Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
telegram - tirşik
telegram
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. sepaneke ragihandinê ye. gava qala wî dikin dibên wek whatsapp e lê ji whatsappê hezar qatî çêtir e. meriv dikare bêyî ku telefon girêdayî înternetê be ji kombersê jî têkeve. ji bo whatsappê jixwe lazim e telefon girêdayî înternetê be. dîsa ew ne problem e . telefon girêdayî înternetê be jî carna nakeve di ser kombersê re.



03.04.2016 14:09 | kurê xelkê

2. Sepaneke ku bi whatsappê re pêşbazîyê dike. Bi gelek teybetîyêb xwe ji whatsappê çêtir e:



1. Ewlehî : mînaka wikileaksê ti agahîyan bi dewlet û şîrketan re parvekane. Ji bo wisa rêveberê telegramê ji welatê xwe (rusya) bazdaye û ji bo ku newê girtin her dem rewî ye.



2. Heta 1.5 GB data ji bo dosyayan cih dide endaman.



3. Agahîyên endaman bi sistemên herî baştir têne spartin.



4. Hejmara koman heta 5.000a ye.

Not: whatsapp heta 100 kesî ye.



5. Destûra Dengûbêj û axaftinên ''bi dizî '' dide. Mîna snapchatê piştî axaftin û chata bi dizî, hemu agahîyan ji telefonê têne jêbirin.



.

.

.

Û çend teybetîyên din jî hene.



Not: gelek komên illegal, weke daiş ji bo ewlehîyê vê sepanê bikar tînin. Lê dîse telegram Agahîyên wan bi dewletan re parvenake. Sedeme ev e: di be heke em destûra wan li vê sepanê nedin ewê sepaneke xwe ava bikin û ew rewş xirabtir e.



03.04.2016 22:37 | gumgumok

3. sepaneke rusî ye.
Hemû hevalên min yê îranî wê bikar tinin.
Dibe ku li îranê baş belavbûye.



02.01.2018 08:41 | cinorek

4. Dema protestoyan li îranê hatiye asteng kirin. Lê paşê disa serbest bûye.



02.01.2018 08:41 ~2018.02.19 19:16 | cinorek

5. îro min di gotareke de xwend ku tiştên ku li ser taybetiya ewlehiyê ya telegramê tê gotin serobino kir. li gorî wê gotarê navgînên krîptolojiyê/şîfrekirinê/ewlehiyê yên telegram bikartînin, ji yên watsapp û yekdestiyên* din sed car zeîftir in. bi ser de li gorî nivîsê telegram ne çavkaniya vekirî ye ku ew wiha dide naskirin lê min ji derekî din dît ku wele rast e, nivîsbariya wê bi xwediyan e.

ka hela ez ê hinekî din vebikolînim. jê pê ve:

taybetiyên vê bernameyê gelek xweş in û ji watsappê kêrhatîtir e.



18.02.2018 21:37 | biruya hayao miyazaki

6. sepana ku cara ewil min jî saz kir. kêrhatî xuya dike. gelek taybetîyên wê, di whatsappê de tune. bi gelemperî tê gotin ku ji whatsappê ewletir e. jixwe guman tune ku whatsapp ne ewle ye û hemû agahîyên me bi kar tîne. baş e ku vê gavê nade dewletên wek tirkiyê lê teqez dide amerîkayê.
ji bo telegramê ev yek gelek zehmettir e ji ber ku bi çavkaniya azad e.
mixabin ji ber ku piranîya hevalan li wir tune ne, nikarim zêde bi kar bînim. bikarîya bibe popûler û textê whatsappê bihejanda baş bû. ji yekdestîyê nefretê dikim.



30.11.2019 11:10 | simurg56

7. Salan in bi kar tînim û ev demek dirêj e piştgiriya kurdî jî dide. Ji ber wê kêfa min gelek jê tê. Min hemû heval û hogir û malbat kirin telegramvan. Ji ber wê ye, xeynî kesên biyanî an jî nasên dûr, hewce nakim têkevim WhatsAppê. Dema têkevim jî, destên min dihere livok û lêdayekên telegramê û hay lê dibim ku tune ye, yekcar digirim.

Tê de gelek kom û rûpelên kurdî hene qala mijarên cur bi cur. Wekî:

@Kurmancîzan کُرمانجی‌زان
Ziman û wêjeya Kurdî (Kurmancî)
Here lînkê

@Muzika_kurdi
@tenduristi

Hwd

Ji bo qala nûçeyên herî dawî ya telegramê bi kurdî bişopîne, li vê qanalê bitikîne:

@Tele_Kurdi
Telegram Kurdî
Kenalê me nûçeyên telegramê, derbarê Rojanekirinê , û rêûnamyên bikaranînê di xizmet we de ye .
Here lînkê

Heke hûn bibin șînokek şêrîn, hûn dikarin feyde jê bistînin *

(bnr: lêdayek)
(bnr: livok)



30.11.2019 11:28 ~11:49 | biruya hayao miyazaki

8. Sepana ku min zimanê kurdî tê de nedît. Yekî/ê kerema xwe re alî min bike.:/



30.11.2019 12:11 | xelîl

9. Ji bo sepandina kurdî hûn dikarin li vê qanala fermî ya kurdî vebikolînin

@L10N_kurdî
Kanala cîgehîkirin (localisation
, berbelavkirina sepan û nivîsbariyên kurdî û gengeşiyên peywendîdar.
A channel for localisation of apps and software into Kurdish, their dissemination and relevant discussions.)
Here lînkê

Û li wêneya jêr sepandina zimên tê terîfkirin:
Here lînkê



30.11.2019 12:22 ~2019.12.01 13:17 | biruya hayao miyazaki

10. Sepana ku li Îranê dewsa hemû medyaya civakî digirê ye.



01.12.2019 02:20 | gumgumok

11. Dema navê vê sepanê dibînim, hevalên min ên rojhilatî têne bîra min *



01.12.2019 12:32 | bûtîmar

12. sepana ku ji yên din zêdetir ewlehîtir e.Kesên ku ewlehiya xwe difikirin divê telegram bi kar bînin.
Tiştên ku nû hînbûm ew jî ku telegram xwediyên botên (robot) kêrr hatiye. (bnr: botên telegramê yên kêrhatî)



14.04.2020 12:00 | brzn

13. ji xwe hemû heval û hogirên min bi vexwendin û zordariya min bûn telegramvan û gelekên wan navrûya wê kirin kurdî. lê ev mehek e, girseye mezin a têkildêrên min ên rêbera telefonê yek bi yek tevlî telegramê dibin û telegram yekser peyamê dişîne min (her wiha ji herkesî re yên ku têkiliya telefonê pê re heye) û dibêje va ev jî tevlî bû, dest bi sohbetê bike. nizanim gelo di van demên dawî de whatsapp têk çû an pêrgî erîşkaran bû û nehate bikaranîn lê ev tiştekî ecêb e.

her wiha, ev demeke dirêj e, telegram wekî fermî kurdî têxistiye nav zimanên xwe yên piştgirî dide. lê mixabin ez nikarim vê navrûya piştgirîkirî bixebitînim, ji ber ku her çiqas alfabeya latînî bi kar bîne jî rêzkirina nivîsan ji hêla rastê ber bi çepê ve ye. ji ber wê ez hîn pelê zimên ê cîgehkirinê bi kar tînim a ku berî kurdî tevlî nav zimanên telegramê bûbû, dihat weşandin. Ji ber ku her diçe telegram taybetiyên nû li xwe zêde dike, texmîn dikim ku dê rêjeya kurdîbûna navrûyê jî dakeve.

ev rûpela fermî ya kurdî ye ku nûçeyên telegramê diweşîne: @tele_kurdi



14.04.2020 12:34 ~12:36 | biruya hayao miyazaki

14. Xwişk û birano ez ê ji we re tiştekê bibêjim ji bîr nekin, ji alîyê security'yê ve whatsapp > telegram



14.04.2020 13:06 | soryazyus

15. pir metha wê tê kirin lê çêkerê wê yekî ûris e. nizanim, ûris ji min re hinek bêbawer tên. çawa ez ji yandexê hez nakim hine aliyê telegramê jî sar im.



14.04.2020 21:39 | de facto hozan

16. sepana ku gihaştiye 500 mîlyon bikarhêneran. wê dest bi weşandina reklaman bikin.

Here lînkê



23.12.2020 21:08 | hueyn

17. bernameya ku ui'ya wê ya 10 sal berê ye. bi wê navruyê xwe yê xerab çawa evqasî hatiye daxistin fehm nakim.



06.01.2021 14:55 | hueyn

19. qet pratîk nîne û bikaranîna wê gelekî zehmet bo min tê. belê di warê securityê de ji whatsappê çêtir e.



07.01.2021 14:11 | wiha wilo wisa

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» telegram

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî