Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zayenperestî - tirşik
zayenperestî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hişmendîya ku zayendekî li hemberî yên dî girîngtir, baştir, serdestir dibîne ye. ( Ji peyama xwar)


Edît: lê helbet ew mijarên behsa keçikan û kurikan dikin ne îllakî zayendperestî ye. Mînak mijara "keçên tirk" , "welatên keçikên wan xweşik" .... Zayendperestî di kûda vê mijarê de ye ? Ma ev mijar keçikan bêqîmet dikin? Na. An jî serdestiya mêran diparêzê? Na. Tabi kî behsa realîte dike. Helbet welatên keçikên wan ji yên dî xweşiktir hene. Û ji keçikên tirkan yên zêr jî, yên bafûn jî hene.

Heke werê pirsîn çima tirşikvan hercar behsa keçikan dikin lê behsa mêran nakin?
Cewab: *



13.04.2018 03:22 ~04:54 | gumgumok

2. Hişmendîya ku zayendekî li hemberî yên din girîngtir, baştîr, serdestir dibîne ye. Wekî mînak di jiyana rojane de bi awayekî sergirtî an jî gelek caran eşkere mêrbûn ji ser jinbûnê re tê dîtin bi wekî wê heterobûn ji ser homobûnê re tê dîtin heya ku heterobûn bi wekî "normal/sirûştî" lê homobûn bi wekî "ecêw/sosret" tê dîtin. Û hemû gilî gotin, pênase, kirinên ji vê hişmendiyê der didin jî bi wekî zayendperestî tê binavkirin.
- Zayendperestî bi tenê aliyê kesên zayenda wan mêr ve nayêkirin. Her gotin û kirina her kesê vê hişmendiyê der dide zayendperest e.
- Laşê jinan bi aliyê çanda mêrane ve bi wekî tişt/heyber hatiye pênasekirin û bi armanca firotina gelek tiştên din ve hatiye bi karananîn lewma jî di derheqa parçekî laşê jinan de bêkêr bêker xeberdan "îlla ne zayenperestî be jî" hîîîîç ne sempatîk e.
- heke hûn mijarên bi wekî "keçên ermenîyan", "keçên welatên herî bedew", "jinan niza'm çi guyî memikên xwe didin" ve dikin hûn jî dîsa jinan ji nav contextên girêdayî beden, jinbûn hwdê de tînin ziman û hîç hewceya van nîn e.
- dema hûn nifir nûçikan yekî dikin û yekser ji devê we "quzê niza'm kê" deridkeve ev rasterast zayenperestî ye. Ji ber ku çanda mêrane ya destdirêjîyê laş û zaynditîya jinan bi wekî kêmasî, qusur dibîne û wisa bi kar tîne.
Bi kurt û kurmancî ji nav jiyana rojane de mixabin hezar cureyên zayendperestîyê henin lê dema ku meriv dixwaze binvîse her mijar yeke din ve dike, bi hêrsana destên min diricifin û nikarim bêtirîn rave bikim.

Nîşe: Belê femînizm li hemberî zayenperestiyê ditêkoşe lê bes ev e. Zayenperestî bi tenê mijareke femînîzmê ye, lê femînizm îdeolojîyeke berfireh e.



13.04.2018 03:49 ~03:51 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayenperestî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî