyî ferhengan e, tê bêjê qey ferheng di sedî de sed dikarin tiştekî rave bikin

tirşa sêvê cuda ye, ya xwêyê cuda ye, ma mariv dikare ji bo her du tehman jî pênaseyeke ji hev cuda bike? ne bawer im, di dinê de ne tenê çar an jî pênc cure tehm hene lewma jî pênaseya gelek tehman di hin zimanan de nîn e



10.03.2015 20:44 | ferhenga şikestî

4. ger hemwateya kekremsiyê bûya, jixwe diviya peyva kekremsi di nav tirkan de gelek bihata bikaranîn. ji ber ku peyvek gelek hewce ye, lê nayê bikaranîn.

û ger tiştek wisa bûya, diviyabû weke kekre bihata karanîn.



10.03.2015 20:48 | simurg56

5. (bnr: bîtter)



10.03.2015 20:51 | simurg56

6. tirkên spî ji bo peyva çekirdekê çiğdem dibêjin, mesela di herêma egeyê de bi pirranî çiğdem tê gotin lê heke tu herî devera karadenizê dê nizanibin çiğdem çi ye.

nexwe tiştekî wisa tune ye?

di ferhenda tirkan de 130 hezar peyv hene lê kevir biteqe dê bikaribin deh hezar peyv bizanibin..

mesela dibêjin acımtırak, ango ne tûj e lê tehma wê nêzikê tûjê ye..

tirk navê leylayê datînin kêçikên xwe lê ew bixwe nizanin wateya leylşev e ango bi kurtasî nexebitandina wê nayê wê wateyê ku nîn e..



10.03.2015 20:54 | ferhenga şikestî

7. (bnr: ka kî berx e kî beran e) * *))



10.03.2015 20:57 | xendekî

8. (bnr: simurg56 patron e)*



10.03.2015 20:58 | ferhenga şikestî

9. peyva ku ger em em ji tirkan û ji ferhengên wan bawer nekin, erê di tirkî de heye *

henek li aliyekê: nexwe em dikarin wisa bêjin: di pratîka tirkan de peyvek beraber tune.



10.03.2015 20:59 | simurg56

10. kurtkirina vî navî ye:

(bnr: kek remzî) *



10.03.2015 21:01 ~21:01 | xendekî

11. nexwe em dikarin wisa jî bêjin: ma çi kul û derdê tirkan bi me ketiye?*



10.03.2015 21:02 | ferhenga şikestî


13. tehma ku nexweş e û hew. û wekî hinek hevalên me yên aqilmend ku dibêjin kekremsî ( ev jî ekoleke ku di nav kurdan derketiye, nizam êdî ji binê kijan kurdî derketibe) di tirkî da hevwateya tehl e ne rast e, ti eleqeya "tehl" bi kekremsiyê re tune. ez bala xwe didimê peyva kekremsiyê jî ji kurdên me pêve kes nizane. rast e di tirkî de tehmek bi navê kekremsî heye lê tu herî ba yekî ku vê tehmê zane bibêjî tehma çaya bêşekir kekremsî ye wê hevalê tirk çayê di serê te de birîjîne lew re tehma kekremsî ji bo fêkiyên negiştî tê bikaranîn herwekî ku em jî dibêjin "tirşoqî". tehmeke wisa jî di binhişa wan bi cî negirtî ye jixwe gava tu qala tehl dikî fehm nakin. li ser vê rewşa binavkirin û binhişiyê lêkolîn hene lê ez naxwazim mijarê pir dirêj bikim lew re êdî tehma kekremsî ji vê mijarê tê



10.03.2015 21:44 ~22:20 | ceso


15. tehma çaya bêşekir tehl nîn e, bi tenê bêşekir e

çaya bayat tehl e lewma ez ê ji çaya bêşekir re nebêjin kekremsî lewma jî wê kes çayê li ser min nerijîne..



10.03.2015 21:57 | ferhenga şikestî

16. (bnr: format heval!)

(bnr: ev çi bû law!)

(bnr: kîrê kerê di qûna kêçê re kirin)*



10.03.2015 21:58 ~22:02 | ceso

17. (bnr: min cehnima formatê kirî heval!)

bila saxiya canê me be*



10.03.2015 21:59 ~2015.03.29 16:06 | ferhenga şikestî

18. Ne tenê ji bo tahma tiştekî herwiha dewsa peyva êş jî tê gotin.



Mînak: ez duh êvarê ketim xwarê, destê min tahl bû



10.03.2015 22:02 | mîr

19. (bnr: de baş e)*



10.03.2015 22:03 | ceso

20. (bnr: ecêbeke din)*



10.03.2015 22:04 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tehlî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi xwarinvexwarin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî