Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
wêne - tirşik
wêne
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fotograf, rism...

dîmenên ku bi kamerayê tên kişandin..



13.04.2014 00:13 | mergehez

2. (bnr: wêne girtin)



13.04.2014 00:16 | rêzan

3. tiştekî go mirova nemir dike.



13.04.2014 01:31 | azê

4. li cizîrê jê re dibêjin fitraf (fotograf) û li deverinan jî dibêjin suret.

tên girtin nayên kişandin, ji ber ku wêne ew belge û wesîqe ye ku demê di cihê xwe de cit dike, disekinÎne, digire yanî zeft dike, nahêle xwe hirde û wêde vekişÎne, ji ber hindê wênekêş jî şaş e bi min, rastiya wê wênegir e.. lê mixabin belkî ji ber tesîra tirkî belkî ji ber sebebinên din bi piranî kişandin tê bikaranîn..



13.04.2014 01:44 | endazer

5. bi ya min du problemên vê peyvê he ne..

yek jê zayenda wê ye; hem wek nêr tê karanîn hem jî wek mê tê karanîn min her du awayan jî gelek dîtin bawer im konsensusek tune ye.

problema dî jî ev e; gelo wêne resim e yan fotograf e? min li hin kesan jî pirsîn axirî kes nizane

resim ew tişt e ku li ser kaxiz an rûpel an jî dîwar hwd.. tê xêzkirin

fotograf jî ew tişt e ku bi makineyan tê girtin.

em ji bo herduyan jî bi kar tînin. îja çiqas rast e ez jî nizanim



06.11.2015 10:24 ~10:25 | ferhenga şikestî

6. (bnr: resm)

sûret



wêne him resme, him jî fotografe yanî sûretê meriv yê bi destan tê çêkirin ev resme û wêneye jî yê fotograf jî fotograf dema paşî derketîye bi makîneyan tê kişandin li ser kaxiza jî di cîhazên elektronîk de jî tê nîşandan ew jî wêneye an embibêjin wêneye derbas bibin. dibe ez şaşbim jî.. lê ez ez dixwazim ferhenga şikestî piçûk bixînim pir qiraseye.



06.11.2015 17:06 | shorbevan

7. şûna resm jî şûna fotograf jî tê bikaranîn. carekî ev problen ketibû serê min jî, min çi qa pirsî bersiveke tekûz peyda nebû. dawiyê min fêm kir ku kurd ji bo herduyan jî peyva wêne bikar tînin. problem jî dernakeve.



06.11.2015 19:08 | xendekî

8. wêneyê herî xwezayî yê ji destên kedkarên di riya azadiyê de hatine kişandinin.

minak

Here lînkê



5 roj berê 16:32 ~16:39 | derdxane

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wêneyên zarokên îranî yên dewlemend

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî