Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
î - tirşik
î
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tîpa 12.a alfabeya kurmancî ye.



28.02.2014 10:15 | mergehez

2. Heke, Piştî vî tîpê, tîpê y were, wekî i tê nivîsandin



Minak 1: Şahî, şahiya me

Minak 2: tirkî, Tirkiye



24.04.2014 15:10 | mîr

3. wext û enerjîya xwe ji bo qaîde, qanun çêkirin û Jîyan zehmetkirinê xerç nekin,

sivik bikin! qaîdeyek e ne pêwîst e! Ji ber ku tevlîhevîyan duristnake berevajê wê diqetkirina wê

barek e virt û vala ye.



şahîya me

xwelîya

gelîya



24.04.2014 20:06 | jîndar


5. tîpeke ku wek o, û, ê-yê deng dirêj e. li hin deran dibînim ku xelk bi i-ya tirkî ev tîp muqayese dike û dibêjin her dÛ heman deng in. lê ev şaş e. ji i-ya tirkan dirêjtir e. di tirkî de di peyvên wek mîr û pîr de ku esil kurdÎ ne tê bikaranîn.



heke ku em li ser meseleya î-ya ku berî y-yê tê biaxivin, dema ku î dikeve pêşiya y-yê ji ber ku mirov nikare dirêj bike kurt dibe. weke mînak ka bêjin "şahîya" hûnê bibînin ku hÛn nikarin bi vî rengî bilêv bikin. dema ku dengê î kurt dibe, bi i-ya tirkan re dibe heman deng. yanî î-ya berî y-yê di eslê xwe de ne î ye ne jî i ye. mirov nikare ji bo vê tiştê jî tîpeke nû têxe nêv alfabeyê ji loma jî wek "i" tê nivîsandin.



24.04.2014 20:24 | oxir

6. tu birakbî vê nîvisa min bxiwnî û fêm bikî ka mesebt kjaîn pyev e

mjiar bi tamemî sfaî dbie...

weke ku hûn dibînin mejîyê me peyvan ne bi tîpan lê bi temamê peyvan ji ber dike û li gor hinek

lêkolînan tîpên yekem û dawîn li cihê xwe de bin têrê dike ku bên xwendin.

ev rewş bi zelalî dîyar dike ku î yek tenê bese û berî y û piştî nizanim çi sergêjî ye.



24.04.2014 20:49 | jîndar

7. (bnr: rastnivîs)

kesî negotiye "te çima bi awayê 'şahîya' nivîsiye?!" Û bi qirika yeke din negirtiye. yê ku biryara vî tiştî daye jî ne ez im ne jî nivîskareke din ê tirşikê ye. kÎ çilo dixwaze bila wilo binivîse lê belê heke ku zimanzan û zimannasên zimanê kurdî biryareke bi vî rengî dabin ji bo yekititiya zimên divê em jî li gor rastnivîs û rêzimanê binivîsin.



24.04.2014 21:01 | oxir

8. kumik(aksan sirkonfleks) ji bo bi kirp gotinê* tê bikaranîn û wextê î dikeve pêşiya y yê, dengê wê kêm dibe, kirpandin mumkin nabe, ji ber wê wekî i tê nivîsandin.



24.04.2014 21:16 | kevçiyê dil

9. tîpa ku dişibe kesê ku di bin sîwanê disekine. dibe ku baran dibare.*



24.04.2014 23:28 | biruya hayao miyazaki

10. sîstema windows ê de kurtebira tîpa "î" wusa ye:



Alt + 140 = î



30.10.2014 14:52 | mîr

11. tîpa ku di qûna hin kesan re xweş radibe ye *



21.11.2014 23:05 | berxweda

12. Di zimanê devkî de carinan wisa tê bikaranîn.

Bacana min ya sor. => bacana minî sor.

Hevalê min dirêj => hevalê minî dirêj.

Bi vê xêrê, axaftin siviktir dibe. Bilêvkirina hevokê siviktir û hêsantir dibe.

Ji hinga tê bîra min Ez bixwe û gelek mirovên ez nas dikin wilo bikar tînin. Ez hêvî dikim ku zêdetir belav bibe



16.02.2017 23:42 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî