Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
yks2020 - tirşik
yks2020
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tyt sivik bû ji bo ên ku şoxilî bûn,
ayt jî sibê ye .

wego ez bi qovîdê ketim , sênga min dêşe
birastî ez qovîdê jî meraq dikim bê ka çi rewş e .

û yek ji hetiketîya tirkî ye a dema qorona !
gelek xwendevan li dij akp rêz girtin e .



27.06.2020 15:21 | shwinsherm

2. Ezmûna ku berî niha 10 salan ez dîse ketimbûmê. Di Ezmûna ewil de (ygs) rêza min ~400, di ya peyre de (lys) rêza min ~2600 bû.
Ew çi tirs û kelecan bû yaw. Di ti ezmûnên dî de ev kelecanî nebû.
Di ezmûna ygs de kelecan û aramiyeke şêrîn di nava demarên min de digerîn. Bê tirs û xof ezmûn qediya. Ez ji %40 pirsan ne emîn bûm. Hetta paragrafên tirkî zehf li min giran bûn. Di matematîkê de jî, ji lezê ez gelek caran dudil dimam. Fen hêsan bû. Sosyal jî îdare bû.
Piştî ezmûnê diyar bû ku matematîk ful, Tirkî xeletîyek, fen 3 xeletî bûn. Xeletîyên dî ji sosyalê bûn. (Halbûkî xebata min ji % 70 li ser tirkî û sosyal 'ê bû*
Min tu caran matematîk û tirkî wisa baş dernexistibû û Sosyal jî ti caran wisa xirab derneketibû. Piştî vê serkeftinê ez hinekî sist bûm.

Di ezmûna lys de jî, di nav ezmûnê de aciziyekê ez girtim û ne berda. Îda ez ji rihê xwe aciz bûm. Hindik mabû ku ez terka ezmûnê bikim û ezmûnê nîvrê bihêlim. Bi zorê min xwe girt. Ti caran min ji matematîk û geometriyê wilqasî zêde xeletî nekiribûn. Wî wextî ez ji rêza ~400î şemitîm heta ~2600an.

Ji hemû ciwanan re serkeftin. Bila moralê we baş be. Piştî ku hûn baş xebitîn, tişta ji destê we hat we kir, encamê nefikirin. Wazifeya xwe bikin û encama ezmûnê nefikirin. Xwe Çavreş nekir, hirsê nekin. Lê ji binî dev jê jî neberdin.

Di ezmûnê de başî û xweşiyê bifikirin. Tiştên neyînî nefikirin. [heke tiştên neyînî werine bîra we, bêjine xwe, "ez têra xwe xebitîm. Min Wazifeya xwe anî cih. Encama ezmûnê ne xema min e. Xwidê mezin û heval e."]. Wê kêlîkê psîkolojî her tişt e.
'eks û nîqaşan bi pirsan re nekin. Serê kêlîkekê (mînak nîv saetê) dev ji pênûs û ezmûnê berdin û çend bêhnêên kûr bistînin. Û qurtek av vexwun. Û dewam bikin. Di dawiyê de li pirsên ku we nîşan dayin vegerin.

Weke herkesî ez jî virekê ji xortan re bikim.
piştî ezmûnê hertişt wê hêsantir bibe *



28.06.2020 02:29 | gumgumok

3. Sala ez ketim ezmûna ygsyê gotin pirs hatine dizîn îhtîmal e ezmûn betal bibe.. ez tim li benda betalkirina ygs mam û ez qet nexebitîm. Hefteyek mabû ji lys re min qebûl kir ku ezmûn betal nabe û divê ez ji bo lys bixebitim. Min dît ku ji bo xebatê jî wextê min hindik maye, min got dev jê berde keçê saleke din tê qezenc bikî. Lê şeva ezmûna lysyê xew nekete çavê min û ez rabûm hinekî li ser edebiyatê xebitîm. Ji her rûpela min xwendî teqez pirsek hatibû û ji hemû romanên wê salê min xwendî pirsîbûn. Werhasil, şens jî girîng e *



28.06.2020 17:12 | berijahr

4. Encama ezmûnê eşkere kirine. Hêvîdarim ku tirşikvanên ku ketine, dilê wan de çi derbas bûbe ew bê cih. yên ku ketinê dikarin encamên xwe parve bikin gelo?



27.07.2020 08:14 | yûsiv

5. Brazîye min jî keti bû ezmunê le encam ne wekê hevîya me hat.



27.07.2020 18:16 | mezopokilikya

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» yks2020

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi perwerdehi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî