Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
têlî - tirşik
têlî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke huseynê farê ye ku dil û hinav li mirovan diperitîne. Li ser 'zalima qîza zalima' (navê wê têlî ye) hatiye gotin.

lê lê têliyê ew çi delalî ye ku heft xung ji bona xatirê çavên te dibin berdêlî...



16.07.2013 12:59 | kardoxî

2. ew stran ji aliyê Şakiro ve jî hatîye gotin.



16.07.2013 16:23 | mam selam

3. memikên wê mîna 'gaz ocaxîyê ceylanlî' ne.



15.09.2013 06:21 | eînsthemeelî

4. gava ku ez navê "têlî" seh dikim, seyîdxanê boyaxcî tê bîra min *



15.09.2013 11:51 | tolazek

5. ''7 heb birayÊn te hene 7 heb xwungÊn min hene ji bo xatirê çavên te ezê têxim berdelî''



16.09.2013 02:46 | (î) i ya bi kumik

6.





Were Têlî, Têlî, Têlî…

Hey lê lê zalimê lê

Ez serê sibê radibim

ji xewa şêrîn

bang dikim dibêjim Têlî

Di nava rojê de dibêjim Têlî

Berêvar dibêjim Têlî

Bi saetê, deqê û

saniyê dibêjim Têlî…

Ji axir û kedera dilê xwe re bang

dikim dibêjim Têlî...

Lê lê Têliyê malxirabê,

Wele tu hur î, boz î beyaz î

Xalisê muxlîs î, beyt-ul êmin î,

tu kihêlî



Nod û neh nav û îmze li ber

navê te lêketine

Li ber dilê min dîsa tu pir şêrînî

Malxirabê wele tu kihêlî



Tu vê sibê li qarşî çavê min

sekinî

Ez nizanim tu qîz î, tu bûk î,

tu jinebî yî

Ser dev û lêvên te yên bi xêlî

Îsal sala 7 û 8’an e dilê min li te ye

Tu çima ser çavê xwe

ji min vedişêrî



Lê lê malxirabê

7 heb birayên te hene,

7 heb xwîşkên min hene

Ji bo xatirê çavên te

ez ê ji te bikim berdêlî...



21.09.2014 13:13 | xwelî li ser

7. ji bo hemû gotinên kilamê, binêre heman mijarê:

(bnr: were têlî)



28.03.2015 14:07 | xendekî

8. Strana ku min di dema civantiya xwe de ji ber kiribû. Her ku guhdar dikim çiya û zozanên serhed û şerefdînê dikeve bîra min.



28.03.2015 14:23 | xewnname

9. di romana mehmed uzun a hawara dîcleyê de kesayetek.



28.03.2015 14:35 | kurê xelkê

10. Dibêjin têlî qîza axayek e lê ne lihevhatî ye. emir jî li têlî dibore, bavê wê dixwaze qîza xwe bi yekî liqayî axatiya xwe bizewicîne. Weke mamed AXA yê bavê serayê ew jî kilamek bi dengbêjan Dide gotin ku xweyî eşîr werin xwazginiyê.

serayê/111944



04.02.2021 22:27 ~22:31 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» têlî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî