Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
veguherîn - tirşik
veguherîn | 2010
Nivîskar: FRANZ KAFKA | kurmancî | roman | 79 rûpel

agahî tune...
veguherîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê wergera kurdî ya pirtûka franz kafka ya bi navê the metamorphosis e. pirtûk ji weşanên lîsê derketiye û ji aliyê fatih aydın ve li kurdî hatiye wergerandin. pirtûkek kurt e, 76 rûpel e û loma jî bûhayê wê jî erzan e: 5 tl

http://www.wesanenlis.com/Detay.aspx?ID=90



11.05.2014 22:43 | simurg56

2. metamorfoz



11.05.2014 23:24 | destbedest

3. (bnr: emseytu kurdiyyen we esbehtu erebiyyen)



''gregor samsa sibehekê ji xewê rabû û got: Ene'l beq...''



(bnr: franz kafka)



''ene'l heq!''



(bnr: xellacê mensûr)



27.01.2015 22:37 | bijîmillah

4. wergerra die verwandlungê ya ku ji xeynî bi wergerra fatih aydın ji weşanên lîsê di 2010'a de derketiye, niha jî bi wergerra nuh ateş beş bi beş di kovara bîrnebûnê de tê weşandin. beşa xwe ya siftê(ewil) di hejmara dawin, hejmara 61'a, a bihara 2015'a de hatiye weşandin û ew ji 7-8 rûpelan pêk tê.



20.05.2015 22:41 | fethî ronî

5. wergêra pirtûkê fethî ronî ye ku ew nivîskarê tirşikê ye. Em ji wî pîroz dikin.

veguherîn/69156



29.05.2017 15:35 ~15:36 | mîr

6. Min îro jê xilas kir, dilê min hebû bi kurdî bixwînim, lê kitêba wê ya Tirkî kete destê min.

Bi rastî kitêbeke di nav kitêbên min xwendine ji wan gelekî cuda bû. Ez jê şaş mam.

Jixwe tu kilîta deriyê kitêbê vedikî, hevoka pêşî ji nişka ve wekî kulmekî lêdide çavên meriv.

"gregor samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî"

franz kafka, rexneya hebûna şexsiyeta meriv û têkiliyên malbat û civatê wê re dike. Qîmetê meriv hebûna xwe ya bi civatê re heye, heke bi şexsê xwe pêş bikeve evçax wekî kêzîkekî bê qîmet dibe, ez tiştek dinê ji vê hikayetê hînbûm, gava meriv bimre û bibe cendekekî her kes ku diya te xûşka te jî dixwazin ji cendekê te zûtir​î xilas bibin...



12.06.2017 19:55 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» veguherîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî