Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zerre - tirşik
zerre
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva ji bo biçûktirîn tişt tê bikar anîn e. peyveke esil-erebî ye. di ferhengê de ji peyva zerr ya di wateya " belavkirin, fişkilandin, pejiqandin " hatiye xerizandin. lewra tozên pir zû belav dibin yên ku 100 hebê wê bi qasî dendikek ceh û pirtikên li ber şewqa tavê ya dî paca derbasî hundir dibin xwuya dikin re jî zerre hatiye gotin. di erbiya modern de ji dêlava peyva atom tê bikar anîn.

ev peyv di qur'anê de di 7 ayeta de derbas dibe. di ayetan de bo nîşandana dadwerî û hêza xwuda hatiye bikar anîn. di ayeta de :
- " xuda dê bi qasî zerre jî neheqiyê li kesî neke "(nîsa 4/40. )
-" li asîman û erdê tiştekî bi qasî zerre jî ji wî veşartî namîne"(yûnûs 10/61, sebe 34/3.)
- " pûtên muşrîk jê re dibêjin xudawend, li asîman û erdê bi qasî giraniya zerre jî nirxê wan tuneye "(sebe 34/22).
-" li vê gerdûnê yên bi qasî zerre jî xûr an guneh bikin dê berdêla wê bibînin "( zîlzal 99/7-8)
awha derbas bûne.



20.05.2020 17:48 ~21:35 | tîrêj zana 21

2. di erebî da êja hê ji zerreyê jî piçûktir misqalzerre jî heye * di kurdî da jî tê bikaranîn.



21.05.2020 00:27 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zerre

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî