Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tûrabdîn - tirşik
tûrabdîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê ku ji bo derdora Midyadê tê gotin, bi kurdî tor e. Di suryankî de wateya vî navî ''çiyayê xulaman (nizanim ev ji bo servanta îngîlîzî wergereke baş e an jî ne baş e) '' û Tura di Suryankî de çiya ye û ab(v)da jî tê wateya xizmetkar, xulam.
û li gorî nivîsa ku otto jastrow beriya 25-30 salan nivîsandiye, Li tur abdin navçeya ku tenê bi zimanê kurdî diştexile kerboran e.



09.11.2017 20:56 | gulêê

2. Tûrabdîn an jî Tora Hevêrka. navê herêmeke cografîk e. Ji çiyayan pêk tê. Bi zimanê Sûryanî ji herêmê re turabdîn tê gotin di nav Kurdan de wekî tor an jî tora hevêrka tê bi nav kirin. Ev nav ji ber ku herêm di salên 1800 hetanî 1950 di bin deshilatdarîya êla hevêrka da maye lê hatîye kirin û ji wir û vêda bi vî navî hatîye bi navkirin

Tûrabdîn herêmeke ji çiya pêkhatî ye. Ev herêm dikeve navbera Mêrdîn, Botan û Êlihê (Batmanê) û Midyad jî wekê navenda vê herêmê tê binavkirin. Li gor hin kesan niştecihên vê derê bi pirranî suryanî (aramî) bûn, lê em ji nivîsarên eugen prym û albert socin jî fêr dibin ku li herêmê di sedsala 19'an de jî bi pirranî kurd dijiyan.



01.01.2020 17:12 | xwelî li ser

3. Pirtûka hurşît baran mendeş bi navê meryem xan hayatı sanatı ve şarkıları de jî behsa vê herêmê tê kirin. Tê gotin meryem xan gundê çêlka elîyê remo de dijîye. Ev gund di nava herêma tûrabdîn e.



01.01.2020 21:43 ~21:45 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tûrabdîn

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî