Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
xifşê - tirşik
xifşê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wate: jina bedew û xweşik û nazik û nazenîn.

navê straneke mihemed arif cizîrî ye. rojek mihemed arif dixwaze here li ba mele mistefa barzanî, li çiyayê bamernê. dema diçe dergevan ji mihemed arif re dibêjine "em bêjin mele mistefa kî hatiye?" mihemed arif jî dibêje "bêjin bilbilê kurdistanê hatiye." dergevan diçin li ba melê û meselê jê re qiset dikin. mele mistefa barzanî dibişire, texmîn dike ew mihemed arif cizrawî ye û gazî dike. jê re dibêje:

- yaw, mihemed arif tu kengê bûyî bilbilê kurdistanê?

- serokê min, milletê kurd ji min re dibêjin tu bilbilê kurdistanê yî.

- tu ne bilbilê kurdistanê yî, tu bilbilê xifşê yî, va çend sal in em şer dikin, dengê tiving û topên me nagihîjin guhê te lê dengê xifşê her ber guhê te ye! eger tu bilbilê kurdistanê bûya te yê dengê topên me, şerê me bibîhîsta.

piştî van gotinan mihemed arif hêrs dibe, wê şevê gotinên di strana xifşê de diguherîne û rojtira din di navbera taştê de ji mele mistefa barzanî re dibêje: "serokê min, min stranek ji bo we amade kiriye!" mele mistefa destûr didiye û mihemed arif distre: "çûm bamernê li ser çiya me oy li min oy li min, lê lê xifşê / topa me li ser çiya ye oy li min oy li min, lê lê xifşê..."

mele mistefa dibêje "te dîsa xifşê xistiye di nav stranê de!"

mihemed arif jî dibêje: "yaw bêyî şer jî nabe û bêyî xifşê jî nabe, ma bi zorê ye!" *





04.11.2013 07:57 | zero

2. ev stran, ji aliyê aynur dogan ve jî hatiye bestekirin. ew jî gelek xweş gotiye. lê cihê cizîrî cihê ye.



04.11.2013 18:23 | kurê xelkê

3. xifşêyek din jî Reşo gotiye. ew jî gelek xweş e.

http://youtu.be/ML_mdeyCnAs



29.11.2013 22:27 | ozmoz

4. ji bo dîksiyona kurmancî pêwist e rojê deh car ev stran bê xwendin û guhdarkirin



xifşê diçe qirşika

reqa reqa şimika



26.12.2013 11:07 | kevçiyê dil

5. wate: keçika xweşik

xifş: xweş, xweşik.



27.03.2014 23:57 | zero

6. wetaya wê ya mecazî xweş, xweşik e.ya eslÎ » (bnr: xifş)



28.03.2014 18:56 | cekdar


8. navê stranekîye dema meriv navê vê sitranê di bîhze (mihemed arif cîzrawî) tê hişê meriv jiber ku xweş gotiye.., strana ku burhan berken jî ligorî xwe gotîye û mîn jî li gorî xwe rastkirîye dibe piçek şaşbin pir jî na gotinên sitrandina burhan berken evin;





çû(m) bamernê li ser çiyaye oy limin oy limin oy limin lê lê xifşê Oy gidyê

Hat bamernê li bin çiyaye oy limin oy limin lê lê xifşé

Dilê xorta ji qîza maye oy limin oy limin oy limin lê lê xifşê Oy gidyê

kiza bome dildidaye oy limin oy limin lê lê xifşê



Eman eman qiza xifşê

Eman eman çav kil reşê

Eman eman qiza xifşe

Eman eman çav kil reşê

xeber xweşê oy le min lê lê Xifşê



çû bamernê li Liber gire oy limin oy limin oy limin lê lê xifşê Oy gidyê

hat bamernê li liber gire oy limin oy limin Xeber xweşé

Dilê min bi qehir û kule oy limin oy limin oy limin lê lê xifşê Oy gidyê

xelké xifşê ji xwera bire oy limin oy limin oy limin lê lê xifşê



Eman eman qîza xifşê

Eman eman çav kil reşê

Eman eman qîza xifşe

Eman eman çav kil reşê

xeber xweşê oy le min lê lê Xifşê



18.11.2015 13:37 ~13:38 | shorbevan

9. Navê ke jinan e. Li ba gelek nave gelek jinan xifşe ye.



18.11.2015 20:08 | serbilint

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xifşê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî