Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
upgrade - tirşik

di pêşerojek de ku teknolojî gelek bi pêş ketiye, Grey Trace hê jî ji kar û barên ku bi destî tên çêkirin, hez dike. piştî qezayekê, dibe muhtacê alîkarîyên teknolojiyê. êdî teknolojî û ew, wê parçeyê...
(8 şîrove)
upgrade
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. peyvek îngîlîzîye. wateya wê bilindkirin, pêşvebirin, derbasî asta jorîn bûyîn fîlan e. zêdetir di warê komputergeriyê de tê bikaranîn.

her wiha navê fîlmeke ji cûreya honaka zanistî ye. di sala 2018ê de hatiye weşandin. bi ya min, fîlmekî xweş e. mîna yek ji beşên black mirrorê ye. yanî vê peyamê dide: "wê teknolojî bi pêş bikeve û ... me". li gel ku min di beşên black mirrorê de gelek caran van tiştan temaşe kir, dîsa jî vê fîlmê tiştek nû li fikaran zêde kir û temaşekirina wê xweş bû.
di vê navberê de, di sahneyekî de xuya dibe ku xwediyê 'stem'ê, linuxê bi kar tîne. ecêb! çawa apple'ê reklama xwe nedaye ser komputerên vê fîlmê jî...
min 86 pûan dayê.



16.10.2018 21:13 | simurg56

2. Fîlma ku min du sê roj ewil temaşe kir, e. Tolhilandin û honaka zanistî zehv xweş hatiye li hev xistin. Lê dem gelek kurt e. Ji ber vê yekê bûyer bilez pêk tên û naveroka zanistî nayê fêm kirin. Encama din a kurtbûna fîlmê ev e ku temaşevan tam ji dîmenan û ji aksîyonan nahilîne. Felsefeya stemê jî têra xwe nehatiye eşkere kirin.
Li gor min ev fîlm yek ji fîlmên b-movieyê ye. Çima ? Ji ber ku mijara wê fîlmê di nav fîlmên honaka zanistî de mijarek resen û balkêş e lê lîstikvan û senaryo û dîmenên wê kêm û bêwesp in. Teoriya min eve e ku demek nêz de rêza duyemîn a wê fîlmê tê derkeve û wê carê lîstikvanên navdar û biqabiliyet hebin di fîlmê de û senaryoyek bi têr-naverok bêtin nivîsandin û dîmenên biqalite were kêşandin. Û dem jî dirêj bibe. *



16.10.2018 23:42 | xelîl

3. fîlma ku di demek kurt de, wê êdî bi binnivîsa kurdî bikare bê temaşe kirin.
ger we temaşe nekiribe bisekinin. binnivîs tê *



13.02.2020 00:21 | brusk56

4. Min temaşe kiribû , fîlmeke ku mijara wî pirr pirr cuda ye.Ka tehma wî bi kurdî çawa ye ? Em ê bibînin.



13.02.2020 18:44 | brzn

5. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê brusk56 ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 61.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142




15.03.2020 22:03 ~2020.05.16 21:05 | simurg56

6. filmê ku bi daxuyanîyên di entrya temaşekiriina fîlman bi binnivîsa kurdî de min karî daxînim û saz bikim, bi xêra koma wergera fîlman ya tirşikê jî min karî bi binnivîsa kurdî seyr bikim.
spasî bo kesên keda wê/wî di vî karî de heye.
ya rastî min fîlm tenê ji bo binnivîsa kurdî seyr kir. ji truman show û the matrix hir ve derbarê simulasyon û jîrahîya çêkirî (artificial intelligence) de mîna fîlmên superheroyan ewqas fîlmên hemî kopîya hevdû derketin êdî ev cûre jî bala temaşevanên sînemayê nakşêne. di vî filmî de jî mijar û vegotinek wisan orîjînal nîne. helbet pêşîya herdû filmên he mînakên kevin û serkeftî hene. bo mînak filmê stanley kubrick 2001 a space odyssey - 1968.

di van fîlman de mijarek hevpar a sereke heye. tirsa qedîm a mirovan. mirovek jîr amûrek jîr diafirîne rê li ber wê vekirî dihêle ku xwe bi xwe hîn bibe, piştî demekê "ji kontrolê derdikeve" dibe xweperest û vediguhere dijminekî mirovan ku divê yekser bêt rûxandin. ew jî ji bo berdewama jiyana xwe mirovan dikuje. hişê jîrahîya çêkirî hişmendîya mirov dinimîne.

li ser wergerê jî çend tiştan bêjim: mixabin gelek xeletî tê de hene. hem ji alî rastnivîsê hem ji alî hişê kurmancî û feraseta wergerê ve hin hevok rast nehatine wergerandin.
bo mînak:
* ...kêr tê hûn jiyanek normal bijî . di kurdî de ji bo kesê yekjimar ê duyem em nabêjin "hûn", dibêjin tu/te. em li gel wî kesî ne samîmî bin jî her wisan e. wek you ya ingilîzî. jixwe heger hûn rast bihata karanîn jî di lêkerê de kêmasî heye.
* heta derîyê ez we bibim .yanî ev ne tirkî ye çiye?
* em hatin masê min . ? mase jixwe mê ye. gelek peyvan de şaşîya zayend hatîye kirin. xalek dî, ne şerte hevoka ji zimanê tê wergerîn bi heman şêweyê bêt wergerandin. wergêr dikarî bigota "vaye masa min, kerem kin".
* ne ez, yekî din kuşt . kifş e wergêr ji amedê ye. di kurdîya kesên nû fêrî kurdî dibin û hema bêje ya amedîyan tev de ev tevlîhev kirin tê dîtin. di dema borî de yekjimarê yekem ne ez, min e.
* herwiha ne tenê wergêr gelek kurdên xwende jî dibêjin "ji kerema xwe re". rastiya wê ji kerema xwe ye.

kêmasî û şaşî gelek in. hêvî dikim ev hişyarî û têbinî wek nîşaneya dostanî bên dîtin. destxweş.



16.03.2020 07:09 ~07:20 | hespêsor

7. fîlma ku dixwazim di derbarê wergera wê de hinek biaxivim.
serî de ji bo rexneyên hevînevî spas dikim. bo temaşe kirin û yeko yeko li vir nivîsandinê ..

--...kêr tê hûn jiyanek normal bijî

di vê hevokê de, di îngîlîzî de you tê bikaranîn. min weke pirhejmar fikirîbû. lewma min peyva "hûn" bikaranî. bikaranîna "hûn"ê ne ji ber rêzê bû. lê min carek din kontrol kir. ji bo kesekê diaxive. yanê yekjimar wê rasttir ba. lewma ev rexne di cî de ye.

--heta derîyê ez we bibim .yanî ev ne tirkî ye çiye?

zimanê esîl ya fîlmê de dibêje "I'll walk you out". tirk jî dibêjin "sizi kapiya kadar gecireyim" bi qasê ku ez dizanim kurd hevokek şûna vê bikarnaynin. ka pêşniyariya we çi bû gelo ?
ji ber ku hevokek aîdê kurdî tunebû an jî ez nizanim; min ji ya îngîlîzî rasterast wergerand, ne ji tirkî wergerand.

Heta deriyê ez we bibim. I'll walk you out


-- em hatin masê min . ? mase jixwe mê ye. xalek dî, ne şerte hevoka ji zimanê tê wergerîn bi heman şêweyê bêt wergerandin

daçeka zayendê xelet e rast e. ji xwe hevokan di wergera fîlmê de min hevokan li gor wateyê min ji nû ve saz dikir. lê tu nikarî hevokan dirêj bikî. hingî ji te tê divê bi hindek peyvan heman wateyê derxî. an na fîlm nayê temaşe kirin.

--ne ez, yekî din kuşt . kifş e wergêr ji amedê ye. di kurdîya kesên nû fêrî kurdî dibin û hema bêje ya amedîyan tev de ev tevlîhev kirin tê dîtin. di dema borî de yekjimarê yekem ne ez, min e.

ez ne amedî me. kurdî jî nû fêr nebûme. min serî de kurdî dûre tirkî axiviye. şûna ez heqî bû ku min bihata bikaranîn. xeletiyek çêbûye. rexnegir ji vê xeletiyê hindik mayê navê min û navnîşana min derxe. ev yek hinek ecêb bû bi rastî.

--herwiha ne tenê wergêr gelek kurdên xwende jî dibêjin "ji kerema xwe re". rastiya wê ji kerema xwe ye.

erê ez "ji kerema xwe re" bikartînim. ji gotinên rexnegir wateya "ji kerema xwe re xelet e" derdikeve. min wisa fêm kir.
di ferhenga zana ferqînî de "ji kerema xwe re" beriya "ji kerema xwe" hatiye nivîsîn.
ger îdîayek wisa a rexnegir hebe dikare dîsa di sernîvîsa van gotinan de fikrê xwe rave bike.



26.03.2020 00:20 ~00:20 | brusk56

8. ez xwe wekî miriyê cureya honaka zanistî didim nasîn. lê belê divê vebêjim ku mijarên hêvî û xweşî didin kêfa min tînin lê fîlm û berhemên wêjeyî mijara xwe ya honaka zanistî di nav çarçoveya dîstopya de binexşînin li wê derê kêfa min şûna xwe dide rakêşaniyê. dema min upgrade temaşe kir, ev rakêşanî peyda bû.

lê herçiqas doza rakêşaniyê bi bûyerên polîsiye re hatibe honandin jî nikarim bibêjim serkeftî bûne. carekê fîlm ji klîşeyan tije ye. mirov divê vê bibêje. mijarek neklîşe nemaye ji xwe, ji ber wê bo min ne mijar lê derhênerî muhîm e û ev fîlm ji aliya derhênerî ve şansa xwe winda kiriye: qeza(!), êşa evîn, bêhêvîtî, dedektîf, hacker, robotek(!), revîna ber polîsan bla bla... dikarim bibêjim xebitandina van bûyeran tiştên nû nedaye.

tê de hêvîşikestiya min a herî mezin ev bû: min got ooo robot û kodandin û înformatîk... miheqeq wê ji aliyê dîmenê ve tiştên xweş bidin ber me. lê ew jî nebûye. dîmenî jî çort e.

wergera @brusk56 (û @gelawej) baş bû. tu kêmasiyên li jor hatine rêzkirin, rehetiya xwendinê û temaşekirinê xera nekiriye. ji xwe bendewariya min a herî mezin ji jêrenivîsên kurdî ev e: bila nekevin pêşiya fîlmê, fêmkirina min nexin zorê yanî bila fêmbar bin, hew. ji xwe ev werger jî bersivek xweş daye van pêdiviyên min. tenê di serî de çend replîk pir zû herikîn. lê mêrik mîna makînayan dipeyivî, ne sûcê wergêran e. her wiha destên wan sax be, em li benda gelek jêrenivîsên wan in.*



08.05.2020 21:26 ~21:32 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» upgrade

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî